Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Helbesta Çilesrî

Min Helbesta Çilesrî bi stûnekê şikestî girê da û berda. Niha nema tiştekî aîdê min. Rûyê min tim ber bi rojê bû, bi êş û janên xwe ve dimeşiyam.  Zanayek di serê min de dimir, wêda diçû, piştre vedigeriya vira.  Dudilî bû zanaya min. Dilekî wî tim li wir diavêt, yê din jî lu vir diavêt. Yekî mîna xwe bû …

Bêhtir »

Nimûneyek ji Pêwendiyên Kurd û Ermeniyan

Gelekan li dor pêwendiyên Kurd û Ermeniyan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuştina ermeniyan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiştek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewşa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêşeya gelê Kurd û ne nivîsamdina …

Bêhtir »

Amûdê û Şêwra Çûka Li Ser Garisê Hecî Berko!

Berî çend rojan, di civîneke rewşenbîrî de, çend kesên amûdî jî hazirbûn.. Di nav axaftina me de yekî ji wan amûdiyan/ Fewazê Bengo got; şêwra çûka li ser garisê Hecî Berko.. Min jê birsî, gelo tu çîrokê zane? Keniya û li min vegerand; ma ku tu nizanibe ez ji kû zanim.. û wiha min bi kurtî, li gor ku min …

Bêhtir »

Divê em çima Kurdolojiyê bixwînin?

Kurd di demeke dirêj bê xwendin man û paşê hêdî hêdî bi saya koça bajaran dest bi xwendinê kirin û dibistanên seretayî, dibistanên navîn û dibistanên amadeyî qedandin. Di van salên dawî de jî gelek ciwanên Kurd zanîngeh xwendin û dest bi karên xwe kirin. Êdî di her beşê de ciwanên kurd dixwînin û hin Kurd jî li ser kurdî …

Bêhtir »

Hub dibêm bêşek bela ye

“Muhbetê mihnet di zor in hub dibêm bêşek bela ye Umir û jîn xweş pê diborin lê sotin û derd û cefa ye” *Melayê Cizîrî Belesebeb ji Cizîrî re “Şêxê Evînê” an jî “Pîrê Evînê” nayê gotin. Ji ser ta heta qedem van navê pîroz û qedîm heq dike. Ew e ku esrara evînê (Eşq, Hub û Hezkirin) di berhemên …

Bêhtir »

Tenêtiyên Dûr

Germahiya çola cihê min e. Lihêfa qûmê diavêjim ser xwe. Payî me, berbayî me. Nêzê kesî nabim. Nikarim rûyê xwe ber bi kesî ve bikim. Bi hevokên kin, pêşwaziya têkçûn û mirinan dikim. Bi peyvên dest û ling şikestî, ji bihuşta xwe derdikevim û dikevim dojeha yên din. Ne pêşiya ezmûna min heye, ne jî dawîya wê xuya dike. Tûrê …

Bêhtir »

Şîddeta bindestan û Xwebûn û Welat

Li devera ku bindest gihîştibin asta hişyariyê û çavên wan vebûbe, serdest û dagirker jî mecbûr dimînin ku bi awayekî xwezayî ve xwe adapte bikin. Bindest li şûna xwe nasekinin. Serî natewînin û kirasê ku dagirkeran ji wan re fesilandiye li xwe nakin. Lewre tim komikeke şûman û serhişkan peyda dibe û senaryoya têkbirin û xulamkirin û kolekirin û veguherandin …

Bêhtir »

Li Ser Pirtûka “Teyrê Keskesorê” Nirxandinek

Pirtûka Zarokan Teyrê Keskesorê pirtûka ji bo zarokan e. Nivîskara wê Xecê Rêdûr e. Pirtûk di nav weşanên ”Morî” de li Stenbolê çap bûye. Pirtûk 32 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de ferhengok heye. Pirtûk bi wêne ye û wêneyên wê Bîlal Karagoz çêkiriye. Bergsazî û mîzanpaja wê Ridvan Polat, redaksiyona wê jî Îsmaîl Dîndar kiriye. Li hersê parçeyên Kurdistanê …

Bêhtir »