Lehengo Nûrî Dêrsim! Bijî Çiyayê Dêrsim Jiyana te ya dijwar Va ez bi zêr dirêsim Bi saya kesên wek te Buhişt bibe mala te. Xweş silava bigihîn Wan şehîdên rêka te; Seyid Riza û Şêx Seîd, Wan sofiyên wek Egîd Xwîn rijandin bi merdî Bi azadî, bûn mirîd. Bo rêka te î dijwar Va em jî dikin hawar Navê te …
Bêhtir »Gorholik
Holika min, yanî hizna min a kevnar. Holika min, yanî êşa min a xedar. Holika min, yanî bihuşta min a birîndar. Dinalim bi dilê dayîka xwe. Dinalim bi zimanê dayîka xwe. Dinalim bi kilamên bavê xwe. Xwe bi gorên yên din bêdeng dikim. Xwe bi sirên yên din mirar dikim. Xwe bi dojehên yên din bêadan dikim. Min dilê xwe …
Bêhtir »Çîrokên Mîrza Mihemed û Romana Silêman Feqiyanî
Çîrokên Mîrza Mihemed çîrokên gelêrî û folklorîk in. Ew ji hêla naveroka xwe ve gelek dewlemend in. Çîrokên Mîrza Mihemed weke wersiyoneke çîrokên hezar û yek şevan e, lêbelê orîjînala wê kurdî ye. Çawa ku çîrokên hezar û yek şevan gelek dirêjin û weke rêzeçîrok berdewama hevin û bi hevûdu ve girêdayî ne, herweha çîrokên Mîrza Mihemed jî bi şevan …
Bêhtir »Di romana kurdî de Mozart û Pink Floyd
Albert Camus digot ku mirov ne bi tenê bi tiştên gotî ve, lê her weha bi tiştên veşartî ve jî heye. Ev çavdêriya ku pişta xwe dispêre şiyan û feraseta zimanî bala me dikişîne ser du xalên din jî. Armanca peyvê raguhestina peyamekê ye. Lê belê ziman bi xwe pragmatîk e û li gorî rewşa axavtinê ava dibe û wateya …
Bêhtir »Romana Egîdê Xudo ”DÊ Û DÊMARΔ
Ev cara duyeme ku ez romana Egîdê Xudo ”Dê û Dêmarî” dixwînim. Xwendina yekem, dema ku roman li Stockholmê/Swêdê bi tîpên Latînî/Kurdî di sala 1995 de hate weşandin min ew kirî û xwend. Xwendina duyem jî min di meha yekem a sala 2022 de xwend. Ez car caran hinek romanên ku min berê xwendiye, ecibandiye û ji naveroka wê hez …
Bêhtir »Ezbenî! Çend Gotinên Şaşomaşo!
Ezbenî! Carna tu neçar dibî ku dergehê mala xwe ji ber bahozê bigre, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe. Û tu bi aramî di mala xwe de razê. Û carana.. Pêwîste tu dergehê mala xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke.. Erê, bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li hev xîne, …
Bêhtir »Gotina Min ji Birêz Bernard Kouchner re (Wezîrê Fransa yê Berê)
Berî dor heftiyekê, di roja 18/7/2022an de, li ser daxwaza birêz Bernard Kouchner wezîrê derve yê hikûmeta Fransî a berê û şanda pê re ku, ji du siyasetmedarên Fransî pêk dihat, dîdarek xweş bi birek nivîskar û rewşenbîrên kurd re li navenda HRRKê a Qamişlo pêk hat.. Piştî ku birêz Xalid Îssa ew bi me dane naskirin û her yekî …
Bêhtir »Zarok û Keştiya Aytmatov
Bi hemû xewn û xeyalên xwe ve, bi hemû êş û janên xwe ve, bi hemû kêmasî û ketinên xwe ve, bi hemû çûyîn û dûrketinên xwe ve, ji xwe re bûm çal û kendal, çalên kûr û kendalên xedar. Meyita min li ser bijangên min bû, her ku dem dibihûrî meyita min diperçiwî, hinavên min diqetîyan. Min peyvên …
Bêhtir »Cureyek romanê : Mîkroroman
Di edebiyatê de gelek cureyên romanan hene. Yek ji wan cureyan jî mîkroroman e. Min berê derbarê mîkroromanê de gotarek nivîsîbû. Lê, mirov derbarê mijarek de çiqas zanibe jî zanebûna mirov kêm dimîne û her ku tiştên nû fêr dibe, zanebûna mirov zêde dibe, berfereh dibe. Min di gotara xwe de mîkroromanê wek kurteroman binav kiribû. Lêbelê ez paşê fêr …
Bêhtir »Bangek ji Konê Reş
Ezbenî! Ji ber ku min jî, li gor hêza xwe, baş xebat û bizav di ber kultura Kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e ku wiha bang belav bikim. Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her Sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Sinceqa Aşîta û Deşta Hesina bi zargotina Kurdî a devikî dewlemend heye. Dewlemendiya …
Bêhtir »