Hub dibêm bêşek bela ye

“Muhbetê mihnet di zor in hub dibêm bêşek bela ye

Umir û jîn xweş pê diborin lê sotin û derd û cefa ye”

*Melayê Cizîrî

Belesebeb ji Cizîrî re “Şêxê Evînê” an jî “Pîrê Evînê” nayê gotin. Ji ser ta heta qedem van navê pîroz û qedîm heq dike. Ew e ku esrara evînê (Eşq, Hub û Hezkirin) di berhemên xwe de eşkere kirî. Ew e ku çarşefa beyta evînê çirandî û bi hemû rengên wê dîyarî xwînerên xwe kirî.

Muhbet e (Hezkirin) ya ku rêya kirasgorînê (guhertina fikir û dil) nîşanî mirovan dide û wan vedixwîne ser rê. Muhbet e ya ku jînê li ber çavên mirovan xweş û geş dike. Muhbet e ya ku perperokê bi sermestî dikşîne xwe û wê di nav agirê xwe de dihelîne.

Hub (Evîn) ji demên kevnare ta heta dewra me bi hemû rengên xwe hatîye û ji dewra me jî dê ta heta ebed bijî. Ya ku ji ava heyatê vexwarî û bûye nemir hub bi xwe ye; tucarî leqayî mirinê nehatîye û dê tucarî jî neyê. Ji demên berê ta heta niha; ji Gilgamêş bigire heta mirovên îroyîn herkes li ava heyatê gerîyane, lê kesek leqayî nehatîye. Kesên li rastîyê (Evîn, Ava Heyatê…) bigere nagihîje rastîyê, lê kesê gihîştîye rastîyê lê digere.

Hub paradokseke mezin e; ne bê wê dibe û ne jî bi wê dibe.

Hub karekî zor zehmet e. Jînê li maşuqan dikin dojeh û di nav wî agirê dojehê de şewatek ecêb diqewime. Di nav vî agirê şewatê de maşuq dildar e û bi dildarî bê fikir û bê guman xwe diavêje nava agirî.

Her çiqasî dawîya hubê eşkere be jî dîsa li gel heman çîrokê heman rê ji alîye kesên cuda cuda ve tê cêribandin.

Feryad û fîxan e hub. Fîxana bilbil e. Fîxana ji bo gulê hatîye kirin, lê bê feyde ye. Strîyên gulê can û dilê bilbil tarûmar dike. Bilbilê deng xweş û rû bi ken bi strîyên gulê reng diguherînê û ne ew dengê xweş dimîne û ne jî rûyê bi ken. Bilbil ji bo huba xwe can dide li ser yarê.

Wekî her fikrê dualîtî hub jî du rûyê wê hene. Rûyekî wê pir xedar û canê maşuqan disotînê, lê rûyê din jî pir xweşewîst e mirovan pê sermest dike.

Umîr û jîna meriva pê watedar dibe û bi xêra wê wateyê ev cîhana derewîn li ber dilê maşuqan xweş dibe. Sedema jîyanê nîşanî me dike; bê wê ne ev jîn çê dibû û ne jî ev kaînat.

Ji demên berê ta heta niha mirov li ser çar heb hêmanên xwezayê  (Av, Agir, Hewa û Ax) sekinîne. Digel vê yekê gellek feylesof û Melayê Cizîrî bi xwe jî di wê bawerîyê de ne ku hêmana pêncemîn jî heye û ew hêmana dawî tunebaya ewê din jî nedibûn; ev hêmana dawî Hub bi xwe ye. Hub bingeha her tiştî ye.

Hub stargeh e ji bo mirovan. Mirovên evînperwer di bin banê wê de dicivin.

Maşuq dikevin çolê wekî Mecnûn û li huba xwe digerin. Şert û mercên çolê pir zehmet in û hub wekî pêşîyan bi xwîna mirovan xwe têr dike. Ew maşuqên li çolê ji bo bêhnvedanê ji xwe re li wahayekê digerin.

Waha ji wan re dibe yar û wan ji hemû xirabîyên çolê muhafaza dike. Lê maşuq wekî derwêşan ji wê wahayê berê xwe waha didin û li pey şopên hubê digerin. Di encama lêgerînê de maşuq fam dikin ku hub ne tiştek tenê ye, hub her tişt e.

Mihyedîn Narîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply