Forum

Gulan, 2021

  • 22 Gulan

    Werger û Wêjeya Kurdî

    Destpêk Têgeha ku em Kurmancî jê re werger, soranî wergêran û zazakî çarnaye dibêjin beramberî peyva latînî ‘translatio’ û ‘translatum’ e ku ew jî wateya ‘transfer’ê dide. Di peywenda wergerê de jî jixwe ew transfer aşkera ye. Têgeha wergerê hem dikare qada mijarê ya giştî terîf bike û hem jî dikare behsa berhemê (metna ku hatiye wergerandin) bike, û dîsa …

  • 21 Gulan

    Abê Boyax Bikim?

    Rojek ji rojên septê bû. Serê sibehê bû, bi xurandina nava serê xwe şiyar bûm. Min çavên xwe vekir û min nerî dayika min li ber serê min e û dibêje: -Berxê min rabe ser xwe, taştêya xwe bixwe û rahêje sindoqa xwe ya boyaxê û li sûkê bigere, belkî hema tu heqê sulehîkî ji me re derxînî. Sulehiyê me …

  • 21 Gulan

    KÛÇIKÊN CEMO

    Li gundê ku navê xwe Avaşor bû, ku ewte ewta kûçikekî li ku dihat, yekser digotin, “aha, Cemo dîsa kûçika bera hev dide.” Ku çawa dengê ezanê dihat, mele; ku qala kerî dibû şivan dihat bîra her gundîyekî, kûçika jî Cemo dihanî hişê canik û camêra. Ev şuhreta tinê li ser Cemo nema bû. Wî, pirranî dema xwe bi kûçikan …

  • 18 Gulan

    Xalid Begê Cibrî û rêxistina Azadiyê û serhildana milî ya 1925an

    Di dîroka Kurdistanê de dema ku ji serhildana milî ya Kurdistanê ya 1925an bê qalkirin, du navên dîrokî û hêja derdikevin pêş. Yek ji wan Xalid Beg e. Yê din jî, Şêx Seîd Efendî ye. Xalid Beg serokê rêxistina Azadiyê (Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê) ye. Şêx Seîd Efendî, serokê Tevgera 1925an e. Seroké Rexistina Azadi Xalid Beg û hevalê wî …

  • 18 Gulan

    EKOLÊN EDEBIYATÊ

    Di nav pêvajoya dîroka edebiyatê de, gelek herikandinên bizavên edebî hatine holê. Van tevgerên edebî gelek tesîra xwe li ser nivîskarên cîhanê yên cure cure welatan kirine.   Ez dixwazim van ekolên edebî bi kurtahî bidime danasînê. Û hinek li ser Romantîzm û Sembolîzmê bisekinim. Niha em yek bi yek li van herikandinên edebî binêrin.   KLASÎZM   Berhemên klasîk …

  • 17 Gulan

    Di Raperîna Baba Îshaq a Mehmet Oncu De Çarînên Baba Îshaq

    Di romanan de li gor armanc û mebesta xwe, li gor mîqdar û pêwîstiya xwe bikaranîna helbestê ne hêsan e. Di roman xwe ya Raperîna Baba Îshaq de Mehmet Oncu çarînên xwe bikaranîne. Em-xwîner dibînin ku ev çarîn him felsefeya Baba Îshaq rave dike him jî ekl û tamekê cûda didin romanê. Min li jêr ji romanê de ji devê …

  • 17 Gulan

    SALOKE

    Zelîxa ku herkesî jê ra digot Zelxo, li ber zayînê bû. Her ferdekî Mala Şehînê Salokê, hêvîya xwe bi zarokê di zikê dayîka reben de ye ve girêdabû. Ku keç be, malik wêran e; ku kur be, coş û seyran e. Barê zikê Zelxo ya jina ducanî, li gor barê li ser milê wê siviktir bû. Wê baş dizanibû ku …

  • 16 Gulan

    SILOYÊ SÊWÎ Û SILÊMAN AXA (folklor)

    Dibêjin, lawikekî sêwî yê heşt-neh salî hebûye. Bêkes û bêxwedan bûye û tiştekî wî jî nebû ku xwe pê xwedî bikira. Rîspiyekî got Lawikê Sêwî: – Lawikê delal, here li gundekî ji xwe re golikvanî yan gavanî bike. Lê yekcaran here Medresê bixwîne jî. Lawikê Sêwî rojekê dema berbangê ji xewa li ser milikê tenûrê şiyar bûye û berê xwe …

  • 15 Gulan

    KÛÇIKÊ POSTAVAN

    edrî kurê Mihemed bû. Navê kalikê wî jî Elî bû. Loma navê wî bi, “Bedrîyê Mihemedê Elî” dihat ser zimana. Bedrî, li Deşta Surucê, tam li ser sînor, ku Binxet diqede û Serxet dest pê dike, li gundekî ku ji deh malan pêk dihat jîyana xwe didomand. Navê gundê wan Kevireşka Jor bû. Çima ev nava dabûne gundê xwe, nayê …

  • 13 Gulan

    Şanê

    Wê rojê jî wekî her roj bêhna wê teng dibî . Wê ??? Biborîn in , navekê wê jî heye. Şanê, erê Şanê , Şanê ya rûheyv , Şanê ya ku rûyê wê di şevên sar û seqem, tarî û zulmat de  ji mirovan re dibû rêber û ronahî. Şanê, di wê rojê li ber dîwarê qenterê bêdeng rûniştiyî bi …