Binaşe û şûnwara kurdan: Kurdistan wekî landika kurdan

Dîroknas, zimannas, mirovnas û kurdnasê navdar ê nemsayî (awistiryayî) Ferdinand Hennerbichler di lêkolîna xwe ya bi sernavê “Binaşeya kurdan” (The Origin of Kurds) de hinek çewtiyên zanistî sererast dike û balê bikêşe ser agehiyên zanistî yên herî pêşketî; li gorî wî hîpoteza berbelav a ku dibêje “kurd bi awayekî kevneşopî îranî (aryayî) ne, ji malbata hind-ewropî ne û ji aliyê binaşeyê ve jî îranînijad (aryayînijad) in; ji ber ku bi zimanekî îranî diaxivin” xwe naspêre çavkaniyên zanistî û ev pênasekirina şaş ji aliyê zimannasan ve li ser bingehekî hîç û pûç hatiye pêşxistin. Hennerbichler lêkolîna xwe dispêre zanyariyên DNAyê yên herî dawîn û di çarçoveya Mirovnasiya Pêşkeftî de bi zelalî nîşan dide ku encamên zanistî berevajî baweriyên heyî ne: “Bav û kalên kurdan di destpêka herî pêşîn de neviyên niştecihên xwecihî yên bakurê Heyva Berhemdar (Mezra Botan) a serdema neolîtîk bûn; ango li Rojhilata Nêzîk û Ewrasyayê dijiyan, ji aliyê erdnîgariyê ve li derveyî Îrana îroyîn diman û li bakurê rojavayê wê niştecih bûn. Bav û kalên kurdan ên herî pêşîn bi qasî hezar salî şun de ji Asyaya Navîn hatine û di bin serweriya çînên koçber ên rêxistinkirî yên leşkerî (R1a1) de pêl bi pêl ji aliyê ziman ve hatine îranîkirin. Ev zanyariyên çespandî yên nû me ber bi vê têgihiştina jêrîn ve dibin: ew kurdên xwemalî yên ku li Ewrasyayê (ango li bakurê Hîva Berhemdar) dijiyan û koçberên pêşîn ên îranîaxêv

(R1a1) ên ku ji Asyayê hatibûn ne heman kes bûn; her wiha ew koçberên asyayî yên ku bi îraniya kevn diaxivîn (R1a1) kurdan temsîl nakin û binaşeya kurdan li ser wan çînên bijarte yên koçber ava nabe. A rast, ji pêvajoya dîrokî û geşedana civakê tê fêhmkirin ku: 1. bav û kalên kurdan ji civakên bi tevahî cuda hatine 2. her bavikek xwediyê genetîkeke taybet e 3. ji aliyê etnîkî, zimanî û çandî ve nifş û çînên bavikan cihêreng in. Ev têgihîştina nû bi riya xebateke hevpar a gelek disîplînan hatiye vedîtin; lêkolîna zanistî bi hevkariya îrannasê amerîkî Gernot L. Windfuhr (Ann Arbor) û genetîknasê DNAyan Anatole A. Klyosov (Boston) hatiye encamdan ku her yek ji wan di warê xwe de pisporekî navneteweyî yê pêşeng e.”65

Bi rastî berî van encamên zanistî, dîroknasên kurd Mihemed Emîn Zekî Beg di “Dîroka Kurd û Kurdistanê” de û Mihemed Salih Belûç di “Kurdgalnamek”ê de diyar dikir ku Kurdistan hertim warê kurdan bûye; lê belê carinan pêlên koçberî û dagirkeriyan jî di nava gelheya kurd de heliyane yan jî beşeke kurdan pişaftine. Wekî mînak, Kurdgalnamek şecereya tevahiya kurdan li ser du beşên wekî “kurdên rojavayê” û “kurdên rojhilatê” leva dike: “Li gorî çavkanî û belgeyên dîrokî, kurd li du beşan pareve dibin. Beşa yekem ew kurd in ku ji aliyê Araratê û zincîra Çiyayên Cûdiyê ve hatine; di dirêjahiya navçeyên Dîcleyê û Ferêt de, ji aliyê rojavayê ve heta Sûriyayê û qeraxên Deryaya Romayê û ji aliyê rojhilatê ve jî heta qeraxên Farsê û rexê Deryaya Umanê belav bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê ji hozên Lolo, Gûtî, Kasû û Sûbarî pêk hatine. Ji bo ku ev tîreyên kurd ji aliyê rojavaya Deryaya Hezarê ve hatine, bi navê <Kurdên Rojavayê> tên nasîn. Beşa duyem ew kurd in ku ji naverasta Asyayê ve ber bi rojhilata Îrana wê serdemê ve hatine; ji wir ji rojhilata Deryaya Hezarê derbas bûne

Di başûrê vê deryayê re li navçeya Etropanê (“Adirabadagan” li gorî Şehnameya osmanî, O.M.) belav bûne û bi cih bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê jî ji hozên Mad, Nahîrî û Kardoxiyan pêk hatine. Ev welatê mezin û fireh ê ku tê de bi cih bûne, ji ber navê Madê wekî Madayî yan Mêdya hate nasîn. Ev heft tîre, tîreyên eslî yên kurd in û di dawiyê de tîreyên şaxên din jê cihê bûne; her yek ji wan şaxan guherîne û bûne tîre yan jî hozeke serbixwe. Ji vê beşa duyem a kurdan re <Kurdên Rojhilatê> jî tê gotin. Kurdên biraxoyî, edreganî, mamilî û kirmanî ji hoza Madê cihê bûne.” (r. 111)66

 

Wisan e, hingî ku Xwedê serê kurdan daye, li ser erdnîgariya xwe dijîn û ev xaka berfireh a bi tevahî nediyar bi hebûna wan tê naskirin ku navê wê yê dîrokî “Kurdistan” e; bi kurtasî kurd niştecihên xwecihî yên axa xwe ne, lewre ji bo dîrok û gelê kurd “destpêk”ek tuneye. Kurd û dîroka wan berhema dawîn a hezaran salan e ku di ezmûna şerên navxweyî û derveyî yên berdewam re derbas bûye. Aşkera ye ku kurd di serdemên qelsiyê de ketine bin bandora hinek çand-zimanên biyanî û beşeke wan pişiviye, her wiha di serdemên xwe yên xurt de gel û ramanên nû pişaftine, serdestiya ziman û çanda xwe gihandine çîna hera rajêrîn a civakên xwe yên resen û dereke. Lewre ji aliyê genetîkî ve kurd neviyên hemû akincihên Kurdistanê ne; ango neviyên wan kesan in ku heta niha hatine nava kurdan û li Kurdistanê bi cih bûne, lê ne tenê yek ji wan in û ne mumkin e ku reh û rîşeyên kurdan li neteweyek ji wan gelên dîrokî jî bê spartin. Wekî nimûne: ne pêkan e ku gelên dîrokî yên wekî “gûtî” “kurtî”, “medî”, “mardî”, “kardûxî”, “gordî” (gordyene), “hezbanî” (adiabene), “zîlî” û “xaldî” bav û kalên kurdan ên yekane bin; mirov dikare bibêje ku tenê bavikek, desteyek, berekek, tîreyek an jî hozeke wan in.67 Li gorî hinek zanyaran peyva “cûdî” heman peyva “gûtî” ye ku nêzikî devera “goyî”yan e; her wiha di çanda kurdên Aranê de peyva “kûtî” navdêr û rengdêreke neyînî ye ku nexweşî û nebaşiyê dinimîne.

 Dîsan dibe ku pêwendiyek di navbera “zeylan”a dîrokî, “zîlan”a îroyîn û li gorî Kurdgalnamekê “seylan”ê de jî hebe; lê divê mijar xwe bispêre delîlên beraqil. 

Omitê Mistefê-Antropolojiya Kurd Kurdî Kurdistanê

Çavkanî:

65 Ferdinand Hennerbichler (2012), “The Origin of Kurds”, Advances in Anthropology, c. 2, h. 2, r. 64-79; ji bo nusxeya înternetî ya orjînal bnr.: https://www.scirp.org/pdf/AA20120200003_79323951.pdf; dema gihiştinê: 04.12.2023; 01:10.

 Ferdinand Hennerbichler (2016), “Kurtlerin Kokeni”, wergera bi tirkî: Mehmet Aslanogullari, Bingol Universitesi Yaşayan Diller Enstitusu, s. 2, c. 2, h. 3, r. 87-119; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/319040; dema gihiştinê: 04.12.2023; 01:05.

66 Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, Weşanên Azad: Mersîn.

 67 Prof. Mehrdad A. Izady (2018), “Origin of The Kurds”, malpera Kurdistanicayê; bnr.:

https://kurdistanica.com/302/origin-of-the-kurds/; dema gihiştinê: 24.05.2023; 16:39.

 

Derbar ziman

Check Also

Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî (Zazakî)

Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî* Na xebate de hetê awanî ra romanê Kilama Pepûgî …

Leave a Reply