Qazî Muhammed hişt ku doza Kurdistanê li her parçeyan belav bibe

Berî 74 salan 30yê Adara 1947an Pêşewa Qazî Muhammed û herdu brayên wî, Sedrî Qazî û Seyfî Qazî ji aliyê dagirkerên Ecem ve hatin darvekirin.

Gunehê wan, xebat û têkoşîna azadiya miletê Kurd bû ango Serkirdebûna komara yekem ya Kurdisatanê bi navê Komara Kurdistan ya paytexta wê Mahabad bû.

Ew Komar, ku berî darvekirina pêşewa û herdu birayên xwe bi salekê hatibû damezrandin û nişkave bû gorîyê konjektora siyaseta navdewletî û her tişt bidawî hat…

Ew welatê ku bi şîara, “Dost û Kesê Karker, Xebatkar û Miletên Bindest” tevdigeriya, Komara Kurdistan bi peymana “Komelgeha Petrolê ya Yekîtiya Sovyet û Îranê” terikand.

Li gor wê peymanê Yekîtiya Sovyetê bi qasî 52 salan dûbû xwediyê enerjiyên Kurdistanê, bê pûl û pere…

Tiştê seyr li vê derê helwesta çep û komunistên Kurdan bû.

Ji bona ku Yekîtiya Sovyetê biparêzin, digotin, ”Perçe bû feda ji bona tevahiyê”

Yanî ji bona ku siyaseta dîktatoriya Sovyetê berdewam be, diviyabû Kurd bihatana fedakirin.

Lê dîrokê ew û Yekîtiya Sovyetê şermezar kir,

Felsefeya wan ket nav pelên gemar yên dîrokê,

Pêşewa Qazî Muhammed û yên pê re jî ketin nav rûpelên zêrîn yên dîrokê, ji ber ku;

Pêşewa Qazî Muhammed bingeha yekem dewleta modern ya Kurdan avêtibû. Di warê yasa û demokrasiyê de pêşketîtir bû ji dewletên herêma Rojhilata Navîn.

Ya herî girîng, Komara Kurdistan bû sedema bihevrekarkirina Kurdên parçeyên din ên seranserê Kurdistanê. Kurd, ji başûr, bakur û Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûn yan jî bi piştevaniyê di damezirandina Komara Kurdistanê de cihê xwe girtibûn.

Serokê nemir Mistafa Barzanî bi hêzeke mezin di parastina Komarê de cih girtibû.

Bi vî awayî bihevrekarkirina Kurdên ji hemû parçeyên din dest pê kir ku ev jî roj bi roj bihêztir dibe.

Raste, hebûn û parastina Komara Kurdistan zêde berdewam nebû, lê; Serpêhatiyên Komara Kurdistanê bû nimune ji bona tevaya parçeyên Kurdistanê.

Ala Komara Kurdistanê ku îro li başurê welatê me hatiye bilindkirin, ew ala hanê ye, ku Pêşewa Qazî radestî Barzaniyê mezin kiribû.

Sirûda netewî ya Komara Kurdistanê îro li tevaya parçeyên Kurdistanê bi dengê bilind tê xwendin û guhdarîkirin.

Ji bona wê yekê;

Divê herkes bizanibe ku, Komara Kurdistan demeke kurt zindî ma, lê belê berhemên gelek mezin radestî miletê Kurd kir.

Doza miletê Kurd, li ser wan berhemên han roj bi roj li seranserê Kurdistanê belav dibe û Kurdan dike xudan destkeftên mezin.

Di dawiyê de, ez di salvegera darvekirina 74yemîn a Pêşewa Qazî Muhammed û hevalên wî de serê xwe li ber wan ditewînim û gotina wî dubare dikim, ku di roja me de jî rastiya xwe diparêze:

“Baweriya xwe bi dijminên xwe, bi taybetî jî bi Eceman neyînin. Ji ber ku Ecem ji çend aliyan ve dijminê we ye. Ew dijminê dînê we, niştîman û dagirkerê axa we ye. Dîrokê nîşan daye ku ew tim û tim li bahaneyan digerin. Di tawanên herî piçûk de jî Kurdan dikujin. Ew dikarin li hember Kurdan hemû cure tawanan bikar bînin.”

Rojhat Amedî-Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply