Mesnewîya Mem û Zînê û destana Memê Alan du berhemên helbestkî ne. Berhemên helbestkî ji du hêmanên bingehîn pêk tên: Ruxsar û naverok. Naverok, ji mijara berheman pêk tê. Ji mijara berhemên helbestkî mirov dikare paşxaneya berheman a fikrî derxe holê û van berheman şîrove bike. Ruxsar jî bastûra şeklî ya berhemên helbestkî ye. Ev taybetî, bêhtir çarçove û sînorên …
Îlon, 2020
-
15 Îlon
PÊWENDÎYA EDEBÎYATA ZAREKÎ Û NIVÎSKÎ
Edebîyata zarekî, edebîyata herî kevn a miletekî ye.[1] Edebîyata zarekî ji serdemên antîk ve heye û destpêka wê ne dîyar e, ji ber ku ji mêj ve gotin heye. Edebîyata nivîskî, piştî ya zarekî derketiye holê û bi dahênana nivîsê re li ser rûyê erdê belav bûye. Di edebîyata kurdî de hejmarên berhemên edebîyata nivîskî li gor edebîyata zarekî hindiktir …
-
12 Îlon
EDEBÎYATA KLASÎK A ÎSLAMÎ/ROJHILATÎ
Edebîyata klasîk, ji edebîyata nivîskî ya ku di serdema îslamî de, di bin bandora îslamê û zimanên erebî, farisî çanda Îranê de maye, tê pê[1] Ev edebîyat, li gor xwe xwedîyê usûl û qayîdeyên kifşkirî ye. Bingeha xwe ji edebîyata erebî digire û bi bandora îslamê ev edebîyat pêşî li Îranê di nav farisan de belav bûye û ji wir …
-
1 Îlon
PIRTÛKEKA NÛH: GULÎZAR
Malbat bela-wela ne û evîndar ji hevûdu dûr dikevin, lê evîn zora her tiştî dibe. Di Gulîzarê de, tiştê ku herî pêşîn bala me dikişîne, warê hunera edebî û teknîka raxistina tema kurteçîrokan e. Zimanê nivîskarî, zimanê rojane, nerm-nerm diherike. Gulîzar ji alîyê Weşanxaneya Helwestê ve hat weşandin. Nivîskarê Gulîzarê Lokman Polat e. Di berga pêşîn de wêneyeke çekdarekî/pêşmergeyekî, ku …
Tebax, 2020
-
29 Tebax
Dêre Sorê Piçûkê
Min di twîteke xwe ya roja 14/8 2020 an de bala xwendevan û şopînerên xwe kişande ser mijara peyva dêre û kilama Dêre Sorê Piçûkê ku cara yekem ji aliyê hunermenda kurd Zadîna Şekir de hatiye gotin. Kilam di nav kurdan de bûye yek ji wan kilamên here hezkirî. Peyva dêre li Serhedê bo kincên jina (fîstan, kiras, entarî) tê …
-
1 Tebax
Binefşa Narîn
Binevşa Narîn keça Faris Beg e. Faris Beg yekî feqîr e. Derwêş Begê mîrê êlê yê dewlemend, çav bi qîza wî Binefşê dikeve, dil berdidiyê. Dixwaze ku pê re bizewice. Derwêş Beg, pîrekî nod salî ye. Binefş û malbata wî Derwêş Beg qebûl nakin û ji tirsa wî direvin. Derwêş Beg, wan rehet bernade û ji sê birayên Binefşê diduyan …
Tîrmeh, 2020
-
30 Tîrmeh
Sîyabend û Xecê
Yek ji destanên gelêrî ya herêma Farqînê ye. Lê ji bo cihê qewimîna destanê nîqaş hene. Li gor Samur çend delîl hene ku dibêjin ev destan li Farqînê qewimîye.[1] Lehengê sereke yê destanê wek “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Di hin guhertoyên di nav gel de jî ev destan bi navê “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Celadet Bedirxan ev destan bi navê …
-
21 Tîrmeh
Zembîlfiroş û Gulxatûn
Cihê qewimîna serpêhatîya Zembîlfiroş herêma Farqînê ye.[1] Îro jî keleha Zembîlfiroş li Farqînê heye. Di vê destanê de behsa çîroka mêrikê Zembîlfiroş ê ku debara xwe bi firotina zembîlan (selikan) dike tê kirin. Bi navê Gulxatûn jineke dewlemend a zewicandî dil dikeve Zembîlfiroş û dixwaze ku Zembîlfiroş jî bersiva evîna wê bide. Lê Zembîlfiroş, mirovekî xwedî zar û zêç e. …
-
13 Tîrmeh
Destan û Merhaleyên Destanan
Destan, bi carekê û ji nişka ve dernakevin holê. Ji bo peydabûna wan a di nav miletekî de demeke dirêj divê. Ev pêvajo, bi awayekî spontane di nav erdnîgarîyeke sînorên wê nedîyar de tê pê. Destan piştî ku ji çend merhaleyan derbas dibin kamil dibin. Hejmarên van merhaleyan bi giştî sisê ne. Ev her sê merhale li gor rêzekê pêk …
-
11 Tîrmeh
Destanên Kurdî
Kurd, civakeke wisa ne ku di nav xwezayê de, bi xwezayê re jîyane û ji ber çandinî û ajalvanîyê demên xwe zêdetir li derve derbas kirine. Çend dehsalên dawî ne tê de, kurd heta îro zêdetir li gundan mane û ji bo kar û barên xwe carinan ji gundên xwe dûr ketine û bi vî awayî kêm zêde haya wan …