Binefşa Narîn

Binevşa Narîn keça Faris Beg e. Faris Beg yekî feqîr e. Derwêş Begê mîrê êlê yê dewlemend, çav bi qîza wî Binefşê dikeve, dil berdidiyê. Dixwaze ku pê re bizewice. Derwêş Beg, pîrekî nod salî ye. Binefş û malbata wî Derwêş Beg qebûl nakin û ji tirsa wî direvin.

Derwêş Beg, wan rehet bernade û ji sê birayên Binefşê diduyan dikuje. Yek ji wan birayan dimîne. Rojekê, leqayî Cembelîyê Mîrê Hekarîyan tên. Cembelî digihîje hawara Faris Beg û Binefşê. Binefş û Cembelî dil berdidin hev û gustîl deytînin. Cembelî, bi birayê Binefşê re dibe yek û wan xilas dike. Derwêş, newêre ku bi Cembelî re şer bike û dev ji wan berdide. Di dawîyê de Cembelî û Binefş digihîjin mirazê xwe.[1]

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Zîlan û Roşan, h.b., rr. 143-163.

Derbar ziman

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply