Kurd û dîroknasî

Di bin ronahiya zanyariyên jorîn de mirov dikare bibêje ku “divê dîroka kurdan a têkuz ji aliyê dewleteke kurdî ve bê nivîsandin; di pêvajoya dîroknivîsînê de divê hemû derfetên pêwist ên dewletê û yên navdewletî bên bikaranîn, desteyên lêkolîner û nivîskar bikaribin bigihêjin arşîvên li seranserî cîhanê û pisporên neteweyî-navneteweyî di heyama nivîsandinê de beşdar bin. Jixwe dîroka zanistî ya her dewletê jî divê bi vî awayî bê nivîsandin, nîqaşkirin, şirovekirin û zelalkirin.” Me berî çend salan di hevpeyvîneke digel kovara Fritillaria Kurdicayê de jî gotibû ku ziman, dîrok, nasname û mîrateya çandî ya kurdî di bin gefeke neheq de ye, bangewaziyek li cîhanê berz kiribû ku pêşî li vê sitemê bê girtin: “Bi rastî ev karên ku dikim ne karên şexsan e; yên sazîyên gelemperî yên netewî ne. Lê çi bikim? Ji ber rewşa bêdewletbûnê ez didim destpêkirin û hêvî dikim ku bala nifşa xwe bikişînim ser van mijaran. Ez di mijarê da gihiştim serkeftinê jî, lêbelê pergala cîhanê ya “nemirovdost” û “nezanistî” astengîyan datîne pêşiya me. Di vê girêdanka jêrîn da68 lîstikeka kurdan a bi navê “Topa Dara” yan jî “Topa Garanê” heye. Ji navê wê xuyaye ku ev lîstikeka kurdan e, lê di kovara zanistî ya Zanîngeha Agirîyê da wekî lîstikeka tirkan hatîye pêşkêşkirin. Nivîskarên vê derewê dê herin Erasmusê, li welatekî Ewropayê, bixwin û vexwin, derewa xwe mor bikin û werin, bibin doktor û profesor. Ev tenê derewek e ku ez pê hesîyame. Îcar bi hezaran derewên weha û qaçaxçîtî û dizîya çandî pêk tên. Mirovek an jî komeleyek nikare bersiva van derewan bide, divê sazîyên navdewletî jî bawernameyên van zanîngehan rakin û wan rexne bikin. Êdî em ji xweparastinê nikarin tiştekî ji gelê xwe ra bikin. Îcar em ê başîyên xwe derxin holê yan xirabîyên cînaran paqij bikin? Mixabin cîhana zanistî gelekî bêînsaf e. Ji ber ku dewletên wan hene, qaçaxçî û dizên çandî her derewê vedigerînin meqaman û kurd jî ji tirsa polîsan, girtin û kuştinê nikarin çanda xwe biparêzin. Cîhana zanîngehan hevparê vê zilmê ye. Ji ber ku gava kredîyê nedin vê zilmê, ew dê nikaribin bidizin. Ew diz erebeya me didizin, parçe bi parçe difiroşin cîhanê û kesek nabêje te ev ji ku anîye?”69

 

Cihê daxê ye ku ji aliyê kurdan ve bi kurdî nivîsandina dîroka kurdan û Kurdistanê xebateke gelekî dijwar e; ji ber ku dîroka kurdan hertim di nava çavkaniyên curecureyî de veşartî maye ku piraniya wan ne ji bo kurdan ne li ser kurdan ne jî bi kurdî hatine nivîsandin. Lewre divê zanyariyên derheqê kurdan de ji nava van çavkaniyên belawela bên berhevkirin û ji nû ve bên nirxandin ku encameka nêzikî rastiyê derkeve holê. Ji aliyekî din ve sererastkirina şaşiyên dîrokî yên li ser kurdan dijwartir e; ji ber ku dîroka Rojhilata Navîn -ji bilî hin awarteyan- hertim ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsandin û di van demên dawîn de jî ji hêla neteweyên desthilatdar ve hatîye dariştin. Mixabin ji 800 salî zêdetir e ku kurdan serdestî û desthilatdariya neteweyî bi dest nexistîye; her çiqas di nava sedsala 20an da çend dewletên kurdan damezirîbin jî (Keyanîya Kurdistanê, Komara Agirîyê, Komara Mehavayê) temendirêjê wan ji sê salan nebihuriye. Lewra dûrbûna kurdan a ji serdestî û desthilatdariyê derfet daye serdest û neteweyên din ku dîroka xwe ya desthûnayî ferz bikin, zanyariyên kurdan paşguh û winda bikin, bi piştgiriya dezgehên navneteweyî fezlekeyên xwe yên derewîn bidin pejirandin.

 

Îcar ji bo venivîsandina dîroka kurdan, hemû hewildanên pêşeng dê pirsiyaran derxin holê gengeşiyan çêkin; ev lêkolîn çiqasî xurt û kûr bin jî, zanyariyên ku ji mêj ve hatine veşartin û paşguhkirin dê bi hêsanî neyên pejirandin. Ne tenê ji aliyê dorhêlên pispor ve, di nava dîrokhez û heweskarên dîroka kurdan de jî lec û nîqaş dê derkevin; lê belê ev encama teqez pêwistiyeke neteweyî û zanistî ye ku divê çîka pêşîn a lêkolînê vêxin, ji bo xebatên berfirehtir û piştrastkirî rêyekê vekin, rêbazeke lêgerînê darêjin.

 

Bêguman dîroka kurdan a bi zimanê kurdî (bi zaravayê kurmancî) cara pêşîn di sedsala 19an de hatiye nivîsandin; Mele Mehmûdê Bazîdî (1797-1867?) “Şerefname”ya Mîr

Şerefxanê Bedlîsiyî (1543-1603?) ya ku sedsala 16an de bi farsî nivîsandî bi sernavê “Tewarîxê Qedîmê Kurdistan”ê wergerandiye kurdiya kurmancî.70 lê di van demên dawîn da gelek berhemên lêkolînî -çi kurmancî çi jî soranî- hatine weşandin û mirov dikare bibêje ku pêşveçûneka berbiçav di vî warî da heye. Îcar dimîne ku kurd lêkolînên xwe yên zanistî bi çend ezmûnan ra derbas bikin; wan wergerînin zimanên biyanî yên cîhanî û encamên xebatên xwe bidin nîqaşkirin. Bêguman pêwist e beşên dîrokê yên zanîngehên kurdan li ser pûçkirina zanyarîyên şaş bixebitin, rastîyê derxin hola zanistî û şaşîyan daxînin asta îftirayên dîrokî; wihareng e divê kurdên pispor û berpirsîyar bi ser navê sazî, pirtûkxane û mûzeyên neteweyî doza berhemên xwe yên li biyanistanan jî bikin, wan vegerînin welatê xwe.

 

Omitê Mistefê-Antropolojiya Kurd Kurdî Kurdistanê

Çavkanî:

68 https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/706045; dema gihiştinê: 16.12.2023; 22:54.

69 http://kurdishstudies.pl/files/Fritillaria_Kurdica_2022_21-2[2].pdf; dema gihiştinê: 16.12.2023; 22:58.

70 Şerefxan (2022), Şerefname: Tewarîxê Qedîmê Kurdistan, wergêr: Mela Mehmûdê Bazîdî, weşanên Nûbihar: Stenbol.

Derbar ziman

Check Also

Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî (Zazakî)

Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî* Na xebate de hetê awanî ra romanê Kilama Pepûgî …

Leave a Reply