Çîroka “Di Şikeftê De Sê Kes”

Ji Ebû “Ebdûrrehman ‘Ebdullah kurê ‘Umer kurê Xettab (r.), gotîye: Min bihîst ku Pêxemberê Xwedê (s.) digot: “Sê kes ji wan yên berîya we de çûne seferê. Li wan bû şev û ji bona ku şeva xwe bibihurînin ketine şikeftekê. Vêca latek gindir bû, hat derê şikeftê li wan girt. Li ser vê yekê gotin: “Ne ku hûn bi karên xwe yên qenc du’a ji Xwedê Te’ala bikin tiştek ku we ji vê latê azad bike tuneye.”

Yekî ji wan got: Ya Rebbî! Bêguman min hebû dê û bavê pîr. Berîya wan min xwarin û vexwarin nedida zarokên xwe, ne jî xizmetkarên xwe. Vêca rojekê gera dara ez dûrkirim, hê ez ne zivirîm ew razabûn. Min şîrê wan dot û anî da ku bidime wan min dît vaye xewre çûne. Vêca min nexwest ez wan şîyar bikim, ne jî berîya wan şîr bidim zarok û xizmetkarên xwe. Ez mam hêvîya wan ku rabin û qedehek li ser destê min bû heta bû sibeh. Zarokek li ber lingê min zarzara wê ye. Dema ra-bûn, şîrê xwe vexwarin. Ya Rebbî. Heke min ev kar ji bona riza te kirîye, tu me ji tengîya vî latî xelas bike. Hebikekî (derîyê şikeftê) vebû lêbelê nekarîn derkevin.

Yê diduyan got: Ya Rebbî! Min dotmamek hebû ji herkesî zehftir min hez jê dikir. Di rîwayetek dîtir de: “Min ewqas hez jê dikir ku ne mimkun e mêrek ewqas hez ji pîrekekê bike.” Min jê xwest ku xwe teslîmî min bike lê wê ev tişt qebûl nekir. Heta saleke xela ser de hat, hate cem min. Min sed û bîst dînar danê da ku xwe teslîmê min bike, ewê jî qebûl kir. Wextê min xwest ku ez bikim, di rîwayetek dîtir de; “wextê ez di neqeba herdu lingên wê de runiştim” wê got: Ji Xwedê Te’ala bitirse gostîlkê (bekaretê) bêyî heq xerab neke. Ez cih de rabûm û di gel ku ew li bal min ji her kesî mehbûbtir bû min eva kir, dînarê dabûyê jî jê re hiştin. Ya Rebbî! Heke min ev kar ji bona rizayê te kirîye tu me ji vê tengîya ku em têde ne xelas bike. Hebikekî dîtir (derîyê şikeftê) vebû lêbelê nekarîn derkevin.

Yê sisîyan got: Ya Rebbî! Min hinek karker girtibûn min heqê teva dabû wan, ji bilî yekî heqê xwe hiştibû û çûbû. Min heqê wî jê re şixuland heta malê wî zêde bû. Piştî midetekî hat û got: Ey ‘ebdê Xwedê! Heqê min bide min.
Min jê re got: Ev deveh, çêlek, pez û qulên ku tu dibînî hemû jî heqê te ne. Got: Ey ‘ebdê Xwedê! Tinazê xwe bi min neke. Min got; Ez tinazan nakim. Rabû ew tev de dan pêşîya xwe, birin û tiştek nehişte şûnde. Ya Rebbî! Heke min ev kar ji bona riza te kirîye, tu me ji tengîya vî latî xelas bike. Lat ji derîyê şikeftê derket û derketin, di rêya xwe de meşîyan.”

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

Çavkanî:

Îmamê Newewî

Wergêr: Mele Salihê Dihî

Baxên Qencan (Rîyadu’s-Salihîn)-Nûbihar

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply