Sîyabend û Xecê

Yek ji destanên gelêrî ya herêma Farqînê ye. Lê ji bo cihê qewimîna destanê nîqaş hene. Li gor Samur çend delîl hene ku dibêjin ev destan li Farqînê qewimîye.[1] Lehengê sereke yê destanê wek “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Di hin guhertoyên di nav gel de jî ev destan bi navê “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Celadet Bedirxan ev destan bi navê “Siyabendê Silîvî” di hejmara 13an a kovara Hawarê de weşandiye.[2]

Guhertoyên vê destanê yên zarekî gelek in. Guhertoya ku cara pêşîn hatiye berhevkirin, di sala 1854an de hatiye nivîsîn û qeydkirin.”[3] Mela Mehmûdê Bayezîdî ev destan bi pexşanî nivîsîye. Ahmet Aras jî xebatek li ser vê destanê nivîsîye.[4]  Mihoyê Mecîd ji bo vê destanê dibêje ev serpêhatîya kevn û şêrîn jî wek serpêhatîya Memê Alan di nav gel de pir belav bûye.”[5] Anku ev destan jî bi qasî Memê Alan cihê xwe di folklora kurdî de girtiye. Ev serpêhatî bi taybetî li derdora Farqînê belav bûye û bûye parçeyek ji folklora kurdî.[6]

Destan, bi giştî behsa evîna Sîyabend û Xecê dike. Di dawîya destanê de Sîyabend diçe nêçîra pezkûvîyan. Dema Sîyabend pezkûvîyekê nêçîr dike, dibe gorîyê nêçîra xwe.[7] Piştî Sîyabend, Xecê jî xwe dikuje. Îro jî ev destan li gelek herêman tê vegotin û berbelav e.

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz “BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM ÛZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Samur, h.b., r. 62.

[2] Herekol Azîzan, “Siyabendê Silîvî’’, Kovara Hawar, Hejmar 13, Weşenxaneya Belkî, Stenbol 2012, rr. 201-202.

[3]Rohat Alakom, “Silîva: Bajarê ku Heft Car Xerab û Heft Carî Ava Bûye”, Kovara Bîr, Hejmar 1, Dîyarbekir, bihar 2005, r. 183.

[4] Bnr., Ahmet Aras, Sîyabend û Xecê, Ülkem Kitabevi, İzmir 1993.

[5] Mihoyê Mecîd,Jı Folklora Me”, Kovara Roja Nû, Hejmar 2, Swêd, 1983, r. 16.

[6] H.r.

[7] Rohat Alakom, “Di Çanda Kurdî de Cihê Nêçîrê”, Kovara Nûbiharê, Hejmar 143, Stenbol, Bihar 2018 r. 16.

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply