Tag Archives: zanist

Nîsan, 2024

Sermawêz, 2023

  • 10 Sermawêz

    Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Heciyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk a Birayên Grimm De

    Vegotinên gelêrî bi rengekî xwezayî xwedî curbecur çavkanî ne û ev çavkanî girêdayî tevgerên çandî, dînî, demografî, bazirganî û hwd. yên civakan e. Di encama van tevgeran de çawa ku di rêbazên jiyana rojane û çanda madî ya van civakan de lihevçûn derdikevin meydanê wisa jî di çanda wan ya manewî û folklora wan de lihevçûn peyda dibin. Herwekî ku gelek antropolog jî vê tesbîtê dikin; ji ber ku pêdiviyên bingehîn yên mirovan li her deverê cîhanê bi heman rengî ye, gelekî xwezayî ye ku di çanda wan de jî hevbeşiyên berbelav çêbibin. Vegotinên gelêrî digel ku her dem têne afirandin û têne nûjenkirin jî ji vekolîna li ser wan, ji taybetmendiya vegêranî û motîfên wan em dizanin ku rehên wan digihîjin demên arkaik. Lewre dema ku em di navbera vegotinên du çandên cuda de lihevçûneke balkêş bibînin, divê em ne tenê li gorî peywenda îroyîn li sedemên vê lihevçûnê bigerin. Dibe ku di dewrên kevnartir yên mirovahiyê de têkiliyên di navbera van her dû çandan de cudatir be. Wekî mînaka hevbeşiya di navbera çîrokên alman û kurdan de. Dema ku em bi hûrgilî bala xwe didin çîrokên van her dû miletan, em dibînin ku hin çîrokên wan ji alî tema, motîf û avaniya çîrokan ve wekî hev in. Çîroka Elik û Fatik û Hansel û Gretela almanî, dîsa çîroka Şengê û Pengê û Gur û Heft Karika almanî ji hemî waran ve heman çîrok in. Yanê ew ne du çîrokên dişibin hev in lê heman çîrok in. Di vê vekolînê de em ê bi berawirdkirina Şengilo û Mengilo ya kurdî û Gur û Heft Karikên Biçûk a almanî hewl bidin vê hevbeşiyê tesbît bikin.

Hezîran, 2023

  • 22 Hezîran

    Erdeşêr Reşîdî Kelhor: ”Li du zanistê herin”

    Mirovahî li valahiya esman li dû gelek pirsên bêbersiv digere ku ji bo vê pêwîstî bi bi alavên nû û pêşkeftî ye. Hinek ji wan alavên ku niha li esman hene, ji aliyê Kurdekî li Amerîkayê dijî ve hatine çêkirin. Erdeşêr Reşîdî Kelhor endazyar û zanyarekî Kurd e ku di dîzaynkirin û çêkirina parçeyeke mûşeka Artemîs de cihê xwe girtiye …

Tîrmeh, 2021

  • 17 Tîrmeh

    Zanînî çi ye û Çawa Dertê Holê?

    Serdema ku niha em tê de dijîn, carinan bi navê Serdema Ragihandinê, carinan jî bi navê Serdema Zanistî, Serdema Teknolojiyê û pir caran jî bi navê Serdema Zanînîyê, tê zanîn. Rastî ew e ku hemû binavkirinên bi vî rengî, meriv dikare bibêje ku hev temam dikin. Zanist, cîbicîkirinên teknolojiyê ber bi pêşveçûnê ve diajo, teknolojiya ku xurt û berfireh dibe jî, leza …

Gulan, 2021

  • 10 Gulan

    Hinek Agahiyê Zanistî

    Heya nîha, li cîhanê 250 mirovên mirî xwe qefilandin. Armanca van mirovên mirî li benda roja ku bi bijîjkî bêtir pêş bikeve û ta kû disa zindî bibin. Darên Baobab lî Afrîka ye ne û dikarin 121 ton av di qurmên xwe de veşêrin.Mirovên xwecihî yên Afrîkayê bawer dikin ku dara baobab mirovê yekem dît. Loma ew darên Baobabê pîroz …

Tebax, 2016

  • 28 Tebax

    Kurdî bi wergerê dikare bibe zimanê zanistê

    Weşanxana Wergerê ya Hojîn ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hat vekirin, ji aliyê rêveberiya tomarkirina belgeyên fermî û rêveberiya rewşenbîrî ya Îranê moleta fermî ya kar wergirt. Rêveberê Weşanxana Wergerê ya Hojîn Kemal Tahirnijad ragihand: “Bi armanca dewlemendkirina pirtûkxana kurdî û pêkanîna navendekê bo kesên ku ji demeke dirêj ve di warê wergerandinê de kar dikin, me ev …

Sermawêz, 2015

  • 26 Sermawêz

    Destpêkek Ji Bo ZANISTA EDEBIYATA MODERN

    Ji pênûsa Remezan Alan berhemeke nû: Destpêkek Ji Bo ZANISTA EDEBIYATA MODERN Tiştekî ku ji bo edebiyata modern bibe “zanîn”ek heye? Ew warê ku jê re poetîka, teoriya edebiyatê an jî edebnasî tê gotin, bi pêvajoyeke çawa ve girêdayî ye? Ji ber çi ji bo huner û edebiyatê ewqas riyên cuda hene? Şîrove, metin, wate, edebîtî, erkê edebî, cure, peywend, …