Profîla Xwendevanên Kurd

Gelo kategoriya xwendevanên kurd çiye? Kê pir pirtûkên kurdî dixwîne? Karker, karmend, gundî, xwendevan, esnaf û kategoriyên din çiqas pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî dixwînin? Întreseya kîjan kategoriya civakê ji bo xwendina kurdî heye? Kê di qursên ziman yên ku bi fermî vebûn de fêrê xwendin û nivîsîna zimanê kurdî dibe?

Ji bo bersîvên pirsên li jor pêwîstî bi lêkolîneke berfireh heye. Ev jî karê lêkolînvan û rojnamevanan e. Li Almanyayê rêxistineke sivîl ya bi navê ”Yekîtîya Rojnamevanên Kurd” heye, lêbelê ew ji xeynê rojnamevanîyê bi her karî re mijul dibin. Wan hêj li ser pirs û pirsgirêkên rojnamevanîya kurdî tu pirtûkek yan jî bi kurdî tu nivîseke derbarê rojnamevaniyê de neweşandine. Li ser rojnamevanî çiye? Şêweya pêkanîna rojnamevanîyê divê çawabe û hwd, du pirtûk derketin, ew jî ne li Almanya û ne ji alî endamên YRK-ê, li Swêdê û li Stenbolê derketin.

Lêkolînvanên kurd jî bi tiştên girîng(!) re mijul dibin û li ser babetên pir girîng(!)xebatên lêkolînî dikin û lewre wexta wan tune bi tiştên civakî û întreseyên curbecur re mijul bibin. Di rewşeke weha de amatorekî wekî min ji ber meraqê li ser hinek pirsgirêkan dinivîse û balê dikşîne ser mijarên weha. Bi saya kurtenivîsên weha dibe ku mijar bala hinek rojnamevan û lêkolînvanan bikşîne û ew jî li ser van mijaran xebatên konkret pêk bînin.

Niha ez ê li gor tecrûbeyên xwe yên salan û çavnêrîya xwe ya jîyana rojane, behsa profîla xwendevanên kurd bikim û kategorîyên cîvakî yên ku herî pir bi kurdî dixwînin destnîjan bikim.

Pirtûkên kurdî herî pir li bakurê Kurdistanê, Tirkîyê, Swêdê û Almanyê têne firotin. (Ez di vê nivîsê de behsa xwendevanên Kurdistana başur nakim. Ez behsa pirtûkên bi alfabeya Latînî/Kurdî yên bakurê Kurdistanê dikim.) Di van herçar welatan de kurdên ku pirtûkên kurdî dikirin û dixwînin ji kîjan çîn yan kategorîya civakî ne? Li Almanyayê rêxistina ku bi dehhezaran kurd bejdarê meş û xwepêşandanên sîyasî dike, dikare çend pirtûkên kurdî bifroşe? Dîsa li Almanyê bi hezaran endamên komelên sivîl yên demokratîk û girseyî hene, bi taybetî jî hejmareke pir endamên ”Feyka” û ”Komkar”ê ne. Gelo endamên van komeleyan çiqas pirtûkên kurdî dikirin? Li Swêdê ”Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêd” heye, gelo refek pirtûkên Federasyonê, yan jî pirtûkxaneyeke biçûk ê federasyonê heye? Li Swêdê ewqas pirtûkên kurdî derketine, ji butça Federasyonê yek pirtûkeke kurdî hatiye kirîn?

Berpirsiyarekî weşanxaneyekî kurdî dibêje ”Yên ku herî pir pirtûkên kurdî dikirin û dixwînin xwendevanên zanîngehan/unîversîteyê ne.” Li gorê weşanxaneyeke din jî ”Yên ku herî pir pirtûkên kurdî dikirin û dixwînin mamoste û xwendevanên ciwan in.”

Di nav kategorîya civakî ya xwendevanên kurd de yên ku herî kêm, anku pir hindik, pirtûkên kurdî dixwînin hinek nivîskarên kurd in. Lêbelê hinek nivîskarên kurd ên din jî gelek pirtûkên kurdî dixwînin. Ji hêla nexwendinê ve li du hinek nivîskaran jî piraniya karker û gundî tên. Hinek nivîskar, piraniya karker û gundî pirtûk naxwînin. Kadirên siyasî ên birêvebir yên partî, rêxistin û komeleyan, endamên komîteyên partî, komele û rêxistinên kurdan pirtûkên kurdî yan naxwînin yan jî pir hindik dixwînin. Heger vana heryekê pirtûkek kurdî bikiriya û bixwendana, dê hejmara firotina pirtûkên kurdî zêde bibana. Mamoste, karmendên teqawid, ciwanên welatparêz, keç û jinên kurdperwer, lêkolînvan, kesên wergêr û yên ku bi pirsgirêkên zimên re mijul dibin, hinek sîyasetmedar û sîyasîyên serbixwe û herweha kesên welatperwer û neteweperest yên ku ji xwendina tirkî hez nakin, bi kurdî dixwînin.

Beriya ku ez vê nivîsa xwe binivîsim, min ji hinek nas û dostên xwe pirsî, bê kê pir pirtûkên kurdî dixwîne? Min ji çend dikandarên pirtûkfiroş jî pirsî, bersîva hemûyan hema wekhev bû. Bi piranî kurdên rewşenbîr, mamoste, karmend û xwendevanên kurd yên welatparêz û bi giranî jî xwendevanên zanîngehan/unîversîteyan/zankoyan pirtûkên kurdî dikirin û dixwînin. Hinek girtîyên hepisxanê yên sîyasî jî pirtûkên kurdî dixwînin.

Li Swêdê û Almanyê hersal pêşengeha pirtûkên kurdî pêk dihat. (Niha li Swêdê pêk nayê) Ez bi xwe jî beşdarê pêşenhega pirtûkên kurdî ya li Swêdê dibûm û min didîtin ku, yê ku pirtûkên kurdî dikirin kesên sîyasî yên serbixwe ne, ciwanên kurdperwer in û mamosteyên perwerdeya kurdî ne. Li Almanyayê jî kesên rewşenbîr, kurdên rojnamevan û ciwanên welatparêz, kurdên neteweperest, oldarên kurd ên welatparêz pirtûkên kurdî dikirin û dixwînin. Di fuara pirtûkan ya li Stenbolê de jî hinek weşanxaneyên kurdan stand vedikin û pirtûk difroşin. Li wir jî yên ku pirtûkên kurdî dikirin bi piranî olperestên îslamî ên kurd, rewşenbîr, karmend, mamoste, ciwan û xwendevanên zanîngeehan/unîversîteyê ne.

Têbinî : 1 – Piştî ku min vê nivîsê nivîsî, ji bo ez di derbarê profîla xwendevanên kurdî de negişim encameke şaş, min ji çend nas û dost û nivîskarên kurd pirsî. Gelo herî pir kîjan qategoriya civaka kurd pirtûkên kurdî pir dixwînin? Bersîvên hemûyan wekê hev bû. Wekî minak ez çend gotinên  nivîskarekî kurd digrim vir. Ji wan nivîskarên ku min ji wan pirsî, yekê jê weha got :

”Bêtir xwendevanên zanîngehan û kesên di navbera 25-30 salî dixwînin. Mamoste jî baş dixwînin, ji ber ku piraniya nivîskarên kurdî mamoste ne, ez bawer im ew bandorê li hevalên xwe jî dikin. Li gora ku bala min kişand, mamoste û xwendekarên zanîngehan baş dixwînin…”

Têbinî : 2 – Min vê nivîsê di kîjan sal de nivîsiye nizanim, nayê bira min. Lê bi texmîna min ev nivîs deh, panzdeh sal berê hatiye nivîsîn. Min nivîsê di nav dîsketeke kevn de dît. Ji bo ku mijara nivîsê balkêşe, û niha jî li gor rastiya rewşa niha ye, lewre jî ez wê pêşkêşê xwendevanên malpera Çandname dikim.

19.04.2021

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply