PIRTÛKEKA NÛH: GULÎZAR

Malbat bela-wela ne û evîndar ji hevûdu dûr dikevin, lê evîn zora her tiştî dibe.

Di Gulîzarê de, tiştê ku herî pêşîn bala me dikişîne, warê hunera edebî û teknîka raxistina tema kurteçîrokan e. Zimanê nivîskarî, zimanê rojane, nerm-nerm diherike.

Gulîzar ji alîyê Weşanxaneya Helwestê ve hat weşandin.  Nivîskarê Gulîzarê Lokman Polat e.   Di berga pêşîn de wêneyeke çekdarekî/pêşmergeyekî, ku ew tifinga wî li ser milê wî, ew di nav newala  kûr ya çiyayê de ber bi çiyê ve diçe. Li milê wî yê rastê wêneya neteweyî  ya keçekê heye, wê pişta xwe daye çiyê û cilên neteweyî lê ne.

Berhema Lokman Polatî ya bi navê “Gulîzar” ji dozdeh çîrokan pêkhatiye.  Ew dîmena  jîyana rojane ye. Di vê berhemê de rastîya civaka kurd û siyaseta xirab  heye. Malbat bela-wela ne û heta mêr û jin dûr dikevin, lê evîn zora her tiştî dibe, heta zora siyasetê jî. Tiştê ku mêrên Kurd dixe nava wê helwesta sosretîyê û wan nîgara neçê dike, tarîtîya siyasetê ye. Weke hûn dê bixwînin, Gulîzar parçeyek ji rastîya jîyana civakî ya Kurdistanê ye. Ji serî ta dawîyê ”Gulîzar”jîyaneka bêplan li ber çavan radixe. Çîrok rastîya jîyanê didin der. Mêrek nexweş dikeve, li ber taya mirinê ye, naxwaze li welatekî biyanî bimire dixwaze vegere  welatê xwe, welatê bav û kalan, li ser axa xwe bimire. Di çîrokê de  gava ku qala welatî tê kirin, axîn û  oxîn ji dilê  wî  dide der. Gernasên  çîrokê qeraktera kurdî  yên neteweyî diparîzin û ji bo wê xwe feda dikin. Qarekterên baş di çîrokan de hene, lehengên jin bi tevayî baş in, dilsoz in. Urf û edetên kurdî diparêzin û digihîjînin tradîsyona nûh.

Wekî ziman, rabûn û rûniştandin, hîsên neteweyî, girêdana jinê bi mêrî re li gorî qarekterên kurdan in. Di hêla zimanê pirtûkê de, nivîskar zimanê xwe pêşve birîye, dewlemend kirîye û  ne tenê gotinên herêmî, gotinên tevahî yên ku li seranserî Kurdistanê dihên bikarhanîn, di pirtûkê de nivîsîye. Pirtûk di hêla ziman û teknîka nivîsînê de baş e, naveroka wê dewlemend e.

Di Gulîzarê de, tiştê ku herî pêşîn bala me dikişîne, warê hunera edebî û teknîka raxistina tema kurteçîrokan e. Zimanê nivîskarî, zimanê rojane, nerm-nerm diherike. Çîrokên nivîskarî ne wek yên berê ne, wî bi stîleka nûjen, nûh nivîsîye û di warê teknîk û zimanî ve ji yên berê gelek baştir in.

Bûyerên çîrokan di derûdora salên 1990-1992an de qewimîne û nivîskar di bin hîkarîya rewşa siyasî de maye. Di wan salan de keç û xortên kurd  çûbûn çiyayên Kurdistan û bûbûn çekdar û ew ber bi mirinê diçûn û rêya wan mirin bû. Lokman lehengan dide peyvandin û leheng bi xwe ketine ber bayê serhildanên  gelêrî yên salên 1990- 1992an û bûne qurban ji bo  xatirê  Kurdistanê. Keç û xort tevî çekdaran dibin, û bi xwe biryara mirina xwe, bi xwe didin, ber bi mirinê diçin.  Bi taybetî keç û xortekî ji hev pir hez dikin. Dema xortekî Kurd biryar dide ku biçe ser çiyayê Kurdistanê û dibe çekdar. Hingê evîndara wî, xemgîn dibe, dixwaze pê re here. Paşê herdu bi hevre biryara ku ew canê xwe feda bikin ji bo xatirê Kurdistanê û berê xwe didin rêya mirinê.

Navê çîroka yekemîn Xezala Binxetê ye.  Ew  bi riza xwe û malbata xwe bi kurdekî welatparêz re dizewice. Lê paşê ji hev vediqetin. Gelek sal derbas dibin. Rojekê, rojan, mêrê wê dikeve rewşekê pir xirab, hingê dilê wê pê dişewite, lê nexweşîyeka wî bêdernman e, ew xemgîn dibe. Gava ku mêrê jinikê, dikeve rewşeka xirab, jin  dilşikestî, liberxweketî, xembar, dilteng û melûl, xemgîn û matmayî dimîne û dawîya çîrokê te.

Çîroka duhemîn “Zewac” li ser jineka welatparêz e, ku ew ji mêrê xwe vediqete û qedera wê bi yekî re dibe, lê gelek dostên wî yên jin hene. Bi ser navê şoreşgêrîyê jî, jina wî her tiştî dipejirîne û stûyê xwe xwar dike. Mijara çîroka 5emîn  zarokên bêxwedî, zarokên sêwî yên ber dîwaran,  yên ku ew li kuçe û kolan dijîn.

Bila xwendevanên kurd, keç û xortên evîndar vê pirtûkê bixwînin û ji bûyerên kurteçîrokan siûdê werbigrin.

MEHMET YILMAZ

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply