PÊWENDÎYA EDEBÎYATA ZAREKÎ Û NIVÎSKÎ

Edebîyata zarekî, edebîyata herî kevn a miletekî ye.[1]  Edebîyata zarekî ji serdemên antîk ve heye û destpêka wê ne dîyar e, ji ber ku ji mêj ve gotin heye. Edebîyata nivîskî, piştî ya zarekî derketiye holê û bi dahênana nivîsê re li ser rûyê erdê belav bûye.

Di edebîyata kurdî de hejmarên berhemên edebîyata nivîskî li gor edebîyata zarekî hindiktir in. Wekî ku me berê got, ji ber bêderfetîyan, berhemên nivîskî kêm in. Ji ber vê yekê, edebîyata kurdan a zarekî zêdetir derketiye pêş. Civatên zarekî xwedîyê mîrateyên gelêrî ne.”[2] Vê yekê wisa kiriye ku edebîyata kurdî ya zarekî di coyekî din de ji xwe re rêyeke serbixwe veke û pê de here.

Edebîyata nivîskî, tixûbên xeyalên civakê, dewlemendîya zimanê civakê û bikêrhatina zimanê wê civakê ya di heqê hest û ramanan de nîşan dide; lê wêjeya zarekî, weke nasnava civakekê ye û meriv dikare bi hêsanî ji wêjeya zarekî, bastûra wê civakê ya sosyolojîk binase.[3]  Ji ber ku kurdan bêhtir xwe di edebîyata zarekî de nîşan daye û têkilîya wan a nivîsê bi derengî ketiye, em jî dikarin bibêjin ku karakter û sosyolojîya kurdan di edebîyata wan a zarekî de zelaltir xuya dibe. Edebîyata nivîskî piştî dîtina nivîsê hêdî hêdî belav bûye. Ji ber tunebûna kelûpelên nivîsandinê, heta sedsalên belavbûna îslamîyetê jî edebîyata nivîskî ya miletên Rojhilatî qels e. Edebîyata nivîskî ya kurdî ji ber sedemên curbicur ên bêderfetîyên kurdan hinekî din dereng maye. Ji ber ku edebîyata kurdî ya klasîk jî parçeyek ji edebîyata nivîskî ye, edebîyata klasîk û zarekî ji hev dûr in. Edebîyata kurdî ya zarekî di çarçoveya edebîyata klasîk de nayê hesibandin û ew şaxeke serbixwe ye.[4] Ji ber vê hindê, herçiqas Ehmedê Xanî berhema xwe ya edebîyata klasîk, Mem û Zînê, li ser Memê Alana folklorîk saz kiribe jî ev her du berhem di mecraya xwe de bûne du berhemên serbixwe. Mirov dikare vê jî bibêje ku edebîyata kurdan a nivîskî li ser hîmê edebîyata zarekî rabûye. Uzun, li ser vê mijarê wiha dibêje: “Çaxa edebiyata kurdî, hêdî hêdî, kiras guherî û ket qalibê nivîskî, berî her tiştî, hingê klasîkên folklora kurdî, mîna Memê Alan, Siyamend û Xecê, Dimdim, Zembîlfiroş, Binevşa Narîn û Cembeliyê Hekarî, qulipîn ser kaxizan û hatin nivîsîn.”[5] Aras jî di vî warî de wekî Uzun difikire û wiha dibêje: “Zargotin di eynî wextê de çavkaniya edebiyata nivîskî ye jî, çawa ku Ehmedê Xanî ‘Mem û Zîn’ a ku ji ‘Memê Alan’ wergirtiye û nivîsandiye, her wisa jî Xarîs Bidlîsî ‘Leyl û Mecnûn’ ji ‘Leyl û Mecnûn’a zargotinê, Feqiyê Teyran ‘Şêxê Senan’, ji ‘Şerê Sîsebanê’, Erebê Şemo ‘Kela Dimdimê’ ji bûyera ‘Xanê Çengzêrîn’ wergirtine û nivîsandine.”[6]

Di nerîta vegotina zarekî de destanên ku herî zêde tên vegotin Kela Dimdimê û Memê Alan in ku ev destan têra xwe hêmanên lehengîyê di nav xwe de dihewînin.[7]  Memê Alan bi awayekî zarekî belav bûye, sînorekî wê tune ye. Bi dîroka xwe ji Mem û Zîna Xanî kevntir e û hîmê Mem û Zînê li ser honaka Memê Alan hatiye rakirin. Memê Alan piştî tecrûbeya sedan, belkî hezaran salan hatiye honandin, lê Mem û Zîna Xanî li gor hizir û texeyûla Ehmedê Xanî hatiye sazkirin. Mirov dikare bibêje Memê Alan azad e, lê Mem û Zîna Xanî tim û daîm di nav daîreyekê de ye, anku çarçoveya wê kifş e. Pêşî di hişê Xanî de ye, piştî ku ji wir derdikeve derbasî nav pirtûkekê dibe, lê di her du cihan de jî dorpêçkirî ye, sînorekî wê heye. Lê Memê Alan di nav sahayê de serbest û azad tevgerîyaye. Hema bêje li hemû herêmên Kurdistanê şaxên xwe berdane, heta qîma xwe tenê bi Kurdistanê jî neanîye û derbasî sînorên Qafqasya, bi taybetî Ermenistanê bûye û li wir bi zimanê ermenkî jî hatiye gotin. Mem û Zîna Xanî herçiqas bandoreke mezin li ser wêjenasên din ên piştî xwe kiribe jî ew berhemeke tekane ye û tenê formeke wê heye. Memê Alan, li Kurdistanê wek çîrokekê hatiye vegotin û di nav gel de her kesê ku xwedîyê behremendîya çîrokbêjîyê be, karibûye vê çîrokê vebêje. Lê mirovên jirêzê herçiqas xwedîyê behremendîya çîrokbêjîyê bin jî destana Memê Alan an jî berhemên zarekî yên bi vî rengî tenê di mala xwe de gotine. Hin ji van kesan jî li gundê xwe yan jî di derdoreke din a teng de vegotine. Anku vegotina van kesan lokal e, qada wan zêde ne fireh e. Lê ji hêleke din Memê Alan bi rêya hosteyan kilaman anku bi rêya dengbêjan xwe gihandiye cih û warên dûr û kûr.

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Adak, 2013,  h.b., r. 25.

[2] Remezan Alan, “Bavê Helbesta Gelêrî û Ferxên Wê,” Kovara Bîr, Hejmar 1, Dîyarbekir, bihar 2005, r. 199.

[3] Mihemed Ronahî, “Wêjeya Kurdî ya Devkî”, Kovara Zend, Rêzepirtûk 14, Stenbol, payîz 2010,  r. 105.

[4] Adak, 2013,  h.b., r. 27.

[5] Mehmed Uzun, Destpêka Edebiyata Kurdî,  Weşanxaneya İthaki, Stenbol 2007,  r. 38.

[6] Ahmet Aras, “Zargotina Kurdî û Metodên Lêgerînê”, Kovara Zend, Hejmar 3, Sal 2, Stenbol, Payîz 1997, rr. 53-54

[7] Kardaş, h.b., r. 185.

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply