Romana Qafka`yê Rojhilatê ”KUNDÊ KOR”a Sadiq Hîdayet

Min pirtûka Sadiq Hîdayet a bi nave ”Kundê Kor” di sala 1977an de ku li tirkî hatibû wergerandin, min li Stenbolê kirî û xwend. Di navberê de 45 sal derbas bûye vêca ez carek din dixwînim, lêbelê vê carê ez kurdiya wê dixwînim.

Pirtûka S. Hîdayet di nav van 45 salan de ji alî bi dehan weşanxaneyên tirkan ên curbecur hatiye wergerandin û weşandinê. Pirtûk bi kurdî jî du car hatiye wergerandin û ji alî du weşanxaneyên cuda ve hatiye weşandinê.

Kunde Kor %25 indirimli Sadık HidayetJi bo kund hinek jî Bûm dibjin. Wergera Ku Edîb Polat wergerandiye navê wê ”Kundê Kor” e, a ku Muhsîn Ozdemîr wergerandiye navê wê ”Bûmê Kor” e. Wergera Muhsîn di sala 2014an de di nav weşanên ”Na” de li Îzmîrê hatiye weşandin. A Edîb di nav weşanên ”Kora” de di sala 1995 an de li Stenbolê hatiye weşandin. Muhsîn Ozdemîr wê ji orîjînala wê ango ji farisî wergerandiye. Helbet di wergerê de metoda herî baş a wergerê ji orîjînala wê wergerandine. Heger ji zimanek din jî were wergerandin divê orîjînala wê nehê xirabkirin yan jî weke ku wergêrê bêcidiyet Kawa Nemir neke û li gorê xwe têde tehrîfatan, guhertinan neke. Tehrîfat çêkirin, tiştên ku di orîjînalê de tunebe di dema wergerê de lêzêdekirin exlaqê wergêriyê nîn e. Wek tê zanîn Kawa Nemir pirtûka Soneyên Shakespeare wergerandibû û tê de tehrîfatên ecêb çêkiribû û lewitandibû. Navê Cegerxwîn û navên gelekên din xistibû nav pirtûka Shakespeare sonetan. Yekî ku nizanibe dema bixwîne dê bibêje qey wan tiştan Shakespeare bi xwe nivîsiye.

”Kundê kor” romaneke bi nirx e, hêjayê xwendinê ye. Naveroka wê û awayê vegotina rave kirina wê hunerî ye, edebî ye. Vebêjê romanê hunermendekî wêneçêker e û gelek xeyalperest e. Ji xwe wêneçêkerên ku tabloyên hêja çêdikin bi saya xeyalan çêdikin. Xeyal îlham dide wan û ew jî hunera xwe a hêja pêk tînin.

Vebêj bi siya xwe re diaxife, lê di esasê xwe de ew bi xwendevanan re diaxife/dipeyive, bi wan re dikeve nav dialogê. Ew dibêje : ”” Nivîsandin ji bo min pêwîstiyek û karekî mecbûrî bû…..Min dixwest tiştê ku min kişandibû binivîsim ser kaxezê……. piştî çend dudiliyan, min çirayê nêzîkî xwe kir û dest bi nivîsandinê kir….Ez dixwazim derdê xwe li ser kaxizê binivîsim….Divê ez çîroka xwe vebêjim, lê ez ji ku derê dest pê bikim? Jiyan ji bo destpêkirinê kurt e, ew çîrokek e.”

Rastî jî ji bo hinek nivîskaran nivîs nivîsîn bûye şêweya jiyana wan. Divê ew binivîsin. Ew bênivîs nivîsîn nikarin bisekinin. Gelek romannivîserên xeyalperest romanên xwe bi xeyalan dixemilînin. Ew ji ber rastiyên civakî û bi xeyalên xwe yên lêzedekirî romana xwe dihunin. Sadiq Hîdayet jî bi vî şêweyê û bi awayê lihevudu hunandina rastî û xeyalan romana xwe nivîsiye, berhema xwe afirandiye.

Vebêj/nivîskar Sadiq Hîdayet ji mirinê hez kiriye, mirinhez bûye û loma paşê xwe kuştiye, întîxar kiriye. Ew dibêje : ” şeraba binefşî, axuya mirinê, çavkaniya hizûra herheyî……mirin ji min re ew çend normal û xwezayî xuya dikir.”

Di nav rûpelên romanê de jî qalkirina û ravekirina mirinê, kuştinê gelek in.

Vebêjê xeyalperest guherandina dinya xwe dixwaze. Ew dibêje : ”Cîhana rasteqîn ji min dûr diket, Ez di dinyayek xweş de dijiyam. Ev cîhan cîhaneke ji dinya rastîn dûr, alemekî din bû.” Ev guhertina ku ew dixwaze gelo tenê guhertina manevî a giyanî/ruhî ye yan guhertina madî civakî ye jî. Wek tê zanîn ew dem û niha jî di Îranê de sazûmanên kevnare, paşverû (berê Şah hebû û niha jî Ayetullahên olperest ên Şîa hene) Û her rewşenbîr/ronakbîr dixwest ku ew sazûman bifelişe, têk here, were guhertin.

Di awayê vegotinê û şêweya ravekirina Sadiq Hîdayet de û di naveroka romanê a hesten ruhî/derûnî/psîkolojîk de jî diyar dibe ku nivîskar gelek di bin bandore Dostoyevskî û Qafka de maye. Bandora wan herdu nivîskarên navdar xwe di nav rûpelên romanê de didine hîs kirin. Ji xwe kurteçîrokên Sadiq Hîdayet tam Qafkaest in. Loma jî Ewropî jê re dibêjin Qafkayê Îranî.

Kundê kor li cem hinek kurdan wek bêyewm, nebaş tê dîtin. Ji hêla hin civakan ve wekî xirab tê binav kirin, di hin civakan de jî bi wateyên pîroz tê nas kirin. Her çend bi gelemperî tê fikirîn ku ew mirinê vedibêje, ew bi rastî celebek çûk e ku bi vexwarina gelek zindiyên ku dikarin di xwezayê de zirarê bidin me qenciyê dike.

Kund; Li Mezopotamyayê, ew Xwedawenda Felaketê, Lîlîth, ku gelên Mezopotamyaya kevnar teşwîq kir ku bawer bikin ku Hebûna wê Nîşanek Karesata Hatinê ye, Sembol kir. Ev Kevneşop hîna jî li Anatolya û Mezopotamyayê heye.

Kundê Kor a S. Hîdayet, ku hinekan wî wek Qafkayê Rojhilatê bi nav kirine, mîna ku ji bo baweriya giştî piştguh bike dibêje, “Di jiyanê de birîn hene, birînên gemarî hene ku hêdî hêdî û di tenêtiyê de mîna kotîyê canê xwe dixwin. Ev derd ji kesî re nayê gotin… Ji ber ku hîn derman û dermanê van derdan tune ye…” dest pê dike û Ew bi hestek kûr berdewam dike.

Sedema ku wî/vebêjer nivîsandiye; vê yekê wekî xwestekek “xwe bide nasîn” bi siya çiraya ku li ser dîwêr hatiye pêşandan rave dike. “Ma mirov û siya wî ji hev cuda ne?” Hûn nikarin lê bifikirin. Siya me ji min re mîna yekî zêde ku nikare xwe ji gotinên lîstika pêşnivîskî xilas bike xuya dike.

Kêmasiyên di têgihîştina wî ya li ser cîhana derve û xwendevan di van rêzikan de nezelaliya xewn û rastiyê dibîne. Hûn dikarin bibînin ku karakterên bav, apê, pîrejin, goristan û vebêjer ku di xêzeke ku ji têgînên zeman û mekan serbixwe hatiye teşekirin de cih digirin, bi rastî jî kesayetên yekane ne ku di jiyanê de rolên cihê girtine ser xwe.

Carinan mirov di vê jiyanê de vediguhere tiştê ku jê nefret dike. Bo nimûne, dibe ku normal xuya bike ku yekî ku di nihêrîna pêşîn de ji goşt hez nake, dema ku dibîne qesab dema goşt jê dike, nefret dike. Lê heman kes ji vê çalakiyê hez dike dema ku rojekê kesek dikuje, nakokiyên jiyanê bi awayekî îfade dike. Mîna ku vebêjer di xebatê de dike.

Çîrokbêj/vebêj bi keça xaltiya xwe re dizewice tenê ji ber ku ew dişibe xaltîka wî ya delal ku ew mezin kiriye. Lê ew vê êşê dikişîne tevî ku dizane ku jina wî qet ne ya wî ye, her tim wî dixapîne. Bi rêzikên xwe yên ku di nav wan de êşên bêdeng dijîn vedibêje, di kûrahiya peyvan de hesteke zordestiyê li xwendevan dike.

Wergêrê kurd Muhsîn Ozdemîr dibêje : ” Deng û rengê qîrînekî ye romana “Bûmê Kor”, “Kundê Kor”, ji bo dilê evînê û warê wêjê çavkaniyekê mezin û tiptije ye… Qala êş û hêviya hezê ve dike, peyv û newayên xwezaya jiyanê dirêj û xuya dike…”

  1. Lashgar dibêje : “Di dilê karakterên ku Sadiq Hidayet afirandî de du hêzên ajotinê hene: bi xwestina afirandinê bêne jibîrkirin, û bi xwestina mirinê vekişin nav çermê xwe.”

Kundê Kor tenê berhemek “bêhempa” ye: bi lehengê xwe yê ku hişê wî hêdî hêdî ji hev dikeve û yê ku nasnameya xwe wenda dike; bi nekarîna têgihîştina rastîn û ya xeyalî ; bi tevlihevbûna paşeroj û ya niha; bi atmosfera xwe di navbera dûmanên afyonê de diguhere û vediguhere; bi rewşek melankolîk, reşbîn, tarî; bi hêrsbûna xwe rastiyê neyênî raberê xwendevanan dike.

Sadiq Hidayet, ku edebiyata Iranî kir beşek ji edebiyata navneteweyî a cîhanê û wekî “Qafqayê Rojhilat” tê qebûl kirin berhemên hêja afirand. Lê çi heyf ku xwe kuşt. Xwezî wî xwe nekuşta û gelek berhemên din jî biafrandana.

Kundê kor; yek ji romana herî balkêş ên sedsala bîstan e. Bi çavekî hişk û helwestek xwînsar mijûlbûna bi drama ferdê nûjen; ku nakokiyên hundirîn ên mirovan ronî dike. Kundê Kor di xew û şiyarbûnê de ji du beşan pêk tê. Lê xewn çiqas dijwar e ku ji rastiyê were cudakirin, ew qas jî balkêş e ku rastî rast be. Ev çîroka kesekî bêzar û bêhnteng e ku hem ji duh ve perçe bûye û hem jî pêşeroja wê tune.

Di esasê xwe de, Kundê kor, xebateke ku tê de ew (Sadiq Hîdayet) û rewşenbîrên ku ew temsîl dike ji civaka ku bi rewşenbîrî ve pê ve girêdayî ne lê ji civakê veqetiyane rave dike.

Kundê Kor romaneke reşbînî ye, bedbînî ye, xweşbînî nîn e.  Tê de derd, kul, keder, xemgînî û êş hene. Pesîmîzma bêdawî û dîtina melankolîk a jiyanê ya vizyona bilind ji bo xwendevan bê guman ezmûnek şok e. Romana Sadiq Hîdayet xebateke afirîner û berhemeke balkêş a wêjeya nûjen a Iranê ye.

Sadiq Hîdayet di romana xwe a bi navê Kundê Kor de,  bêhêvîtiya kesane, hundurê wî, zindana wî li cîhana ku wî afirandiye, nakokî û nakokiyên ku ew di têgihiştinê de dijî bi zimanek edebî nivîsiye û pêşkêşê xwendevanan kiriye..

Di romanê de, serpêhatiyên kesê  ku xwe berdide tunebûnê û nikaribe qelsî û zextên xwe ragire tê vegotin.

Sadiq Hidayet nivîskarê herî girîng ê edebiyata Iranî ye. Wî pirtûkên bi hişmendiya rewşenbîrî nivîsandine. Gelek berhemên wî gelek caran hatin çapkirin û wergerandin li zimanên cihê ên cîhanê.

Kundê Kor, romaneke edebî ya pir cure ye ku mirov li kûrahiya zayendîtiya xwe bigere û wê bi wateyek fantastîkî ve bi xwe ve girê bide. Mirov dikare bibêje ku romana Kundê Kor berhemeke surrealîst e. Vegotineke gunehkar ku tê de rastiya bi xewnan pûç bûye bi siya, deng û halusinasyonan ve girêdayî ye.

Ez ê nivîsa xwe bi gotinên van herdu edebiyatzanan ve dawî bikim. Philippe Soupault dibêje:  “Di edebiyata xeyalî ya sedsala bîstan de şaheserek.” Û Andre Breton jî dibêje :  ” “Ger tiştek wekî şaheserek hebe, ev e” “

Têbinî / Ev nivîs li rojavayê Kurdistanê di kovara ”Şermola” hejmara 13 de derketiye. Kovara Şermola li Qamuşliyê li ser kaxiz tê çapkirin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply