Cihê qewimîna serpêhatîya Zembîlfiroş herêma Farqînê ye.[1] Îro jî keleha Zembîlfiroş li Farqînê heye. Di vê destanê de behsa çîroka mêrikê Zembîlfiroş ê ku debara xwe bi firotina zembîlan (selikan) dike tê kirin. Bi navê Gulxatûn jineke dewlemend a zewicandî dil dikeve Zembîlfiroş û dixwaze ku Zembîlfiroş jî bersiva evîna wê bide.
Lê Zembîlfiroş, mirovekî xwedî zar û zêç e. Naxwaze tiştekî wiha bike û Xwedê aciz bike. Xwe ji vê gunehê diparêze û jê direve. Di lêkolîneke Remezan Alan a li ser vê destanê de, destan wiha diqede: “Zembîlfiroş dinêre ku ji destê Xatûnê xelas nabe, çarekî difikire; ya rastî ‘mirin ji kirina zinayê çêtir e’ dibêje û bi hiceta destnimêj girtinê, qesta banê kelhê dike. Zembîlfiroş dilê wî de Rebbê Cebbar xwe ji kelhê davête xwar.
Eve tam wî çaxî mûcîzeyek çê dibe: Pê bi emrê Xweda, Cebraîl, bi Zembîlfiroş li hewa digre û wî datîne erdê.”[2] Ji ber ku Zembîlfiroş lawikekî feqîr û qeşeng e û li hember Gulxatûna dewlemend a zewicandî namûsa xwe diparêze û parastina xwe ji heramîyê dike, ev destan li çîroka Yûsiv û Zuleyxa tê şibandin.
Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz “BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin
[1] Samur, h.b., r. 62.
[2] Remezan Alan, “Yûsiv Bûda û Zembîlfiroş”, Kovara War, Hejmar 2, Stenbol, payîz 1997, r. 154.