RÊZGIRTINA JI BO MEHA NÎSANÊ

Di Çanda Kurdî de rêzgirtineke taybet ji bo Meha Nîsanê heye.
Îro li gor salnameya Kurdî, Çarê Nîsanê ye.
Roja Çarşema pêşî di heftiya pêşî ya Meha Nîsanê de, ji ber ku rojeke netewî ye, pîroziya wê jî pir zêde ye û Kurd rêzmendiyeke mezin ji bo vê mehê didin nîşandan.
Ji ber hindê Kurd di vê mehê de van karên rewa jî nakin:
. Heywanên kovî ji bi nêçîrê, çi yên bejî û çi yên avî nakujin. Herweha têkilê ajalên dirinde, balinde, kêzik û kurmikan jî nabin.
. Kurd di Meha Nîsanê de tiştên ku di jîngehê de şîn bûne hilnakin, nabirrin û naqurmiçînin.
. Kurd di Meha Nîsanê de şer û qirên nakin, xeydê ji nava xwe radikin û xeydokan li hev tînin.
. Kurd di Meha Nîsanê de dawet nakin û xwestina keçan radiwestînin.
. Zilamên Kurd di Meha Nîsanê de xisar nadin jin û zarûkan.
. Kurd di her çar rojên çarşemên di Meha Nîsanê de xwe naşon û berav nakin. Gotineke folklorî weha heye: ”Di Meha Nîsanê de rojên çarşeman, sabûn şil nabe.”
. Kurd di Meha Nîsanê de xaniyên xwe xweşik dikin û bi piranî sipî dikin.
Ji van xalan zêdetir jî, dibe ku xal hebin.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh ji aliyê ciwanên me ve.
Her şad û bextewer bin…
Zeynelabidin Zinar
(14/ 04/ 2021)

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply