Dîroka çanda kurd û çavkaniyên wê yên civakî

Baş tê zanîn ku cografyaya Kurdistanê, sê mehên zivistanî wekî kebîs e û derfetên derketina mirovan a kar nade. Lewma mirovên Kurdistanê, li gorî şevên dirêj ên zivistanî, lîstikên wekî pandomîm, wekî skêç, wekî pol-firandinê, wekî lîstika hingulîskê û hwd. derxistin holê û hê jî hinek ji van lîstikan hene.

Mebesta min ji van gotinan ew e ku mirov bi cografyaya xwe dikare çandekê sazkar bike û nasnameyekê bi dest bixe. Avabûna cihêtiyên çandî, li gorî danûstandina însên a bi xwezayê re çêdibe. Yanî civakên cihê, ev civakên ku xwedî nirxên cihê ne li gorî ku kesekî xwestiye li gorî dayikxwezayê ferz kiriye ava bûye. Li gorî vê yekê folklora civakan jî bi cografya wê civakê ve girêdayî ye. Folklora ereban li gorî çolê hatiye dizaynkirin. Folklora qeraxên Derya Spî li gorî cografya bi derya ve girêdayî hatiye dizaynkirin, lê ya gelê kurd li gorî cografya Kurdistanê bi govend û cil û bergên rengîn bi şatafat hatiye dizaynkirin. Bi klîmatê dijwar ê çiyan ve girêdayî ye. Ji bo van cil bergan pêdivî bi TEŞIYÊ heye. Teşî û Derzî… Çanda Teşiyê û Çanda Destar, du xelekên ku hevûdin temam dikin û dibine bingeha xelekên dagirtina dem û heyamên vala.

BANDORA KLÎMATAN

Klîmatê çolê, ereb di folklorê de giran kirine. Klîmatê Derya Spî, folklora Yewnanî û Îspanyolan li gorî bayê deryayî û kêştiyan de di rengê pêşbaziyan de derxistiye holê. Lê folklora kurdan, di rengşîniya cografya Kurdistanê û dijwariya klîmat û hûnandina xaka wê ve, bi girêdan û hevkariya kolektivîzma wê ve girêdayî ye. Cil û berg jî li gorî hêrsa çiya û hêrsa xaka Kurdistanê bi heybet û rengîn in.
Şivika saeta dîrokê her dem di nava lept livandinê de ye. Kevin her dem bûye bingeha nûjeniyê. Pêşketina Çanda Destar û Çanda Teşiyê, bandor li raxistina malê, li wergirtina cil û bergan û tevgera civakî kiriye.
Guman têde nîn e ku xaniyên hatine avakirin jî li gorî cografya wê civakê hatine plankirin. Cihêtiya cografyayê, li her cihekî li gorî şertên klîmatê yan derfetan pêşkêş dike an jî zoriyê derdixe. Xanî li gorî sermayê û hoy û mercên klîmatê wê cografyayê hatine lêkirin. Dive ku, berê xanî li Başûr be. Ji ber ku Bayê Kur her dem ji Rojhilat ve dibizive û seqemî ye, sar e. Eger derî û pencerê mal li Rojhilat bin, Zivistanê germ kirina malê ne mumkûn e. Hê jî xaniyên li Kurdistanê têne çêkirin, di vî rengî de ne.
Kavilên li serê çiyayên Kurdistanê bi kevirên gelekî mezin hatine çêkirin. Mirov dikine nava mijûlahiya mêjî. Ev kevirên nehîteyî û û mezin çawa li ser hev hatine nijinandin? Ev pirs serê gelek mirovên zanist jî êşandiye. Lê dema ku mirov li kolektivîzma civaka kurd difikire, ew mijûlahiya mirovan ji holê radibe. Ji ber ku hêrsa çiya, hêrsa klîmat û lawirên hov, pêwîstî bi xaniyên zexim derxistiye holê. Piştî ku mirov ji şikeftan derketin û Çanda Destar û Teşiyê dest pê kir, mirovên xwedî tevgera civakî, pêdivî bi xaniyên mezin jî dîtin.
Bi vî rengî mirov li Kurdistanê li çi dinêre kevir derdikevê hemberî me. Çekên ji kevirên heste, kanîkên ku keviran diavêjin, destarê ku qût dihêre, cirnên ji keviran hatine kolan û hwd. Derziyên hestî, şeyên hestî û teşiyên ji darikan hatine çêkirin. Lewma me navê vê pêşketinê wekî Çanda Destar û Çanda Teşiyê bi nav kir.
Lê pêwîste em ji bîr nekin, jina kurd ji bo dirûtina cilan jî, pêşî hestî zirav kiriye, destikê wê qul kiriye û nex, yan jî ta, yan jî duwêl (tayê ji çerm tê çêkirin) tê re derbas kiriye û bi teşiyê hûna ye. Zirav kiriye.. Dîtina derziya hestî û teşiyê, di şaristaniya rûniştî de, qonaxeke dîrokî ye.

DESTAR Û TEŞÎ
Destar û Teşî… Ev destpêka şaristaniya gundan e…
Duwêl û çaroxa çermî jî, li gorî cografya Kurdistanê ye û di nava gelên din de nayê dîtin. Lê çend sed sal û çend hezar sal debax kirina (nerm kirina çerm di gemarê de) çerm hatiye keşîf kirin, kes nizane. Di encamê de, em dikarin bêjin ku, heya salên 1965’an jî MIŞEQAYÊN çarox çêdikirin, li Kurdistanê hebûn.
Pêwîst e em zanibin ku Cografya Kurdistanê hîna erdeke beyar e û bendeyî kolanên arkeolojîk e.
Tiştê ku tê zanîn, çend sed tablêtên bi tîpên bizmarî hatine nivîsandin e. Destana Gilgamêş e, Tofana Nuh e, Efsaneya Prometheus e û Efsaneya Kawayê Hesinkar e. Lê efsane û destanên mezin û kûr û dûr hîna di erda Kurdistanê de veşartî ye. Di taqên şikeftên dibin erdê de û di kavilên wekî hêrikên mîrate li xaka Kurdistanê belav bûne ne hatine keşifkirin.
Şikêra Mêran… Ev navê gorên li Kurdistanê ne. Mînaka herî baş jî Gora Nemrûd e… Wekî çiyayekî zixuran bilind dibe. Dema ku mirov li xaka Kurdistanê digere, cihekî ku mirovan dest nedayê wekî midreb û teyar û benik ne hatine wejartin û çandin xuya nake. Ev tê wateya ku xaka Kurdistanê yek milyon sal hatiye xilmetkirin û hîna şopên kalikên kurdan û civakên li xaka Kurdistanê jiyane xuya dikin û ew şopên di cografya Kurdistanê de xuya dikin, di tevgera civakî, di jiyana rojane û di cilûberg û tore û folklora kurdî de xuya dikin.
Dixwazim ku ji çîrokekê derkevim rê û civaka kurd, ya berî çend hezar salên berê bînim bîra ku mirov çanda bi cografya ve girêdayî bêhtirîn fêm bike.

BANDORA COGRAFYA

Li gorî çîrokbêjên dîrokî, di demên berê berê de, yanî berî bi hezar salan, ÇÛKÊ DEWLETÊ hebû. Dema ku KEY, yan jî KEY Banû dimir û pêdivî bi serdarekî hebû, civaka kurd tev li meydanê kom dibû û ÇÛKÊ DEWLETÊ serbest dihate berdan. Çûkê Dewletê di ser koma mirovan re digeriya. Eger roja pêşî li ser milê kesî, li ser serê nedanîbane, digotin, mirovên ku li meydanê amade nebûne hene. Delalî roja din derdikete nava bajêr û banga duyemîn dikir. Roja din car din Çûkê Dewletê berdidan. Çûkê Dewletê, dema mirovê serdar didît, diçû li ser milê wî, yan jî li ser serê wî didanî.
Bêguman ev çîrok e. Lê dive ku em ji bîr nekin; Herodot, beşeke mezin ji dîroka mirovahiyê li gorî çîrok û serpêhatiyan nivîsî ye.
Bi vê jî dixwazim bêjim ku Çûkê Dewletê, Çanda Destar û Çanda Teşiyê xelekên çarenûsa civaka kurd bi çarenûsa cografya kurd ve girêdidin.
Îro jî heman tişt e, binêrin edebiyata kurdî, romana kurdî, zimanê kurdî, folklora kurdî û nasnameya kurdî, çarenûsa cografya Kurdistanê dijî. Parçekirin, tunekirin, redkirin, înkarkirin û qirkirin tev ji bo cografya Kurdistanê ye.
Di vir de tiştê ku em dixwazin bêjin jiyan, civak, hewcedarî, guherîn, veguherîn bi kurt û kurmancî di dewlemendiya me de bandora cografyayê heye. Însan li ser kokên xwe jiyaneke çawa avakirine divê baş bê fêmkirin. Mijara girîng ew e ku di nava civakan de cihêtiyên kokdar çawa çêbûne. Ji ber vê diyalektîkê civak ji hev cihê dibin, lê di cewherê xwe de heman tiştî dikin. Lê rêbazên bi kar tînin cuda ne. Her yek li gorî şertên cografyaya xwe, xwe dizayn dike.
Nexwe dema em dibêjin afirandina çandî, behsa tiştên etehyatû çawa lê hatû nakin. Yanî nayê gotin “Dilê min wisa dixwaze, ez ê vê yekê bikim, ev jî çand e.” Di cewherê afirandinên însan de tiştekî wisa tune ye. Heke wisa bûya, însan wê demê nedibû însan. Hewcedarî çi ye, xweza kîjan ferzkirinan dike, di kîjan aliyan de li xwezayê divê tedbîr bêne girtin, hewcedariyên civakê çi ne û bersivbûna ji van hewcedariyan re çandbûn e. Ev qanûneke civakî ye. Di cihêbûna çandan de têkiliya civak-xwezayê diyarker e.

SERDEMA NEOLÎTÎKÊ
Yek ji tespîtên girîng ên antropolojiyê ew e ku heta dema qeşayê ya dawî di serhatiya însanetiyê de Afrîka bi rola pêşengiyê rabûye. Di derketina Rîfa ji Rojhilatê Afrîkayê xwe gihandine quntara çiyayên Toros-Zagrosê. Rola pêşengiyê li Toros-Zagrosê bi şoreşa Neolîtîkê re dest diguherîne. Quntarên van çiyan ji salên B.Z. 15.000’î heta salên B.Z. 4.000’î mirov dikare bêje ku ji bo însanetiyê her tişt çêkir: çi maddî çi manewî her tişt amade kir.
Serdema Neolîtîkê, bi demdirêjî û çarçoveya xwe serdema herî bingehîne ku binyada zîhniyet û ruhê însanetiyê lê hatiye avakirin. Qalibên fikirînê yên destpêkê, berzbûyîna ruhanî, agahdarkirin, birêvebirin, avabûna hişmendiya civakî, jiyana xwecihî, jiyana çandinî û cotkariyê, gihiştina têgeha xwedayî û hwd. di vê serdemê de bingeha wan tê danîn. Însanetiya ku ji Rîfê bi çarpîkan xwe gihand quntarên Toros-Zagrosan li wir dest bi meşê û axaftinê kir.
Ev qad yek ji qadên bingehîn e ku divê bê lêkolînkirin. Dîroknas û arkeologê mezin Gordon Childe bûyerên wê demê li vê cografyayê qewimîne di pirtûka xwe ya ‘DI DÎROKÊ DE ÇI QEWIMÎ’ de vegotiye. Ev serdema Neolîtîkê hêj ji gelek aliyan ve nehatiye lêkolînkirin û li hêviya pêwendîdaran e.
Daneheva şaristanî û çanda Neolîtîkê B.Z. 6.000’î û B.Z. 4.000’î de hem di warê ramanî de hem jî di warê hilberînerên maddî û teknîkî de di serdema Xelefbûyînê de digihîje lûtkeya xwe ya kamilbûnê. Di vê serdemê de însanbûn û civakîbûn gavên xwe diavêje. Li cografyaya Mezopotamyaya Jêrîn pêngava herî berfireh ku dîrok jê re şahidî kiriye diavêje. Ji ber vê yekê gelek dîrokzan, civaknas û antropolog girîngî û rola Til Xelef ku di wê serdemê de hatiye avêtin bi pêngav û geşedanên serdema Ronesansê re muqayese dikin…

Neolîtîk û Til Xelef

Birêz Ocalan serdema Til Xelefê wiha rave dike:
“Til Xelef (B.Z. 6000-4000) ket qonaxeke mezin ku jê re qonaxa bi sazîbûna Neolîtîk jî tê gotin, têde qût û zadên cur bi cur hatin bidestxistin. Bi qasî teknîkên rê li ber vê hilberandinê vekirin, ya esas civaka gund bû ku rê li ber zîhniyeta teknîkê keşif bike vekir. Bicihbûyîn hewcedariya xwe bi erd û axê heye; bi vê re saziyên civakî yên hevdu xwedî dikin pêş dikevin. Bi sazîbûnê re zîhniyeta civakî xwe bi rêxistin dike, kolektîf dibe. Xweşbûna demsalan û barana têr dibare avdaniyê di rêza pêş de ferz nake. Lê mirov li girîngiya avdaniyê serwext dike. Ber bi salên B.Z. 3000’î tê îspatkirin ku gelek gund li Mezopotamya Jêr li ber bajarbûnê ne; di vî warî de bi dehan mînakên di encama erdkolanên li qadên arkeolojîk de derketine, hene.
Yek ji nîşaneyên bajarbûnê diyar dike, bedenên dor li wargehên li ser gelek gir û tilan digirin in. Lê ji ber ku avdanî bi sînor tê kirin û debir bi baranê tê, mezinbûna zêde û bi hejmar pirbûnê dixe zehmetiyê. Li jêr Dîcle û Firatê gelek erd hene, bi bereket in, û ji bo avdaniyê baş in. Îspat bûye ku di salên B.Z. 5000’î de gundên pêşî yên bi cihbûyî ji bakur ji çanda Til Xelef daketine.”
Birêz Ocalan destnîşan dike ku çanda Til Xelef heger bi rola xwe ya dîrokî bê nirxandin ancax bi sedsalên 16-20’an re bê muqayesekirin û cihê vê çandê di dîrokê de ev e.(Dê bidome)

 

Çavkani: Azadiya Welat

(13.12.2010  )

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply