Di Raperîna Baba Îshaq a Mehmet Oncu De Felsefeya Baba Îshaq

Romanên tarîxî çi qas nêzîkê rastî û heqîqetê bibin, ewqas bala mirov (xwîner) dikêşînin.  Romanên tarîxî li ser sê hîman ava dibin: Rewş, karekter û peyam (mesaj). Yanî pêwîste, romannûsên romanên tarîxî romanên xwe bi rewşa tê de, bi xurtbûna karekteran ve, bi peyamekê vekirî, bi hev re girê bidin, bihonînin.

Birêz Mehmet Oncu di romana xwe de (Raperîna Baba Îshaq, weşanên sîtav) rewşa wê dewrê (salan 1240an), karekterên bi xwedî şexsiyet (Baba Îshaq, malbata Baba Îshaq, Pîr Elyas, Bersomê Kurê Awsan, Sîn û Mîm, Siyabend, Ebû Xanzala, Rindo, Dêro Beg, Mendo, Bengî hwd.), peyamekê pak û gerdûnî rêxistiye li ber çavan.

Baba Îshaq kî bû?

Mirovekî çawa bû?

Çi kir û çi xwest?

Bi rastî felsefeyeke wî hebû?

Di romana Raperîna Baba Îshaq a Mehmet Oncu de felsefeya Baba Îshaq heye û felsefeya Baba Îshaq li ser sê Heqan ava bûye: Ehl-î Heq, Loqmeyê Heq, Riya Heq.

Di felsefeya Baba Îshaq de tenê dad û edalet, însaniyet û merhamet, samimiyet û heqîqet, parvekirin û dayîn heye. Eger ku dinya/însaniyet nêzîkê felsefeya Baba Îshaq bibûya, ewqas kuştin û qetlîam, ewqas xwînrijandin û hêsirbarandin, ewqas êş û elem, ewqas zilm û zordarî nedibûya.

Ez dixwazim ji romana Raperîna Baba Îshaq de bi çend wegirtinan bala felsefeya Baba Îshaq bikêşînim.

*Wî, hîmê felsefeya xwe li ser wekheviyê danîbû, herdem li talib û rêhevalên xwe re digot; di pergala ku em dikin li ser vê xakê saz bikin de, tu kes ji kesekî din ne rinttir e, ne jî bilindtire. Kes ne ji kesî pirtir e, ne jî hindiktir e. Mafên tu kesekî ji hemwelatiyên din ne zêdetir e, dixwezî bila mîr be, dixwezî bila pîr be. Di pergala me de mafê bizina kol jî bi qasî yên bizna bi qoç e, divê heqê çopê qut li ser çopê dirêj nemîne. (Rûpel; 14).

*Lazime em bi yek çavî li heftê û du miletan binerin û wan yek bibînin.(Rûpel; 15).

*Her tişt, tewa û nesneyê ku hûn li dora xwe dibinin ew e. (Rûpel; 40).

*Adem xwedî vîneke xweser e, baweriya xwe bi vîna xwe ya azad dipejirîne, heqê kesî nîne ku astengiyan bide ber baweriya kesekî din.(Rûpel; 43)

*Ew dinya ku dişibe xaneke fireh, mala Heq e. Li mala Heq têra herkesi nan û dan heye. Ne hewceye ku ji bo danek xwarin kes bibe beniyê kesekî din, lew ku kes ji kesî ne rindtir, ne jî bilindtir e. Kes ji kesî ne kêmtir, ne jî zêdetir e. Em berxikên Heq, hemû yek in. Lew ku yek, suret û wesfê Heq bixwe ye. (Rûpel; 44).

*Gelî can û cananan jiyana ku Heq bexişî Adem kirî, bi tenê rêwitiyek e. Rêwitiyeke kin û bi wate ye. Adem di serencama rêwitiya xwe ya kin û bi wate de, bi ketin û rabûnê dipehte û dibe xwedî cerebe. Paşê ew cerebeyên ku wî, li vê rê qezenc kirî ji wî re dibin sermiyan û ew sermiyan wî dikemilîne. Ew can û cananên ku ji bilî kemala wan tiştek ji wan re ne sermiyan e, berî koça dawî kemal û cerebeyên xwe dewrî nifşên ji xwe şûnda dikin. Ew erk û peywîra wan a sereke ye. (Rûpel; 44).

*Jibîr nekin, keleha herî bi rûmet dil e, lew ku dil bi rim û şûran nayê wergirtin, bi axaftinên xweş tê wergirtin. (Rûpel; 45).

*Jibîr nekin kurê min, çil salên jiyana însanê ku temenê wî gelek kin e pexşan e. Ji çilî pêve şirove û tefsîre. Ya herî xirab jî ew e ku; fêkiyên tefsîr û şiroveyên wî ne ji boy wî ne. Lê gelek baş e ku fêkiyên wan tefsîr û şiroveyan neviyên wî, bi gotineke din; malbata însanetiyê dixwe. (Rûpel; 87).

*Ji bîrnekin kurê min; jiyan sir e. Dema mirov bi hemû sirên jiyanê dihese, bîra mirinê dike. (Rûpel; 87).

*Dinyeya îro şewqvedana çawaniya me ye. Ger em karibin xwe biguherin, ew jî bi me ve girêdayî wê bixwe biguherîne. (Rûpel; 92).

*Lazime her şar û bajarokekî, heta her gund û mezrayekê beytilmaleke wê hebe. Yanê birkeke ku mal û serweta wê herêmê tê de bigê hev hebe. (Rûpel; 101).

*Wî dixwest ku hemû benî û bindest, ji xizanî û bindestiya xwe rizgar bibin. (Rûpel; 187).

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply