Destanên Kurdî

Kurd, civakeke wisa ne ku di nav xwezayê de, bi xwezayê re jîyane û ji ber çandinî û ajalvanîyê demên xwe zêdetir li derve derbas kirine. Çend dehsalên dawî ne tê de, kurd heta îro zêdetir li gundan mane û ji bo kar û barên xwe carinan ji gundên xwe dûr ketine û bi vî awayî kêm zêde haya wan ji hev çêbûye. Rêyeke din jî ew e ku bi rêya berhemên zarekî bi hevdu hesîyane.

Bi rêya berhemên zarekî, bi taybetî bi rêya dengbêjan, ji herêmên din ên kurdan agahdar bûne; bi şerên eşîrên kurd hesîyane, li çîrok, destan û meselokên hev guhdarî kirine. Lewma tê dîtin ku edebîyata kurdan a zarekî li gor jîyana kurdan a civakî teşe girtiye. Di berhemên kurdan ên folklorîk de hema bêje hemû taybetîyên wan ên karakterîstîk xuya ne. Yek ji van cureyên berheman jî destan in.

Destan, ji nav berhemên folklorîk ên miletekî yek ji berhemên herî neteweyî tên qebûlkirin. Lewre di destanan de mirov dikare şopên neteweyekê biçespîne. Kurdan ji ber bêderfetîyên curbicur di qada nivîskî de xwe zêde nîşan nedaye, lê di qada wêjeya zarekî de li gor qada nivîskî xurttir in. Yek ji nîşaneya xurtbûna edebîyata wan jî destanên kurdî yên kevnar in. Li her herêmeke kurdan li gor nirx û bawerîyên wê herêmê, destan tên vegotin. Hin ji wan destanan ên ku hatine berhevkirin û tomarkirin; Sîyabend û Xecê, Kela Dimdimê, Zembîlfiroş, Kerr û Kulik, Ristemê Zal, Binefşa Narîn, Stî û Ferxî ne.[1]

(Destanên Kurdê wê di pêşda were weşandin)

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz “BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM ÛZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin


Çavkanî: 
https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/

 

[1] Bnr., Reşo Zîlan û Serdar Roşan, Destanên Kurdî Ji Zargotina Kurdî, Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê, Stenbol bêdîrok.

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply