Forum

Gulan, 2021

  • 1 Gulan

    Profîla Xwendevanên Kurd

    Gelo kategoriya xwendevanên kurd çiye? Kê pir pirtûkên kurdî dixwîne? Karker, karmend, gundî, xwendevan, esnaf û kategoriyên din çiqas pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî dixwînin? Întreseya kîjan kategoriya civakê ji bo xwendina kurdî heye? Kê di qursên ziman yên ku bi fermî vebûn de fêrê xwendin û nivîsîna zimanê kurdî dibe? Ji bo bersîvên pirsên li jor pêwîstî bi lêkolîneke …

  • 1 Gulan

    Hêmayên xav li ziman rûnanên

    Em carinan li rastî bikaranîna hêmayên şaş ên zimanê nivîskî tên. Gelek caran nayê ferqkirin, carinan jî awayê şaş weke rast tê zanîn û di nav gotara kurdî de diherike diçe. Min carinan mînakên şaşiyan weke haypêxistin nivîsandin, bal kişand ser hin mijar û şaşiyên bi vî rengî. Rast lê bêm û hewce be ez ê weke peywireke haypêxistinê dîsa …

Nîsan, 2021

  • 30 Nîsan

    ”Karîbarên Gelê Kurd” – Ahmedê Hepo

    Endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava kiriye: Di beşa yekem de beyt-serpêhatiya mêrxasê kurd Eliyê Xarziya heye û bi terzê dengbêjan hatiye tomarkirin. Di beşa duyem de çîroka bi navê Dundulçûk heye ku hiinekî dişibihe çîrokek ji Çîrokên Hezar û Yek Şevê. Kilamên mêrxasiyê yên bi navên “Îsmayîl Axa”, “Elîko Lawo”, …

  • 29 Nîsan

    RÊZGIRTINA JI BO MEHA NÎSANÊ

    Di Çanda Kurdî de rêzgirtineke taybet ji bo Meha Nîsanê heye. Îro li gor salnameya Kurdî, Çarê Nîsanê ye. Roja Çarşema pêşî di heftiya pêşî ya Meha Nîsanê de, ji ber ku rojeke netewî ye, pîroziya wê jî pir zêde ye û Kurd rêzmendiyeke mezin ji bo vê mehê didin nîşandan. Ji ber hindê Kurd di vê mehê de van …

  • 27 Nîsan

    Qazî Muhammed hişt ku doza Kurdistanê li her parçeyan belav bibe

    Berî 74 salan 30yê Adara 1947an Pêşewa Qazî Muhammed û herdu brayên wî, Sedrî Qazî û Seyfî Qazî ji aliyê dagirkerên Ecem ve hatin darvekirin. Gunehê wan, xebat û têkoşîna azadiya miletê Kurd bû ango Serkirdebûna komara yekem ya Kurdisatanê bi navê Komara Kurdistan ya paytexta wê Mahabad bû. Ew Komar, ku berî darvekirina pêşewa û herdu birayên xwe bi salekê hatibû damezrandin û nişkave bû gorîyê konjektora siyaseta navdewletî û her tişt bidawî hat… Ew welatê ku bi şîara, “Dost û Kesê Karker, Xebatkar û Miletên Bindest” tevdigeriya, Komara Kurdistan bi peymana “Komelgeha …

  • 25 Nîsan

    Di Raperîna Baba Îshaq a Mehmet Oncu De Felsefeya Baba Îshaq

    Romanên tarîxî çi qas nêzîkê rastî û heqîqetê bibin, ewqas bala mirov (xwîner) dikêşînin.  Romanên tarîxî li ser sê hîman ava dibin: Rewş, karekter û peyam (mesaj). Yanî pêwîste, romannûsên romanên tarîxî romanên xwe bi rewşa tê de, bi xurtbûna karekteran ve, bi peyamekê vekirî, bi hev re girê bidin, bihonînin. Birêz Mehmet Oncu di romana xwe de (Raperîna Baba …

  • 22 Nîsan

    Gazinek Ji Meha Nîsanê!

    Nîsanê! Ev çi ewrê reş e, Xwe di ser bajarê min re Dibe û tîne?! Çima tu dêmê xwe ji xelkên min Diguherîne..?! Nakokî, dubendî û berberiyê Di nav xelkên min de Gur, bilind û sor dike..?! Nîsanê! Tu gula biharê û bûka salê ye.. Heyva gul, kulîlk û çîçeka ye.. Hêlîna şalûla û bilbila ye.. Heyva evîn û aramiyê …

  • 22 Nîsan

    Gotinek di 123 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de

    Ho bajarê min.. xelkên min.. bihara welatê min..! Va 22ê Nîsanê, cejna rojnamegeriya Kurdî hat.. 123 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN) e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye.. Werin em di vê rojê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin; ew ên ku bingeh danîn û ev azadiya vê roja pîroz nedîtin.. Werin em silavê li canê Mîr Miqdad Medhet, …

  • 21 Nîsan

    Çîroka “Di Şikeftê De Sê Kes”

    Ji Ebû “Ebdûrrehman ‘Ebdullah kurê ‘Umer kurê Xettab (r.), gotîye: Min bihîst ku Pêxemberê Xwedê (s.) digot: “Sê kes ji wan yên berîya we de çûne seferê. Li wan bû şev û ji bona ku şeva xwe bibihurînin ketine şikeftekê. Vêca latek gindir bû, hat derê şikeftê li wan girt. Li ser vê yekê gotin: “Ne ku hûn bi karên …

  • 20 Nîsan

    Dîroka çanda kurd û çavkaniyên wê yên civakî

    Baş tê zanîn ku cografyaya Kurdistanê, sê mehên zivistanî wekî kebîs e û derfetên derketina mirovan a kar nade. Lewma mirovên Kurdistanê, li gorî şevên dirêj ên zivistanî, lîstikên wekî pandomîm, wekî skêç, wekî pol-firandinê, wekî lîstika hingulîskê û hwd. derxistin holê û hê jî hinek ji van lîstikan hene. Mebesta min ji van gotinan ew e ku mirov bi cografyaya …