Romana Semerqand – 41 (Amîn Me’lof)

Di van rojên bijan de, ez çima ji mirîyan Baskervîlleyî bîr tînîm? Gelo ji ber ku hevalê min û hemwelatiyê min bû? Bê guman. Lê heman demê de ji ber ku li vê Rojhilata jê re xerîp de ji bo avabûna azadî û demokrasiyê pê ve ti azweriya wî jî tinebûn. Gelo beytişe xwe feda kir? Gelo Rojava yê piştî deh sal, bîst sal, sed salan yê mînaka wî dayî bîr bînê? Yê Îran bedela wî dayî bîr bîne? Min naxwesta ez van tişta bînîm bîra xwe jî. Ji ber ku ez di navbera du cîhanan de, navbera du cîhanên heman demê de hem sozdar û hem dilşkên de ji ketina melonkoliyê ditirsiyam. Lê welê jî ez li buyerên pey mirina Baskervîlle re pêk hatîn binêrim, ez dikarim bibêjim, Baskervîlle ne beytişe mir.

Ji derve mudaxale hat kirin, dorpêçkirin rabû, xwarin hat. Dewle serê Howard? Belkî ji berî wî biryar hatibe standin, lê mirina wî bû sebebê wê ku bajar zûtir hat rizgarkirin. Jiyana bi hezaran mirovên birçî, dewle serê wî rizgar bû.

Wek tê zanîn, ketina artêşên çar ya nava bajêr xweşê Fazil neçû. Min razîbûna çarenûsê ji wî re vedigot:

-Hêza gel ya berxwedanê nema. Diyariya tu bidî wan ya herî mezin, rizgarkirina wan ya ji birçîbûnê ye. Piştî evqas êş û janan, ev deynê te ye.

-Deh heyvan şer bike û paşê bikeve destê parêzvanê şah Nîcolas!

-Ûrûs, ne bi serê xwe tevdigerin. Li ser navê girseya navneteveyî tên. Dostên me yên li ser rûyê erdê hemî vê harekatê dipejirînin. Heke em vê red bikin, li dijî vê derkevin, yên heta niha hevalbendiya me kirîn, yê desteka xwe bibirin.

-Serkeftin, bostekî ji me dûr bû! Niha teslîmbûn, danîna çekan!

-Tu ji min re dibêjî, an ji qedera xwe re?

Fazil xwe da hev, çavên wî tijî gazindbûn:

-Tebrîzê ne layîqê piçûkxistineke bi vî awayî ye!

-Tiştek ji destê min nayê, tiştek ji destê te jî nayê. Carna demên welê hene ku biryar çi dibe bila bibe ne baş e. Di nav van biryarê nebaş de, kîjan kêmtir te poşman bike, wê hilbijêre!

Hesko hinekî aram bîbê, welê dixweya. Qasekî bi kûr fikirî û paşê got:

-Yê hevalên min çawa çêbin?

-Ingilîz ewlehiya wan garatî dikin.

-Çekên me?

-Herkes dikare çeka xwe ragire, li malan nagerin. Heke ji malekî gule bên barandin, yê herin li wê malê bigerin. Çekên giran yê bên teslîm kirin.

Welê dixweya ku qet baweriya wî lê nehatibû:

-Ê baş e, paşê yê kê artêşa çar şûn ve bidê vekişandin?

-Em ê bimînin bi hêviya Xwedê ve!

-Vêca, yekcar tu li ser serê min bûyî Rojhilatî!

Di zimanê Fazil de peyva “Rojhilatî” ne peyvek ya îltifatê bû. Ji bo zanîna vê yekê, diviya mo Fazil baş nasbikira. Vêca bi gotina vê re rûyê wî yê tirş… Ez mecbûr mam ku min taktîk guherand. Bi dengeke bilind, min keserek kişand û ez rabûm ser piya:

-Belkî tu mafdarî, min xeletî kir ku ev mijar niqaş kirin. Ez ê rabim herim ji balyozê Ingilîz re bêjim, min razî nekir. Pey re ez ê bêm vê derê û heta dawiyê bi te re bimînim.

Fazil çengê min re girt:

-Min tu tewanbar nekiriyî. Pêşniyaza te jî, min red mekirî ye.

-Pêşniyaza min? ma ya min e? Min bi tenê pêşniyaza sefîrê Ingilîz ji te re got. Ser re jî, ka ev teklîf ji kê hatiye min ji te re vegot…

-Aram be û min fêm bike! Ez dizanim, derfetên  min tine ku heta ez nehêlim leşkerên Ûrûs bikevin nava Tebrîzê. Kê wan rizgar bikê bila bikê, hemwelatiyên min li hêviya rizgarkirinêne. Heke ez piçekî jî li berxwe bidim, ez dizanim ewul ew, pey re jî yê cîhan hemî min şermezar bikê. Ez dizanim rakirina dorpêçkirinê, ji bo şah têkçûnek e.

-Ma armanca şerkirina te jî ne ev bû?

-Na, tu vê de şaşbûyî! Ez dikarim lanetê li vî şahî bînim, lê yê ez pê re şer dikim ne ew e. Têkbirina despotekî ne armance. Ji bo Îranî bizanibin azadin, ev hişmendî bikevê serê wan û ji hêza xwe bi xwe bawerbin, ez şer dikim. Wek çawa li vê derê tê gotin weke Kurên Adem, ew jî di vê cîhana me de cihê ku layîqin bigirin. Ez ji bo wê şer dikim. Min xwest ku li vê derê ez vê serbixim. Vî bajarî, serwêrisiya şah û melayan red kir, li ber dewletên mezin serî hilda, mirovên wêrek li xwe heyran kirin. Gelê Tebrîzê li ber serketinê bû, lê firseta serketinê nadinê. Ji belavbûna vê mînakê ditirsin û divin wan piçûk bixin. Ev gelê bi şanaz, ji bo nên bixwe yê sêrî li ber leşkerê Çar bitewînê. Tu li welatek azad ji dayîk bûyî, geleke tu vê fêhm bikî.

Çend saniye borîn û pey re min pirs kir:

-Tu dixazî ez çi bersivê ji balyozê Ingilîz re bibim?

Fazil ne ji dil beşişî û got:

-Ji wî re bibêje, carek din ji penahîna majeste ez ê şanaz bibim.

Ji bo ez fêhm bikim ku bedbîniya Fazil ka çiqas li cihê xwe de ye diviya dem biboriya. Ji lew re buyerên pey re, ew neheq derêxistbûn. Fazil çend rojekî li balyozxaneya Ingilîz ma. Paşê M. Wratîslaw ew bi otomobîla xwe, nav xetên Ûrûs re derbaz kir û heta nêzikê Qezwînê bir. Fazil li wê derê tevlî yekîneyên Makezagonê bû. Piştî sekinandineke dirêj, wan jî, amadekariya meşa li ser Tehranê de dikirin.

Heta Tebrîz di bin dorpêçkirinê de bû, ji bo neyarên xwe bipêximîne qozek di destê şah de hebû. Dikariya gefan li wan bixwe û wan bisekinîne. Piştî dorpêçkirin rabû, hevalên Fazil, fêhm kirin ku benikê destê wan giradayî hat qetandin û bêsekin berê xwe dan paytextê û li ser Tehranê de meşiyan. Birek ji alê bakur ji Qezwînê, ya din ji alê başûr ji Isfexanê, weke du artêşan dimeşiyan. Artêşa başûr piraniya wan ji eşîra Bextiyariyan bû, 23 yê Pûşperê Qom vegirt. Piştî çend rojan, belavokek hevpar ya Ingilîz û Ûrûsan hat weşandin. Ji Makezagonparêzan sekinandina pêşveçûnê û bi şah re lihevkirin dixwestin. Heyne yê herdu dewletan mudaxele bikiran. Fazil û hevalên wî guhê xwe nedan wan û pêşketina xwe domand in. 9 ê Tîrmehê de herdu artêş li ber sûrhên Tehranê gihatin hev. 13 ê Tîrmehê de, deh hezar kes li alê bakûrê rojhilatê bajêr, deriyek baş nehatî girtin re û li ber çavên beqbûyîn yê nûçegihanê Tempsê re diketin nava bajêr. Bi tenê Lîakhov dest hilanîbû. Bi sê sed leşker, bi çend topên kevin û bi du tifingên bimakîne, li navendê de çend taxek xistibûn bin kontrola xwe de. Pêvçûnên dijwar heta 16 ê heyvê domandin. Wê rojê saet heşt û nîvê sibehî şah, xwe avêt balyozxaneya Ûrûs. Bi şêweyekî merasîmî ji ehlê qesrê û leşkeran pênç sed kes pê re bûn. Ev helwest, nîşana dev jê berdana text bû.

Ji çek danînê pêştir vebijêrka fermandarê Kazak nemabû. Sonda ji vê pêde di xizmeta makezagonparêzande bê û ji makezagonê re dilsoz bê xwar. Bi tenê yek şertê wî hebî: mayîna yekîneya wî. Ev soz jî jê re hat dayîn.

Şahê nû, kurê şahê ji dev text berdayî yê piçûkbû. Temenê wî, dozdeh sal hebû, an tinebû. Şêrînê, ji dayîkbûyînê ve ew nas dikir. Li gorî wê, zarokek hestyar û nerm bû û di dilê wî de ti xerabî tinebû. Roja piştî pêvçûnan li rex wasiyê xwe Simîrnoff, diçûya qesrê. Dema nava bajêr re diboriyan bi qêre qêra “Bijî Şah” hat pêşwazîkirin. Roja ji beriya wê kesên digotin “Ji Şah re Mirin” heman kes bûn!

Şahê ciwan, çavdêriyek baş nîşanê gel da. Zehf nedikeniya, carna destê xwe ji gel re dihejand û bi vî awayî ew silav dikirin. Lê dema gihat qesrê, cîhan li kesên derdora xwe teng û tarî kir. Ji ber ku yekderb ji malbata xwe hatibû veqetandin, bê navber digriya. Heta wê havînê, ji bo dê û bavê xwe bibînê hewldabû ku ji qesrê birevê. Dema hat girtin, xwe li xeniqandinê asê kir. Dema ben stûyê wî şidand, vê carê tirsiya û hawar xwest. Zû gihatin wî û xelas kirin. Vê bûyerê bandorek erênî lê kir. Ji tirsên xwe rizgar bû û rola xwe ya fermanrewanê meşrûtî, li gorî wê leyîst.

Desthilatdariya rastîn, di destê Fazil û hevalên wî de bî. Bi paqijkirineke lezgîn dest bi serdema nû kirin. Şeş partizanên hevalbendê pergala kevin hatin dardekirin. Nav wan de melayên di “Benîademan” re şer kirîn û Şêx Feyzûllah Nûrî jî hebû. Sûncê wî, fitûdana qiyama piştî darbeya ji beriya salekî bû. Ji ber ku tevlî kuştinekî bûbû, bi cezayê mirinê hat mehkumkirin û cezayê wî ji alê maqamê şiiyan ve hat pesendkirin. Kifşbû ku aleke vî cezayî jî sembolîk bû: Nûrî, îddia kiribû ku makezagon dînîtiye. 31 ê Tirmeha 1909 ê di Qada Topxaneyê de li ber çavê gel hat hilawastin. Ji berî mirinê gotibû: “Ez ne paşverû me” lê pey re jî ji hevalbendên xwe re gotibû, makezagon dijî dînê islamê ye û gotina dawî, yê ya İslamê  bê.

Karê rêveberan yê ewul, bû avakirina avahiya parlementoyê. Avahî weke kavilekîbû. Hilbijartin çêbûbûn. Şahê ciwan 15 ê Sermawazê de parlemento bi van gotinan vedikira:

“Bi navê wî xwedanê azadiyê dibexişînê û bi piştgiriya Mehdî ya manewî, vaye min bi coşeke mezin Meclisa Netewyî ya Şêwirmendiyê vekirî ye. Pêşveçûna çandî û geşebûna zîhniyetê, guherîn mecbûr kiriye. Ev geşebûn bi nav tecrûbeyên bijan re bihorî ye, lê Îran bi hezar salan gelek qereçarşemiyê halê borandine. Îro gelê Îranê dibînê ku daxwazên wê têne cih. Em gelek keyfxweşin ku vê hukumeta pêşverû desteka gel standîye û Ewlehî û aramî aniye welêt.

Ji bo reformên pêwîst pêkwerin, geleke parlemeto û hukumet, dewletê ji nû ve rêxistin bikê. Bi teybetî jî pêşekiyê bidê karên darayî û qene bibê weke yên welatên şareza.

Ez ji xwedayê mezin dixwazim ku rê nîşa nûnerên netewa me bikê û ji Îranê rûmet, serxwebûn û dilşadiyê kêm nekê.”

Wê rojê li Tehranê weke cejnê bû. Kolan tijî bûn, li her deverî stran dihatin gotin, helbestên her peyvên wan “Makezagon”, “Demokrasî”, û “Azadî” yê re bibeşawend dihatin xwendin. Firoşkaran, şerbet  û şekir îkramê kesên li kolanan dikirin. Bi dehan rojnameyên dema darbeyê de hatîn girtin, rêklama hejmara xwe ya teybet dikirin.

Dema bû şev, fişekên hewayî bajar ronahî kirin. Li baxçeyên Baharîstanê trîbûn hatibûn çêkirin. Di trîbûna rûmetê de dîplomat, endamên hikumeta nû, parlementer, serekên olî, nûnerên loncayên sûkê hebûn. Ji ber ku ez hevaleke Baskervîlleyî bûm ji rêza ewul cih ji min re hatibû veqetandin. Ez hema li pişt Fazil rûdiniştim. Teqîn û fişekên hewayî li pey hev pêkdihatin û ezman bi demeke kurt dibû weke rojê. Serî, şûn ve dizivirin, rû dibiriqîn û paşê bi keneke weke yê zarokan re dihatin cihê xwe. Li derve “Benîadem” bênavber diqêriyan.

Kîjan qêr û kîjan qelebalix bû sebep ku bîra min Howard hat, ez nizanim. Ev cejin bi rastî cejna wî bû. Heman demê de Fazil jî li min zivirî û got:

-Tu xemgîn dixweyî

-Na. Ez ne xemgînim! Lê ji kengê ve, min dixwest ku li Rojhilat qêra “Azadiyê” werê. Lê hinek serborî hatin bîra min.

-Wan deyne derekî, bikene, keyf bike. Ji van kêliyên dawî yên keyfê kêrdar bibe!

Gotinên bi xof yên şahiya şevê hemî herimandin! Gelo Fazil, nîqaşên me yên ji beriya heft heyvan li Tebrîzê didomandin? Mijarên nû yê jê bitirsiyan hebûn? Roja din, min biryar da ku ez herim cem, qene zêdetir zanyariyê jê bistînim. Lê paşê min dev jê berda. Ji bo em rasta hev neyên, wê salê min her xwe ji wî dabû aliyekî. Ji bo çi? Piştî vê maceraya min ya hêwilnak, derheqê helwesta min ya li Tebrîzê de gumanên min hebîn. Ez ew kesê li pey pirtûkekî ketîm û hatîm Rojhilat, gelo mafê min hebû ku ez evqas tevlî şerek ji min re ne lazim bibim? Bi kîjan mafî min çûyîna Îranê li Howard pêşniyaz kir? Baskervîlle, ji bo Fazil û hevalên wî şehîdek bû. Ji bo min windakirina hevalekî. Hevalek li axa welatek xerîp, ji bo doza xerîban mirî! Û hevalek, rojekî malbata wî hesabê wî ji min bipirse: “Ji bo çi te berê kurê me da wê derê?”!

Ez, ji bo Howard ezabê wijdanê dikşînim? Belkî hestyariya rêzgirtinê! Ez nizanim gotin di cih de ye an na, lê belê min divê bibêjim, min qet ne niyetbû ku li nava kolênên Tehranê bigerim û di dema dorpêçkirina Tebrîzê de pesnê qaşo lehengiyê bidim û xwe pê mezin bikim. Ez bi rasthatin û piçkokî tevlî vî karî bûbûm û bûbûm xwediyê dostekî, hevalekî leheng. Lê niyeta min tinebû ku ez li ser xatireya wî, berbijariyan dest bixim û ne li pey xweşdariyan bûm.

Bi rastî min dixwest ku ez winda bibim, bêm jibîrkirin. Min ne dixwest ez herim cem endamên komeleyan, dîplomatan. Ya ku bikeyf heroj min didît Şêrîn bû. Xaniyên malbata wê pirbûn û li cihbûna yekî ji wan, min lê dabû pejirandin. Derek derveyê paytextê li girên Zargandayê bû. Min jî li wê derê xaniyek piçûk kirê kiribû. Ji bo balê nekişînim… Ji lew re bi alîkariya xizmetkaran ez şev û roj bi wê re bûm.

Wê zivistanê, carna bi hefteyan em ji jûra wê dernediketin. Li jûra sobeyeke biçînî û zehf spehî germ dikir, me destnivîs û çend pirtûkên din dixwendin, qelûn dikişand, şeraba Şîrazê û carnê jî şampanya vedixwar û fistaqên Kîrmanê û helawa Isfexanê ber dilê xwe de dikir. Şahbanûya min hem hermetek giran û rêza xwe de bû hem jî keçikek belhizok bû.

Rojên havînê yên ewul de Zarganda xulxulî. Biyanî û dewlemendên Îranî hatin koşkên xwe. Ji bo wan rojên bêhnvedanê yên dirêj destpê dikirin. Ji bo biyaniyan jî, xelasbûna ji acizbûna Tehranê ya boz, hatina vê biheşta keskbû. Zivistanê Zarganda vale dibû. Bi tenê baxçevan, pasvan û gelê wê yê binecih diman. Ji min û Şêrînê re çolek halê xalî pêwîstbû.

Mixabin ji Avrêlê pêde, hatina destpê kir. Kesên bê kar û bê kêr li ber şebekeyên pencera re diboriyan. Şêrînê heroj, piştî xewa nivro mêhvanên xwe qebûl dikirin. Ez mecbûr bûm ku her gav xwe veşêrim û ji navbiran birevim. Êdî ew rojên zivistanê yê rehet qediyabûn. Çûyîn pêwîstbû. Dema min ev ji şahbanûya xwe re got, pê qehirî:

-Min digot qey tu dilşadî.

-Ez di dilşadiyek kesnedî de jiyam. Min divê ji bo ev dilşadî xeranebê em navberê bidinê, qene hêca xera nebûyî em bigihijin wê. Ez bi evînî û heyranî li te dinêrim û ez nikarim xwe. Min navê qelebalixa li dora me bibê sedemê wê ku ez çavên xwe ji te bizivirînim. Ez ê havînê herim û zivistanê vegerim.

-Havîn, zivistan tu yê herî, werî… Tu dibêjî, qey tu yê li demsalan, salan, li e’mrê xwe û e’mrê min ferman bikî. Te ji Xeyam ders negirt? “Ji nişkave, heta tu lêvên xwe şil bikî tu yê herî.”

Awirên xwe dan çavên min, hesko min bixwîne… Her tişt fêhm kiribû, keserek kişand:

-Tu yê bi kû ve herî?

Min jî nedizanî ya. Hatina min ya Îranê ya cara didoyanbû û her du caran jî ez liqayî dorpêçkirinê hatibûm. Li pêşiya min, ji bo vedîtinê alema rojhilat ya mezin hemî hebû. Ji Bogazîçî heta Deryaya Çînê, Tirkiye  û wê jî li rex Îranê heman demê de serî hildabû. Siltan-xelîfe ji text êxistibûn, bi parlamenter, komelê û rojnameyên muxalif pesnê xwe didan. Pey re Efxanîstana bi şanaz hebû ku serî li Ingilîzan dabûn tewandin, lê bi kîjan buhayî! Û deverên din yên Îranê… Min bi tenê Tebrîz û Tehran nasdikirin. Gelo Isfexan? Şîraz, Kaşan û Kîrman? Û Nîşabûr û gora Xeyam?

Ji van rêyan kîjan bê bijartin? Berê xwe bidim kijanê? Destnivîsê, şûna min hilbijartin kir. Ez li Krasnovodskê li trênê siwarbûm, ji Aşkabad û bajarê dîrokî Mervê borîm. Min Bûhara dît.

Ez bi teybet çûm Semerqendê.

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply