Gazinek Ji Meha Nîsanê!

Nîsanê!
Ev çi ewrê reş e,
Xwe di ser bajarê min re
Dibe û tîne?!
Çima tu dêmê xwe ji xelkên min
Diguherîne..?!
Nakokî, dubendî û berberiyê
Di nav xelkên min de
Gur, bilind û sor dike..?!

Nîsanê!
Tu gula biharê û bûka salê ye..
Heyva gul, kulîlk û çîçeka ye..
Hêlîna şalûla û bilbila ye..
Heyva evîn û aramiyê ye..
Mixabin, welatiyên min ji wan
Bê par in..!

Nîsanê!
Bela kes navê te bi kiryarên şaş û çewt
Nelewitîne,
Rengê gulên te, bi rengê xwînê
Neguherîne..

Nîsanê!
Çendî ji van rojên te bi tirsim!
Ji rengê sorgulên te bi tirsim!
Bi hêvî me ku, xaka welatê xwe,
Bajarê xwe, bi tovê gulên zer û spî
Bibînim û ev reşewrê ku
Di ser bajarê min re vegirtiye,
Biferike û êdî bes bibînim.
Erê, bes bibînim.

Konê Reş, Qamişlo, 21.04.2021

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply