Gotinek di 123 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de

Ho bajarê min.. xelkên min.. bihara welatê min..! Va 22ê Nîsanê, cejna rojnamegeriya Kurdî hat.. 123 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN) e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..

Werin em di vê rojê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin; ew ên ku bingeh danîn û ev azadiya vê roja pîroz nedîtin.. Werin em silavê li canê Mîr Miqdad Medhet, Abdulrehman Bedirxan û Sureya Bedirxan bikin, yên ku çiraya rojnamegeriya Kurdî li pêş me vêxistin..

Welatîno werin! Tev werin, em silavê li canê Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Namî, Tîrêj, Keleş, Bêbihar, Omerê Lalê, Mela Nûriyê Hesarî, Palo, Mihemedê Mela Ehmed, Rezoyê Osê, Rêwî, Ferhadê Çelebî û tev rewşenbîrên ku xwe di ber peyva kurdî de westandine, bikin.. Gul û kulîlkên vê biharê li ser gorên wan deynin..

Welatîno werin.. werin em neferetê li dagirkeran bibarînin, ew ên ku nehiştin ziman û rojnamegeriya me bi serbestî di welatê me de, bibişkive, geş bibe û ber bigire.. Di encam de, bi saya lehengên zimanhez, dilsoz û wefadaran,  rojnamegeriya me di sirgunê avis bû û ber girt.. Û va îro wek ku hûn serwextin; wêneyê Mîr Miqdad Bedirxan li gelek deverên Kurdistanê berz û bilind xuya dike.. Û pêkerê Apo Osman Sebrî di (Bexçeyê Xwendinê) de ji me re dibêje:

Xwe danînim ber sîtem û zorê

Divê serbilind ez biçim gorê

Gava bi rûmet biçim goristan

Hêjaye bibim lawê Kurdistan.

Herwiha pêkerê Seydayê Cegerxwîn jî, di eynî bexçeyî de xwe pesn dide:

Kîme ez!

Ez im rojhilat

Tev birc û kelat

Tev bajar û gund

Tev zinar û lat

….

Bejin bilindim

Wek dêw bilindim

Ez dest dirêjim

Serbest dibêjim

Dixwazim bi lez

Gavan bavêjim

Kîme ez.. kîme ez..

Wiha jî, Mihemed Şêxo, bi dengekî bilind strana: “Azad e şêrîn..” û Seîd Yûsif bi deng û awazên xwe strana: “Oy Oy felek..” ji me re dibêjin..

Erê.. piştî 123 salan keç û xortên me ji nû ve, pey şopa Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mûsa Anter, Edîb Karahan, Nûrî Dersimî, Memdûh Selîm Beg, Hemze Begê Muksî dibezin li huner û şanên wan digerin.. Em bi hêvî ne ew salên ku Osman Sebrî 12 caran di wan de hat zindankirin, bar kiribin û em bi kêf û şahî li strana (Gulê mehrûmê gulê.. çiya bilinde gulê.. berfê lêkir..) guhdarî bikin.. Erê, wek ku kurdan gotiy: “Giha di bin keviran de namîne” û “Dinya siya darê ye”. Ji dil sed û bîst û sê saliya cejna rojnamegeriya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê û hezkerên peyva kurdî pîroz bikin.

Konê Reş
Qamişlo/ 20.04.2021

 

Derbar Konê Reş

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply