Destana Dimdim li ser bûyereke dîrokî hatiye avakirin. Piştî ku ev bûyer wekî destan û serhatiyeke menzûm ketî li ser zimanê dengbêj û beytbêjan, bi awayekî rewanbêj û bi hûneren edebî ve xemilandî hatiye vegotin. Herwesa di bûyeran da jî hinek zêdekirin an jî kêmkirin çêbûne. Gelek tiştên bi rêka dîrokê negehiştî roja me bi saya destana devkî em li ser hûrgiliyên wê agahdar dibin.
- 2. 1. Cih û Dem
Di waryantên destanê da erdê kela Dimdim lê hatiye avakirin “Deşta Hozanê” ye. Ev deşte wekî zozaneke bilind tête danasîn. Li vê deştê da ew girê ku Xanê lepzêrîn xezîne û gencîne lê dîtî wekî “Girê Gencê” tête binavkirin. Kela Dimdim jî li ser vî girî hatiye avakirin. Di destanê da behsê Şahê Îranê Şah Ebbas tête kirin ku serokê hindî Îran û ‘Ecematê bû. Şah Ebbas di navbera salên 1588 û 1629ê şehînşahiya Sefewiyan kiriye. Lewra ji destanê dema bûyerê jî eşkera dibît. Di destanê da Xanê Lepzêrîn, heft salan gavanî, xulamî û hevaliya Şahî kiriye. Heft salan Kela Dimdim ava kiriye û heft salan jî şerê Sefewiyan kiriye. Bi vî awayî behsê serhatiya Xanî ya bîst û yek salan dike.
- 2. 2. Kes û Leheng
Bûyera dîrokî ya Dimdim ji aliyê kesekî (Îskender Beg Turkman) dijminê Xanê Lepzêrîn ve hatibû nivîsîn. Lewra kesên di vegotina dîrokî da derbas dibin ji Kurdan bêhtir Sefewî ne. Di destana devkî da jî berevajî vê çendê navên Kurdan zêdetir derbas dibe. Di destanê da navê gelek kesan derbas dibe. Di waryantên cûda da navê Xanê Lepzêrîn bi gelek rengan hatiye gotin. Wekî Xanê Lepzêrîn, Xanê Zêrîndest, Xanê Çengzêrîn, Xanê Kurda, Xanê Sor, Mîrxan û Xanemîr derbas dibît. Gelek caran bi kurtî wekî Xano û Xan jî hatiye gotin. Di destanê da Xanê Lepzêrîn eslê xwe ji eşîreta Goran e. Ji Deşta Hizarcotê jiber xwîndariyê derkeftiye û hatiye cem Şah Ebbas. Wekî me jorî gotî Şerefxan jî vê çendê piştrast dike. Lêbelê Eşîreta Goran ne Goranên bi zarava Goranî diaxivin in. Deşta Hizarcotê ber bajarê Akrê da ye û Akrê navçeyeke Dihokê ye li Başûrê Kurdistanê. Ev Eşîreta Goran niha jî wê derê dijîn û kurmanciyeke tevlî soranî diaxivin. Wesa diyar e binemala mîrên
Biradostî bi eslê xwe ji Eşîreta Goran in, demekî gelek kevin da hatine nav Biradostiyan.
Lehengê dûyê destebirayê Xanê Lepzêrîn, Ebdal Begê Mukrî ye. Ew jî hinek caran wekî Mukurî an jî Xanê Sor derbas dibe. Navê Şah Ebbas di destanê da derbas dibe. Lêbelê jibo Şah Ebbas gelek caran bi kurtî Şah, Şahî an jî Şayî hatiye gotin. Di destanê da lehengê xirabiyê Xelîfe ye. Xelîfe wekî wezîrê Şah Ebbasî xuya dike. Xelîfe berdewam Şah Ebbasî derheqê Xanê Lepzêrîn da sor dike û nekamiya Xanî cem Şahî dike. Heke em destana çîrokî digel bûyera dîrokî bidin ber hev hîngê em dê bibinin kû ji Xelîfe meqsed Pîr Bûdaqê walîyê Tebrêzê ye. Çunkî ew gelek dijminê Kurdan bû û bi dewamî Şah li hemberî Xanî sor dikir. Xelîfe Îlyasê di bûyera dîrokî da derbas dibe roleke ber bi çav nîne. Malbata şahên Sefewî jiber ku neviyên Şêx Sefiyeddînê Erdebîlî bûn di nava Qizilbaşan da wekî maleke teberûk û pîroz dihatin qebûlkirin. Mala şahî hinek mirov wekî Xelîfe rêdikirin li nav tagir û alîgirên xwe, da ku mezhebê xwe belav bikin. Xelîfe Îlyas jî yek ji wan bû.
Ji bilî kesên jorî navên wan derbasbûyî navên jinên malbata Xanî derbas dibin û hemî wekî sitî (xanim) têne binavkirin. Navê dayika Xanî Le’lîxan e. Navê bûka wî jî Xan Perî ye. Keça Şah Ebbas e û jina kurê Xanê Lepzêrîn yê mezin Ebdal Begê ye. Mehmudkê Alekanî (hinek waryantan da Kakanî) sembola xaînî û bêbextiyê ye ku serekaniya kelê nîşa Sefewiyan daye û bûye egera keftina Kela Dimdim. Lê Mehmûd bi eslê xwe Biradostî ye û ji ocaxa Lîtanî ye. Di destanê da heft kurên Xanî hene lêbelê tenê navê Ebdal Begê û Teterxanî derbas dibe. Ji bilî vane navên hinek serheng û mêrçakên Xanê lepzêrîn wekî Qeroyê Bêdkarî û Kanînî derbas dibin.
- 2. 3. Kurtiya Destanê
Navê Xanê Lepzêrîn yê rastîn Ûmer e. Ew xelkê Hizarcotê ye. Babê wî hêj ew biçûk miribû, lewra semyanê wî dayika wî Le’lîxan bû. Rojekê xewnekê dibîne ku roj û heyv pêkve têne mala wî da. Ew gelek dimîne li bin te’sîra xewna xwe da. Diçe cem melayekî û te’bîra xewna xwe jê dipirse. Mela jê ra dibêje: “ tu dê gencxaneyeke gelek mezin bibînî. Tu dê bikarî bi saya wê gencxanê heft salan şerê dewletê bikey. Mişext, mêrkuj û mêrxas dê li dora te kom bibin. Navûdengê te dê gelek belav bibe. Tu dê bimirî lêbelê navûdengê te dê li dinyayê belav bibe”. Paşî Xanê Lepzêrîn li welatê xwe Hizarcotê xwîndar dibe. Lewra terka welatê xwe dike û tête cem Şahê Ecem. Şahê Ecem di demekî kurt da bi mêrxasî, camêrî, aqildarî û dilsoziya Xanê Lepzêrîn dihese. Lewra ew û Şah dibin dost û hevalên hevdû. Lê ev çende di gavekê da pêk nahêt. Berê çend salekan gavaniya Şahî dike. Paşî hêdî hêdî dostaniya wan pêşve diçe. Şah jiber camêrî û aqildariya wî gelek jê hez dike.
Rojekê Xanê Lepzêrîn destûra xwe ji Şahî dixwaze û diçe rav û nêçîrê. Di nêçîrê da baran û gijlok dibare. Ji nava gijlokê da hesinekî qudretî dikeve ber wî. Ew vî hesinî tîne û diçe cem ciqsiyekî. Ji ciqsî ra dibêje ku: “tu dê şûrekî ji vî hesinî bijenî. Lêbelê berê tu jibo min li pêş çavên min sinceqekê bijene da ku tu hesinê min neguherî. Paşî ez dê heqdestê te bi dilê te bidim’” Ciqsî jî li pêş çavên Xanî, sinceqekê çêdike. Ev sinceq çawan pol darî qul bike wesa her hesinekî qul dike. Yanî cewherekî wesa mukim bû. Paşî ciqsî şûrekî jibo Xanî dijene û Xan jî kavlanekî bêserûber li ser şûrê xwe da dibe da ku kes pê nehese.
Rojek din Xanê Lepzêrîn û Şah bi hevra diçin nêçîrê. Di nêçîra xwe da rastî bîşeke qamîşî tên ku têda şêr dijîn. Dema şêr pê dihese ku hinek kes nêzîkî bîşî dibin niriyekê ber dide. Dema ewan dengê şêrî bihîstin tirsiyan. Şah dixwaze Xanî biceribîne kanê mêrxasiya wî çawan e. Dibêje Xanê Lepzêrîn: “here wî şêrî bigire û bo min bîne”. Xan jî hinek lewenan dibire, dasbir dike, serê wan tûj dike û li ser
zendika xwe dialîne. Şûr û xencerê xwe jî digire û diçe şêrî. Kurê wî Ebdal Beg ku hîngê hêj zarok bû dide pey babê xwe. Dema Xan diçe nav bîşiyê, şêr êrîşî Xanî dike. Xan jî destê xwe yê bi levenan ve pêçayî dide ber devê şêrî û destê din ve jî şêrî digire. Lêbele şêr destê bi levenan ve hatî pêçan leq dide û zendika Xanî dikirîne. Xan her wekî tiştek nebûyî kurê xwe Ebdal Begê li pişta şêrî siwar dike û tîne huzura Şahî. Şah ji cesareta Xanî şaş dibe û hezkirina wî jibo Xanî zêdetir dibe. Şah, emir dide Xanî ku şêrî bikuje. Xan jî şêrî dikuje. Paşî çavê Şahî destê Xanî yê pêçayî dikeve. Jê dipirse: “destê te çi lê hatiye”? Xan dibêje “Şahê xweş bît. Çi nîne. Pîçek birîn bûye”. Lêbelê yên derdorê dibêjin Şahî: “nexêr şêrî destê wî ji zendikê ra qet kiriye”. Hîngê Şah emir dide ku destekî zêr bû Xanî bête çêkirin. Xudê Teala jî ruh da destê wî yê zêrîn. Ji berê baştir çêbûye. Û ji hîngê wê ve wekî Xanê Lepzêrîn bi nav û bang dibe.
Piştî hîngê Şah, Xanê Lepzêrîn dike şêwirmendê xwe û bêyî wî çi biryaran nade. Xan jî wekî mirovekî têgehiştî û aqildar rêkê nîşa Şahî dide. Şah gelek ji Xanî hez dike û qedrekî mezin didetê. Rojekê Şah û Xan herdu pêkve diçine Deşta Hozanê rav û seyranê. Wê derê rastî şivanekî tên û li cem wî bêhna xwe didin. Şivan jî şîrê miheke reş didoşe, dike kodekê û datîne li ber mêvanên xwe. Paşî jî diçe ber pezê xwe. Wan jî şîrê xwe vexwar. Şah dibêje “Xano bo min bêhnekê bilûrê lêde da ez ber dengê bilûrê ra binivim”. Xan jî bilûrê lêdixe û Şah dinive. Dema Şah nivist Xan, bilûra xwe didane li ser koda tijî şîr. Di wê navberê de mêşek ji kepê (pozê) Şahî derkeft di nava bilûra li ser koda şîrî da derbas bû û çû li nav keleka keviran da li ser kevirekî rawesta. Paşî dîsa li ser wî kevirî rabû li nava bilûrê derbas bû û çû kepê Şahî da. Şah bêhnişî û ji xewê hijyar bû. Xan şaş û heybetî ma. Şahî got “Xano min xewnek ecêb dît’. Xanî got “Şahê xweş bît te çi xewin dît’. Şahî got “min xewna xwe da didît ez li ser behreke spî di pireke kun (qul) da derbas bûm û çûme di nava gencîneyekê (xezîneyekê) da ku gelek gelek zêr û zînet têda hebûri”. Dema Şahî eve got Xanî di dilê xwe da got “ewa te xewnê da dîtî min bi çavên xwe dît”. Xanî hez kir li ber Şahî berze bike û got “Şahê xweş bît hindî hun mirovên mezin û maqûl in her hizrên malê xwe dikin. Lewra xewnên we jî li ser mal û xezînên dinyayê ne. Eve xewnerojke çi te’bîr bo nme”. Şah tênegehişt. Paşî herdu ji wê derê zivirîn da bêne mala xwe. Di rêkê da Xanî hecetek girt û got “Şahê xweş bît min gustîra xwe bîr kir ew erdê me şîr lê vexwarî. Heke izna te hebît ez dê biçim bînim û bêm”. Zivirî hate erdê şîr lê vexwarî û çû ew kevirê mêş li ser rawestayî veda û hinek kaxezên ku malîyeta wê gencînê tê da bû derxist, kire paxila xwe da, ew der jî nişan kir û hat gehişte Şahî.
Xan çû mala xwe ma çaverê mêvanekî xwenda da ku ew kaxezên dîtî bo bixwîne. Rojekê melayek dibe mêvanê Xanî. Xan jî ji mela dixwaze ku wan kaxezan bo wî bixwîne. Dema mela li kaxezan dinêre meselê têdigehe û dibêje “ gencîne ye te dîtî, lêbelê li min û te bi nîvîye. Nexwe dê bibêjime Şahî”. Xan jî tirsiya ku ev melayê çavbirçî vê meselê hemiyê jibo Şahî eşkera bike. Lewra hêdîka xwe nêzî mela kir û paşî mela kuşt. Xan gencîneyeke mezin dîtiye lêbelê nizane kanê dê bi wê gencînê ve çi bike. Şevekê Xewsê Bexdayê (Şêx Ebdulqadirê Geylanî) tête xewna Xanî û ji Xanî ra dibêje “ez qasidê Xudê me. Xudê ev gencîne da te, da ku tu pê şerê Eceman bikey”. Xan şaş dibe û nizane kanê dê çi bike. Behsê gencînê û xewnê bo dayika xwe û malbata xwe dike. Ew jî dibêjin madem Xudê xezaya digel Eceman dixwaze divêt em jî teqsîriyê nekin û berheviyên şerî bikin. Xan jî wê gencînê jibo mesrefa şerê digel Eceman vediqetîne. Biryar didin ku berê dê keleke qaîm ava bikin û paşî dê li nav Kurdistanê bigerin û çend kesên merxas û egîd hebin dê di kelê da kom bikin. Zad û zexîre, çek û sîlahê bo şerî pêdivî jî dê kom bikin. Paşî jî dê şerê Ecemî bikin.
Dayika Xanî got “kurê min here cem Şahî û hindî çermê gayî erdî ji dera hun çûye rav û seyranê jê bixwaze”. Xan jî çû dîwana Şahî û erdeki hindî çermê gayî jê xwest. Şah çi me’nayê nade daxwaza Xanî. Her çend Xelîfe ji vê gotina Xanî kefte şikê û gote Şahî “ev Xane dê me bixapîne” jî dîsa şah qanih bû û got “Xano ew erdê me rav û seyran lê kirî hindî çermê gayî, min erd da te û here wê derê bo xwe xaniyekî ava bike”. Keyfa Xanî xweş bû û bi lez çû Girê Gencê gayek ser jê kir û çermê gayî heft rojan hêla avê da. Dema çerm baş nimiya, roja heştê qereçek anî çermê avê da nimyayî divêl divêl rakir û li kuna derziyê ra derbas kir û kire gulolkeke benî. Ew gulolka benî çend erdî digire hemî pîva û wekî cihê kelê diyar kir. Paşî Xan çû cem Şahî û bo çêkirina kelê hinek hosta û berhosta jê xwestin. Şah jî panzde pale bo rêkirin. Xan gelek aciz bû. Hate nik Şahî û got: “Şahê xweş bît ma ez yê duhî û evroke me te panzde pale bo min şandî. Min hewceyî gelek palan heye”. Şah jî pênsed pale bo çêkirina kelê jibo Xanî rêkirin. Xan jî bi van pênsed palan ve xîmê kelê kola, binîşê kelê çêkir, ji serekaniyeke ji derveyî kelê bi rêka solînan av kêşa kelê. Dema kele nîvî kirin û cihê avê dirist kirin û bin axê da veşartin da ku ev pale cihê avê eşkera nekin serê hemiyan birî û kuştin. Tenê Mehmûdkê Alekanî sax hêla. Paşî dîsa çû cem Şahî û got “ew palên te bo min şandî karê min nivîşkan hiştin û hemî revîn çûn. Min pênsedpaleyên dî lazim in”. Şah dîsa pênsed palan dide Xanî ku kela xwe pê xilas bike. Xan jî bi wan pênsed palan ve kela xwe temam dike. Xan jibo qayîm çêkirina kele, xwe ji çi mesrefê nade paş. Zêr û pereyan li palan belav dike da kelê qaîm çêkin. Di çêkirina kelê da risas, mifriq, zêriç û pola têne bikaranîn da ku kele xwe li ber topbaranê bigire.
Piştî ku Xanî Kela Dimdim temam kir jibo ceribandina saxlemiya kelê destekî topan anî û top berdan dîwarên kelê. Sê şev û sê rojan berdewam topbaran kir lêbelê çi kêmasî li kelê peyda nebûn. Xan êdî ji saxlemiya kela xwe piştrast dibe. Xan izna xwe ji Şahî dixwaze û mala xwe tîne Kela Dimdim. Paşî Şah û Xelîfe jî têne pêş Kela Dimdim. Dema vê kela hinde bi heybet û asê dibinin Xelîfe dîsa nekamiya Xanî dike û dibêje şahî “ev Xane dê me bixapîne”. Xan ji kelê derdikeve û pêşwaziya wan dike û dibe kelê. Şah jî wekî diyariya avakirina kelê keça xwe Xan Perîyê dide kurê Xanî Ebdal Begê. Xan jî bi keyf û şahî daweta kurê xwe dike.
Dema Kela Dimdim temam bûyî û daweta kurê xwe kirî; Xanê Lepzêrîn li nav gund û bajêrên Kurdan digere û kî derê mirovekî zîrek û mêrxas hebe tîne kelê. Di heman demê da qut û xwarina heft salan jî li kelê amade dike. Nav û dengê Xanî li nav Kurdan belav dibe. Xan Ebdalê Mukrî jî mirovekî feqîr bû. Dema bihîstî Xanê Kurdan daweta kurê xwe kiriye, ew jî mendalekê (dergûşekê) çêdike û qesta Kela Dimdimî dike da ku diyarî bide Xanî û da Xan jî şabaşekê bidete wî. Xanê Lepzêrîn jî tebdîlî qiyafet kir û ji kelê derkeft. Berê xwe didetê ku zelamek ji wê ve têt û mendalek li milî ve ye. Xanê Lepzêrîn gotê “te xêr e zelam”. Xanê Mukrî jî got “ min mendalek çêkiriye dê bo Xanê Kurdan bibem. Belkî şabaşekê bidete min. Ez jî zarokên xwe pê xweyî bikim”. Xanê Lepzêrîn dibêje “Xanê Kurdan mirovekî mûn e. Hewceyî bi mendala te ya darîn nîne”. Xanê Mukrî dibêje “heke şabaş da baş e. Heke neda jî ji k..ê kerê min ve. Min çi minet pê nîne”. Xanê Lepzêrîn got “tu dê biwêrî li cem wî jî wiha bibêjî’. Xanê Mukrî got “dê cem wî jî wesa bibêjim. Ma dê jê bitirsim”. Dema Xanê Lepzêrîn eve bihîst zivirî hate kelê û kincên xwe guhorîn. Xulam hatin gotin “Xano yek dixwaze te bibine”. Wî jî got “bila bêt”. Xanê Mukrî hate jûr û got “ezbenî ev e mendaleke darîn e min diyarî bo te anî da tu şabaşekê bideye min”. Xanî got “ malxirab ez dê çi bi mendala te bikem. Here bibe min nevêt û çi şabaşan jî nadem te”. Mukrî got “ heke şabaşê bidey baş e heke nedey jî mineta te k..ê kerê min ve”. Xanê Lepzêrîn têgehişt ku eve mirovekî çê û mêrxas e. Ji kursiya xwe hate xwarê û Xanê Mukrî hembêz kir û got “tu mirovekî baş î. Were ez û tu bibine destebira. Here mala xwe jî bîne û werin di kelê bi cih bibin”. Herdu bûne destebirayên hevdû.
Piştî ku Xanê Lepzêrîn hemî amadekariyên xwe qedandin dest bi şelandina karwanên Şahî kir. Xelîfe bi lez çû cem Şahî û giliya Xanê Lepzêrîn kir û got “Şahê xweş bît, ew Xanê Kurdan ewê te gelek mezin kirî bû dijminê me û çavê wî li doşeka te ye. Bazirganên te şelandin”. Şahî got “nexêr Xan mirovekî emîn e. Vê digel min naket’. Xelîfe got “Şahim eger tu ji min bawer nekey tancê xwe rêke bo Xanî û bibêjê bila wî tancî ramûsîne û deyne li ser serê xwe”. Şahî jî qebûl kir. Tancê Şahî bo Xanê Lepzêrîn rêkirin û gotinê Şahî gotiye bila ramûse û deyne ser serê xwe. Xanî eve qebûl nekir û ser ra tancê wî şkand. Dema Şahî eve zanî, gotina Xelîfe qebûl kir û emir da Xelîfe ku ordiyekê bibe û Kela Dimdim xirab bike û Xanê Lepzêrîn jî dîl bigire û bîne. Xelîfe ordiyeke mezin amade kir û hat Kela Dimdimî dorpêç kir. Çend top berdane kelê jî çi kêmasî nebirin kelê. Her şevekê Kurd ji kelê derkeftin û êrîş înane ser ordiya Xelife. Ji bilî Xelîfe kesek ji wê ordiyê nehêla. Xelîfe jî revî û çû cem Şahî. Got “ji bilî min kesek ji ordiya min nema”.
Şahî gote Xelîfe “ordiyekê rake here Kela Dimdim dîsa dorpêç bike û rezekî jî bo min dane. Heke heta berê rezê min nehatî tu kele bistînî baş e. Heke rezê min berê xwe da û te hêj kele nestandî hîngê ez dê ordiyeke gelek mezin ve bême wê derê” Xelîfe jî ordiya xwe rakir û Kela Dimdim dorpêç kir. Rezek jî dana. Sê salan bê navber Kela Dimdim topbaran kirin lêbelê nekarîn kelê bistînin. Sala sêyê rezê Şahî berê xwe da. Şahî got “madem sê sal derbas bûn û rezê min jî berê xwe da û hêj Kela Dimdim nehatiye standin cabê bo hemî ecematê û Iranê rêkin bila hemî Xanên Iranê leşkerê xwe kom bikin û bên”. Kaxez û name bo hemî aliyên Îranê hatin belavkirin û Xanên Eceman bi leşkerên xwe ve hatin harî Şahî. Şah bi ordiya xwe ve hat û Kela Dimdim dorpêç kir. Demildest dest bi topbarandineke xurt kirin. Paşê tancê xwe rêkir bo Xanê Kurdan ku vî tancî qebûl bike û ramûse. Lêbelê Xanê Kurdan got “ez Kurdîniyê be nav û bê namûs nakim, lewra tancê te qebûl nakim”.
Bi vî awayî dorpêça li ser Kela Dimdim çar salên din bi dijwarî dewam dike. Di vê navnerê da xwarin û erzaqê kelê jî hêdî hêdî kêm dibe. Dema ku xwarin û erzaq kêm bûn Xanê Kurdan xwest Eceman bixapîne. Dêlek li ber kelê dizê. Xanê Kurdan bi şîrê dêlê maste firiyê çêdike û dide destê Qeroyê Bêdkarî, jibo Şahî rêdike. Dema Şah firiyê taze dibîne dibêje. “eve heft sal e me Kela Dimdim dorpêç kirî lêbelê Xanê Kurdan ji aliyê xwarin û vexwarinê ve bê minet e û jibo min firiyê terr rêdike”. Hêdî hêdî li ser rakirina dorpêça kelê difikire. Paşî ji qasidê Xanê Kurdan Qeroyê Bêdkarî pirsî kanê serekaniya ava Kela Dimdim kî derê ye. Qeroyê Bêdkarî bê tirs gote Şahî “heke hun bixwazin dikarin min bikujin lêbelê ez serekaniyê nîşa we nadem, xiyanetê li Xanê xwe nakim”. Şah jî jiber dilsoziya wî, wî xelat dike û rêdike.
Di vê navberê da Mehmûdkê Alekanî hizra xaîniyê dike û şevekê xwe ji Kela Dimdim ber dide xwarê û tê li cem Şahê Ecem û dibêje “Şahim, Xanê Kurdan we dixapîne. Di kelê da şîva şevê nemaye. Ew firiyê ter ji şîrê dêlê çêkiribûn. Ez dixwazim serekaniya ava kelê nîşa we bidim’”. Şah gelek pê memnûn dibe. Bi vî awayî Mehmûdkê Alekanî serekaniya ava tête Kela Dimdim nîşa Eceman dide. Şahî gote Medmûdkî “hemberî vê qenciyê tu çi ji me dixwazî”. Medmûd got “Şahê xweş bît min bûka Xanê Lepzêrîn, jina Ebdal Begê Xan Perî divê”. Jiber ku Xan Parî keça Şahî bû, Şah gelek aciz bû û emir da ku Mehmûdkê Alekanî serûser bikin devê topê da û berdin bircên kelê. Wan jî qet teqsîrî nekirin û bi vî awayî Mehmûd gehişte heqê xwe. Ecem rabûn se û hêştir li ser serekaniyê serjêkirin û paşî jî ava kelê birîn. Sirîcxaneyên kelê tijî xwîn bûn û av jê hate birîn.
Xanê Kurdan sibê jibo nimêjê rabû çû sirîcan da destnimêjê wergire mêze kir ku sirîcxane hemî bûye xwîn û av jî lê hatiye birîn. Dema ehlê kelê hemî rabûy ev çende zanî halê wan gelek nexweş bû. Êdî bêhnmirar kefte kelê û zar û zêçan ji têhnan da kirin nalenal. Hemî ji xaîniya Mehmûdkê Akekanî gelek aciz bûn. Xanê Kurdan ji naçarî destên xwe ber esmanî vekirin û dua ji Xudê xwest da ku baranekê bibarîne. Xudê Teala ji banê bilind dil bi wan sot û her çend demê baranan jî nebû lêbelê baraneke xurt rêkir. Piştî barîna baranê şahyane kefte nav ehlê kelê. Moral û motîvasyona şervanên Kurd bilind bû. Hîngê Xanê Lepzêrîn hizir kir ku nameyan bo mîrên Kurdan rêke da ku hewara Kela Dimdim bên. Jibo her mîrekî Kurdan name nivîsîn û rêkirin ku bêne hewara Xanê Kurdan. Piştî demek çûyî çi cewab ji mîrên Kurdan nehatin û kes hewara Kela Dimdim nehat. Dema hewar jibo Xanê Kurdan nehatî dayka wî gotê: “hewara te îlla batinî û minasibên Xudê ne. Duayê bike da ew bêne hewara te”. Xanê Kurdan jî dua ji Xudê xwest kû ewliya û batinî bêne hewara wî. Xudê duaya wî qebiland û komeke batiniyan di sûretê teyran da dadan li ser bircên Kela Dimdim û hatin harî Xanê Kurdan.
Piştî ku ava baranê jî hêdî hêdî kêm bûy derfetên berxwedana kelê jî kêm bû. Hîngê dayka Xanê Kurdan hate cem kûre xwe û gotê “kurê min destê xwe bide şûrê xwe û tu û leşkerê xwe dakevin meydanê. Bi mêranî şerê xwe bike da nav û dengê mêraniya te li dinyayê belav bibe”. Xanê Kurdan jî leşkerê xwe bo êrîşa dawiyê amade kir. Paşî got: “eybeke me heye”. Ehlê kelê got: “Xano eyba me çi ye”? Wî got “eyba me sitî ne (xanim in). Piştî ku em bêne kuştin ew dê bo kê bin”. Sitiyan hemiyan pêkve gotin “piştî we me maldarî heram bît” Hinek jinên kelê jibo ku bi saxî nekevin di destê Eceman jehr vexwarin û xwe kuştin. Hinekan jî mendal û dergûşên xwe bi xwe ve girêdan û xwe ji bircên kelê berdane xwarê. Ev fîdakariya jinan cerg û dilê Xanê Kurdan sot. Lêbelê bûka Xanî, Xan Periyê xwe nekuşt û got “hemlê min hemlê kuran e. Kurê min dê heyfa babê xwe hilîne. Lew ez xwe nakujim”. Xanê Kurdan jî ew destûr da ku piştî şerî biçe mala babê xwe. Di vê navberê da Xanê Mukrî jina xwe û kurê xwe li ser pişta hespî siwar kir û anî eywana kelê. Dema çavê Xanê Lepzêrîn vê çendê keftî gote Xanê Mukrî “we diyar e dema bû şer tu dê birevî”. Mukrî gelek aciz bû û jina xwe û kurê xwe demildest kuştin.
Paşî Xanê Kurdan emir da ku çend zêr û zînetê kelê bihelînin û bikin şûr û alatên şerî. Û her wesa herkes şûrên xwe seqa bidin û karê xwe bikin. Leşkerê xwe hemî ber dergehê kelê kom kir û pilana xwe jê ra got. Got “em dê bi rengê teslîmbûnê derkevin. Paşî dê li nav xîvetên Eceman belav bîn. Ez dê biçim bin xîveta Şahî, Xanê Mukrî jî dê biçît li bin xîveta Xelîfe. Dema min şer helêxist hun jî dest bi şerî bikin. Heta dengê şûrê min nehêt kes dest bi şerî neke”. Bi vî awayî ji kelê derkeftin. Dema Eceman dît ku Kurd ji kelê derkeftin gotin hevdû bes topan bavêjin kelê. Kurdan şêrê me pêçênabe vaye teslîm dibin. Xanê Lepzêrîn qesta xîveta Şahî û Xanê Mukrî qesta xîveta Xelîfe kir. Berê Xanê Mukrî gehişte xîveta Xelîfe.
Dema Mukrî çû xîveta Xelîfe, Xelîfe xêrhatin lê kir û cihê rûniştinê nîşê da. Mukrî jî rûnişt û gote Xelîfe “min bihîstiye ku te şûrekîgelek baş heye”. Xelîfe jî got her çawan be bi xwe Xanê Mukrî esîrê min hisab e. Lewra çû ew şûrê xwe yê gelek baş anî da destê Xanê Mukrî. Xanê Mukrî jî ji vê xişîmiya Xelîfe gelek memnûn bû û Xelîfe û yên di wê xîvetê da hemî kuştin. Dema Xelîfe hatiye kuştin şerî dest pê kir. Xanê Lepzêrîn ji vê çendê gelek aciz bû. Gote Xanê Mukrî “te bo çi bêyî ku ez şerî destpê bikim şer kir. Sê xîvet mabûn ez da bigehime xîveta Şahî”. Xanê Mukrî jî got “xwe ez golikê babê te nînim. Eve heft sale te ez Kela Dimdimî vebestî. Min nekarî xwe û min şer dest pê kif”. Kurdan û Eceman dest bi şerekî dijwar kirin. Lêbelê leşkerê Eceman gelek zêde bû. Kurdan şerekî gelek bi mêranî kirin û zora Eceman birin.
Di vê oxilma şerî da Ebdal Begê kurê Xanê Lepzêrîn ji bîr kiribû ku şûrê xwe ji kavlanî derxe. Hema bi kavlan ve şûrê xwe dadiweşande Eceman û ber ra jî digot “ne’let babê hostayî şûrê min baş seqa nedaye. Lew hesp û zîn û xudanî nabire””. Dema Xanê Lepzêrîn ev çende dîtî gote kurê xwe “kurê min şûrê xwe ji kavlanî derxe hîngê dê hesp û zîn û xudanî bibire””. Paşî Ebdal Beg bi halê xwe hesiya û şûrê xwe ji kavlanî derxist. Herdû alî li nav hev keftin û xwîn wekî lehiyê herikî. Eceman tîrek Ebdal Begê kurê Xanê Lepzêrîn dan û ew kuştin. Kuştina kurê wî cerg û dilê Xanê Kurdan sot. Wî û Xanê Mukrî milên xwe dane hev û li nav Eceman keftin. Batinî û ewliya jî hatin harî Kurdan. Ecem gelek tirsiyan çunkî serên wan bi aliyê kesên ne diyar ve (batinî û ewliyan ve) dihate jêkirin. Rev kefte nav leşkerê Eceman. Dema Şahê Ecem jî ev çende dîtî reviya. Di rêka revê da rastî hinek topçiyan hat. Gote topçiyan “têz û barûtê li deştê reşînin û biteqînin. Nexwe batinî dê me bibirmin””. Topçiyan têz û barût li deştê werkirin û agir berdanê. Meydana şerî bi carekê wekî topeke agirî lê hat û terr û hişk hemî têkda qeliyan. Bi vî awayî leşkerê li meydanê Kurd û Ecem hemî mirin.
Piştî toz û dûmana li ser deştê vebûy leşkerê Eceman yên sax mayî kom bûn. Hez kirin biçin li nava Kela Dimdim bigerin da bizanin kanê eve keleyek çawan bû hinde salan xwe li ber êrîşan girtî. Dayka Xanê Lepzêrîn dema dît ku şer xelas bû, Kurd hemî hatine kuştin, çû hindav birca tijî têz û barûta kelê tê da. Dema leşkerê Eceman hemî hatin kelê da poleke agirî berda di wê bircê da. Têz û barûd hemî teqiya û Kela Dimdim hemî li ser serê Ecemên hatî kelê da wer bû û hemî mirin.
Ji Teza Lîsansa Bilind ya Yaşar KAPLAN hatiye wergirtin