Tag Archives: Akademîk

Jimara 22em a Nûbihar Akademîyê derket!

Ji Nûbihar Akademîyê merheba. Nûbihar Akademî bi hejmara xwe ya bîst û duyem li pêşberî we vekoler û aka[1]demîsyenên hêja ye. Cihê kêfxweşîyê ye ku Nûbihar Akademîyê bi vê hejmara xwe hem yazdeh salên xwe temam kirine, hem jî di prosesa amadekirina vê hejmarê da anku di nav şeş mehên …

Read More »

Projeya Çar Kovarên Akademîk Yên Bi Kurdî

Ev demeke drêje ê ku em li ser projeya c̰apkirina c̰ar kovarên periyodîk û akademîk yên bi zmanê Kurdî ra mijul dibûn, ango kovarên bi sernavên: (1)   Arica-Kurdica (dê bi giranî li ser ziman, çand, dîn û wêjeya Arî û Kurdî bisekine) (2)   Avestica-Kurdica (dê bi giranî li ser ziman, …

Read More »

Jimara Kurdiname ya nû derket

Kurdiname Akademîk ya 10e mîn derket. Kovar akademîk e û salê du cara diweşe. Mijarên hejmara nû li jêr in: Gotarên Lêkolînî (Araştırma Makaleleri) Araştırma Makalesi Hekîmekî Kurmanc: Mele Ebdulletîfê Berwarî, Bîyografî û Berhemên Wî Ayhan Yıldız  Hanifi Taşkın   Araştırma Makalesi Lice‘nin Muhalif Bir Duruş Sergilemesinde Etkili Faktörler ve 1975’teki …

Read More »

Helbest Ji Bo Zarokan

Ez gelekî dixwazim bibêjim ku ji bo zarokan tiştekî bi navê helbestê tuneye. Derbarê zarokan de gelek helbest hene; û hin ji helbestên baştirîn ên ku heta niha hatine nivîsîn li ser zaroktiyê ne; piraniya helbestvanan, herî dawî yan jî dawiya dawî wê pêvajoya dawetkar -ciwantî û mezinbûna xwe- kişf dikin. Qismekî mezin ê ku jê re kanona helbesta zarokan tê gotin, qet ji bo nûciwanan nehatibûn nivîsîn; bêtir ew helbest bûn ku mezinan ji bo zarokan minasib didîtin. Vê kanonê jî antolojînûs diyar dikin.

Read More »

Teyrê Sîmir û Rengvedanên Wê di Folklora Kurdî da

Yek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.

Read More »

Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Heciyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk a Birayên Grimm De

Vegotinên gelêrî bi rengekî xwezayî xwedî curbecur çavkanî ne û ev çavkanî girêdayî tevgerên çandî, dînî, demografî, bazirganî û hwd. yên civakan e. Di encama van tevgeran de çawa ku di rêbazên jiyana rojane û çanda madî ya van civakan de lihevçûn derdikevin meydanê wisa jî di çanda wan ya manewî û folklora wan de lihevçûn peyda dibin. Herwekî ku gelek antropolog jî vê tesbîtê dikin; ji ber ku pêdiviyên bingehîn yên mirovan li her deverê cîhanê bi heman rengî ye, gelekî xwezayî ye ku di çanda wan de jî hevbeşiyên berbelav çêbibin. Vegotinên gelêrî digel ku her dem têne afirandin û têne nûjenkirin jî ji vekolîna li ser wan, ji taybetmendiya vegêranî û motîfên wan em dizanin ku rehên wan digihîjin demên arkaik. Lewre dema ku em di navbera vegotinên du çandên cuda de lihevçûneke balkêş bibînin, divê em ne tenê li gorî peywenda îroyîn li sedemên vê lihevçûnê bigerin. Dibe ku di dewrên kevnartir yên mirovahiyê de têkiliyên di navbera van her dû çandan de cudatir be. Wekî mînaka hevbeşiya di navbera çîrokên alman û kurdan de. Dema ku em bi hûrgilî bala xwe didin çîrokên van her dû miletan, em dibînin ku hin çîrokên wan ji alî tema, motîf û avaniya çîrokan ve wekî hev in. Çîroka Elik û Fatik û Hansel û Gretela almanî, dîsa çîroka Şengê û Pengê û Gur û Heft Karika almanî ji hemî waran ve heman çîrok in. Yanê ew ne du çîrokên dişibin hev in lê heman çîrok in. Di vê vekolînê de em ê bi berawirdkirina Şengilo û Mengilo ya kurdî û Gur û Heft Karikên Biçûk a almanî hewl bidin vê hevbeşiyê tesbît bikin.

Read More »

Helbestkarekî Tekyaya Hezanê: Mela Ehmedê Hezanî

Mela Ehmedê Hezanî heta niha nehatiye naskirin û derbarê wî de agahîyên zêde jî tune ye. Alimekî ku di heyama dawî ya Dewleta Osmanî û nîvê ewil ê serdema Komara Tirkiyeyê de jîyaye. Mela Ehmed li Gulpîka Hîzana Bidlîsê hatiye dunyayê û li Hezana Licê medfûn e, lêbelê tarîxa çêbûn û wefata wî nayê zanîn. Navê bavê wî Mela Zubeyr e û ew jî birayê Şêx Ebdulqadirê Hezanî ye. Di helbestên Mela Ehmed de tê dîtin ku ji Şêx Mihemed Selîmê Hezanî pir hezkiriye û li ser wî medhîye nivîsîne. Ev yek jî nîşan dide ku ew jî bi terîqeta Neqşebendîya Xalidîyê ve girêdayî ye û murîdê Şêx Mihemed Selîmê Hezanî ye. Îhtîmaleke mezin ew jî weke şairên ji devera Hezanê li ba alimên meşhûr ên mîna Şêx Mihemed Selîm û bavê wî Şêx Ebdulqadirê Hezanî perwerdeya tesewifî wergirtiye. Li gorî agahîyên heyî 5 helbestên wî gihaştine roja me û mecmûeyeke ku wî bi xetê xwe îstînsax kiriye heye. Di helbestên xwe yên Kurdîya Kurmancî de mexlesa “Hemdî” bi kar anîye. Heta niha ev helbest di lîteratûrê de cî negirtine û helbestnûsîya Mela Ehmed jî nehatiye zanîn. Di vê xebatê de dê li ser van helbestên wî ku heta niha nehatiye weşandin bê rawestan. Bi vî awayî dê helbestên wî ji alîyê ruxsarî û naverokî ve bên nirxandin û ligel destxetan metna transkirîbekirî bê pêşkêşkirin. Bi vê lêkolînê dê alîyê wî yê edebî û tesewifî derkeve holê.

Read More »

Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê

           LI GORÎ POETICSA ARÎSTOTALES ANALÎZA TRAJEDIYA MEMÊ Û EYŞÊ Bozkır, N. (2023). Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê The Journal of Mesopotamian Studies, 8 (2), ss. …-…, DOI: 10.35859/jms.2023.1320377. Nuh BOZKIR Xwendekarê Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardin Artukluyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî, nuhbozkur7@gmail.com, Orcid: 0000-0002-0178-2812. KURTE …

Read More »

Cengnameyeke Kurdî: Xezwetu Huneyna Mela Yasînê Alikî

Cengname yek ji wan cureyên edebî-qehremanî ye ku behsa şer û cengê dikin. Di nav edebîyata rojhilatî de cureyeke berbelav e. Mînakên vê cureyê di edebiyata Erebî, Farisî û Tirkî de gelek caran têne dîtin. Bi taybetî di edebîyata Tirkî de gelek berhem bi vê cureyê hatine nivîsîn. Di edebîyata Kurdî de jî mînakên vê cureyê têne dîtin. Xezwetu Huneyna Mela Yasînê Alikî yek ji cengnameyên Kurdî ye. Mela Yasînê Alikî yek ji wan helbestvanên sedsala 20 em e û li Panosê hatiye dinyayê. Alikî li cem gelek kesan perwerde wergirtiye û ders daye çendîn kesan. Alikî alim û melayekî serdema xwe bûye. Alikî li dû xwe 5 helbest û berhema xwe ya bi navê Xezwetu Huneyn hiştine. Berhema navborî behsa şerê Huneynê dike ku di serdema Hz. Muhammed de pêk hatiye. Xezwetu Huneyna Alikî Cengnameyeke Îmamê Elî ye. Cengnameyên Îmamê Elî ew berhem in ku behsa qehremanî û şervanîya Îmamê Elî dikin. Di Xezwetu Huneynê de Îmamê Elî şervanekî bêhempa ye. Berhema Alikî bi awayekî menzûm hatiye nivîsîn û bi tevahî ji 373 bendan pêk tê. Ev berhema Alikî berhemeke girîng e û di cureya cengnameyê de valahîyeke muhîm tije dike. Sê nusxeyên destnivîs ên Xezwetu Huneynê hene û di vê xebatê de dê ev berhem bi berfirehî were nasandin û ji hêla naverok û teşeyê ve were analîzkirin.

Read More »