Hêmayên xav li ziman rûnanên

Em carinan li rastî bikaranîna hêmayên şaş ên zimanê nivîskî tên. Gelek caran nayê ferqkirin, carinan jî awayê şaş weke rast tê zanîn û di nav gotara kurdî de diherike diçe. Min carinan mînakên şaşiyan weke haypêxistin nivîsandin, bal kişand ser hin mijar û şaşiyên bi vî rengî. Rast lê bêm û hewce be ez ê weke peywireke haypêxistinê dîsa bînim ziman.

Îcar dîsa hin bikaranînên şaş hene ez ê li ser wan bisekinim. Hin caran ez di rojname, kovar, pirtûk û axaftina rojane de rastî qalibên bikaranîna wiha têm; ‘pirtûk weşiya, weşiyabû, diweşiya’, ‘serhildana ŞexSeîd weşiyaye’, ‘civîn li dar bû’, ‘kar li dar bû’, ‘ew bi vî awayî bi kar tê’ û hwd. Bikaranîna bi vî rengî ne rast e. Jixwe li ziman jî rûnanê tehmeke xav ji axaftinê derdikeve.

Ji ber çi û awayê rast kîjan e?

Em ji lêkera weşandin ku di mînaka me de lêkera nerêdar (negerguhêz) ‘weşîn’ê dest pê bikin. Karê ku bi vê lêkerê pêk tê jixweberiyê (otodînamîzm) dihewîne. Weke mînak ba diweşe, em dikarin bêjin ba weşiya, ba weşiyabû û weke wê. Yanî dînamîzma bayê ji derveyî bayê nayê, bixwe tê mîna kenîn û girîn. Ê ku dikene û digirî mirov bixwe ye, ne tiştekî din bandorê lê bike. Her wiha pelên daran diweşin, av li ser erdê diweşe. Kes nabe alîkar. Lê heçî pirtûk e nayê weşîn, bi kêşana xwe pirtûk na’weşe’. Lêkera di cih de weşandin e. Yanî pirtûk tê weşandin; pirtûk hat weşandin, pirtûk dihat weşandin. Eger kirde diyar be tê gotin, ‘min pirtûk weşand, wî kovar weşand’. Eger weke dançêker bê bikaranîn wiha dibe, ‘te pirtûk da weşandin’, ‘wî rojname da weşandin’. Awayê rast ev e.

Pirtûk di xwezaya mirovan û xwezaya giştî de hazir tune ye. Pirtûk heta ku gelek tişt tên berhilandin paşê çêdibe, kedeke şênber di pirtûkê de pêk tê. Jixweber naqewime, karekî îradî heye di pêkhatina wê de. Ji ber wê jî bikaranîna lêkera weşandinê (bo pirtûkan) di avaniya tebat ango pasîv de çêdibe.

Teşeyekî din ê ‘weşîn’ê yê şaş jî wiha ye; ‘serhildana Şêx Seîd weşiyaye’. Di vî teşeyî de jixwe bikaranîna ‘weşîn’ê ji bingeha xwe ve şaş e. Mebest ji, ‘serhildana Şêx Seîd weşiyaye’ ev e, weke ku di tirkî de dibêjin, ‘Şeyh Saît isyanı yayılmış’ . Teşeyê weşiyaye qet lê nayê. Ji bo vî teşeyî yan ‘serhildan berfireh bû’, yan jî ‘li her derê belav bû’, rastir e.

‘Civîn li dar bû’, heman teşeyê nerast di vê hevokê de jî heye. Kiryar li ser lêkera ‘bûn’ê pêk tê. Bûn lêkereke nerêdar e. Qewmînên jixweber dihewîne. Civîn bûyereke civakî ye û tu car jixweber pêk nayê. Yanî divê gelek hêmayên civakî pêk bên ku civîn çêbe: Haypêxistin, diyarkirina rojê-demê, amadekirina cih û rojevê û hwd. Ev temam jî îradî ne û hêmayên ‘kirin’ê, ne yên ‘bûn’ê. Di bin hukmê hin rewşan de bê gotin ‘li dar bû’, pêkan e. Yek bibe şahid an jî tiştekî bibîne dikare bêje, weke mînak, ‘ez dereng mam, heta ez çûm civîn li dar bû’ lê ew jî teqez wateya, ‘ez dereng mam, heta ez çûm civîn hatibû li dar xistin’ de ye. Dibe ku yek bêje, ‘ez ji bajêr hatim, tevn li dar bû, jinên zibare rûniştibûn ser, çêdikirin’. Ziman vî teşeyê gotinê înkar nake lê ew jî di wateya me diyar kir de ye ku kiryarek bêyî îradeya me pêk hatiye, tenê em bûne şahid. Teşeyê rast ev e; civîn hatibû lidarxistin, tevn hatibû lidarxistin.

‘Ew bi vî awayî bi kar tê’ dîsa heman têgihîştin e. ‘Hatin’ lêkera kirina kar e, lêkereke nerêdar e, ew jixweberiya bûyerê îfade dike. Yanî nayê ‘kirin’ tenê ‘dibe’ û pêk tê. Lê belê kiryara ku mînaka me de pêk tê ‘kirin’ e, ne ku ‘pêkhatin’. Yanî nayê, ‘bikarhatin’, tê ‘bikaranîn’. awayê, ‘ew bi vî awayî bi kar tê’, ne rast e, ji têgihîştina zaravayê kurmancî dûr dikeve û xav e. Awayê rast ev e; ‘ew bi vî awayî tê bikaranîn’.

Ji bo dabînkirina wateyên wan ên rast, min li Ferhenga berdestê xwe nihêrî. Di ferhenga Zana Farqînî ya Kurdî-Tirkî de, ‘bikarhatin’, bi wateya ‘kulanılma, kullanılmak’ hatiye bikaranîn. Yanî weke lêker û lêkera navdêr heye. Pêşî ez texmîn û baweriyeke xwe diyar bikim. Ev wateya Farqînî cih dayê lêanîna tirkî ya bi zorê ye. Ev ferheng e, divê tê de cih bigire. Lê di zimanê axaftina berfireh de nîn e û kesên ku bi kar tînin li ferhenga Zana Farqînî dinêrin şaştiyê adapteyî nivîs û axaftina xwe dikin, ji ber ku di ferhengê de heye. Bikarhêner bihîstiye Xaço miriye, nizane kefenê wî çend ber e. Li vir şaşitî ne ya Farqînî, ya bikarhêneran e.

Di ferhenga Zana Farqînî de ‘lidarbûn’, weke ‘kurulmak, sürmek’ bi cih girtiye. Her du wate jî ne karên jixweberkirinê ne û rêdar (gerguhêz) in. Li gorî wê rastiyê Zana Farqînî wateyeke şaş daye. Ew qalibê ku min jê girtiye ‘civîn li dar bû’ wateya li dar xistinê de şaş hatiye bikaranîn. Farqînî jî ketiye nav şaşiyeke bi vî rengî. Li gorî min divê rastiya ya tirkî jî wiha bûya; ‘kurulu olmak, sürülü olmak’. Dikare vê wateya awarte bide me, ‘tezgah kuruluydu, gözümle gördüm’ weke ku me ji bo tevnê rave kiribû.

Lêkera ‘weşîn’ di ferhenga Zana Farqînî de di wateya ‘yayımlamak, yayınlamak’ de hatiye ravekirin. Her wiha ‘weşîn’  jî weke ‘lidarbûn’ê şaş hatiye watekirin. Wateya Farqînî daye jixweberiyê îfade nake, awayê dançêker û tebat raber dike. Em wê wateyê wergerînin kurdî dibe, ‘weşandin,’ û ‘dan weşandin’, wateya ‘weşîn’ê nade me. Lê divê ez mikur bêm ku redaksiyona ferhenga Zana Farqînî min kiriye, şaşî ya min e jî. Ez hingê di têgihîştineke bi rengî de nebûm.

 

Yaşar EROGLU

20.04.2021, Welat 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply