Li Ser Pirtûka “Teyrê Keskesorê” Nirxandinek

Pirtûka Zarokan

Teyrê Keskesorê pirtûka ji bo zarokan e. Nivîskara wê Xecê Rêdûr e. Pirtûk di nav weşanên ”Morî” de li Stenbolê çap bûye. Pirtûk 32 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de ferhengok heye. Pirtûk bi wêne ye û wêneyên wê Bîlal Karagoz çêkiriye. Bergsazî û mîzanpaja wê Ridvan Polat, redaksiyona wê jî Îsmaîl Dîndar kiriye.

Li hersê parçeyên Kurdistanê rewşa wêjeya zarokan çawaye ez nizanim, lê li bakurê Kurdistanê rewş ewqas nebaş e û pirtûkên edebiyata zarokan hindik in. Lêbelê hêjayê pesnê ye ku di van salên dawîn de du weşanxaneyên kurdan ku tenê pirtûkên jib o zarokan diweşînin hatine damezrandin û wan gelek pirtûkên zarokan weşandine. Ev herdu weşanxane weşanên ”Hîva” û weşanên ”Morî”ne.

Nivîskara pirtûka zarokan a bi nave ”Teyrê Keskesorê” ji rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Urmiyê/Rizayê dijî. Ew keçeka xwendevan e û di Unîversîteyê/Zankoyê de dixwîne, perwerde dibe. Ev keça ciwan a 24 salî, gelek jîr e, berhemkar e. Wê niha jî li ser zarokên Kobanê pirtûkek nivîsiye û pirtûka wê a ji bo zarokan li ber cape ye, dê di nêzde were weşandin û bikeve destê zarokên kurd. Ew Xwendekar û nivîskar herwisa çalakvana mafê zarokan e…Dibêje; ” Bingeha xebatên min ji bo mafê zarokan û jinê ye…”

Naveroka pirtûka zarokan bi kurtahî weha ye. Lehenga pirtûkê zaroka bi nave Arya ye. Dema gula Aryayê winda dibe û çivîka Şivanxapînok wê dixapîne ku dê bibe alîkar gula xwe bi dest bixe lê wê dibe winda dike. Yanî jin ku gulhez in ew gul hestên jinê ye û ji ber wan hestên xwe ên nazik û paqij û xwezayî ew tên xapandin û winda dibin …

Naveroka pirtûkê, zimanê wê, lihevûdu hunandin û pêşkêşkirina wê serketiye. Tam li gorê psîkolojiya/derûniya zarokên biçûk pirtûk hatiye amade kirin û bi zimanekî hêsan, fêmkirî hatiye afirandin. Wêneyên ku di nav rûpelên pirtûkê de cih girtine jî tam li gorê naveroka çîrokê ne. Pirtûkek hêjayê xwendinê ye.

Arya li pey gula xwe digere û wenda dibe. Ew ji xwe re stranan dibêje û ber bi aliyê gulan ve dimeşe..Ji bo ku gula wê wenda bûye, digrî. Çivîka Şivanxapînok dibîne ku ew digrî. Şivanxapînok wê dixapîne û hîn pirtir dûrve dibe, digîşe quntara çiya.

Ji bo ku Arya venagere malê, malbata wê lêdigere. Dê û bavê wê gelek xemgîn dibin. Dê û bavê wê, pisika wan, kevok û şevşevok hemû jî lêdigerin, ber bi alî çiyayê Dalamperê ve diçin. Li wir dengê teyrê çiyayê Dalamperê tê.

Kevok ber bi alî teyrê ve difirin, diçin dibînin ku waye keçikek li ser pişta teyr e û bi aliyê wan ve difire tê. Dibînin ku ew keçika li ser pişta teyrê Arya ye. Teyr û kevok tên li cem bav û diya Aryayê datînin. Teyr ji wan re dibêje; ”Min bihîst ku Aryya wenda bûye, ez çûm lê geriyam…Ez hîn bûm ku çivîka Şivanxapînok ew xapandiye, biriye û wenda kiriye…min ew dît..û anî..”

Malbata Aryayê gelek keyfxweş dibe ku ew hate dîtin. Di wê demê de li ezman keskesor derdikeve. Derbarê keskesorê de jî gotinên xweş hene. Hersê rengên jorîn, kesk û sor û zer weke rengên ala netewî a Kurdistanê ne. Keskesor piştî baranê derdikeve û bi spehîbûn û bedewiya xwe asiman dixemilîne. Di pirtûkê de helbesteke baş û xwe ji bo zarokan heye.

Xecê Rêdûra hêja gelek baş kiriye ku vê berhema ji bo zarokan afirandiye. Ew bi berhemên xwe ên hêja lîteratura kurdî a zarokan dewlemend dike. Ez ji dil û can ji bo kar û xebata wê, afirîneriya wê serketin daxwaz dikim.

Divê malbatên kurd ji bo zarokên xwe pirtûkên ji bo wêjeya zarokan bikirin. Min vê pirtûka Xecê Rêdûr li Stenbolê ji dikanê pirtûkfiroş ku navê wê dikanê ”Medya” ye kirî û anî, pêşî min bi dilxweşî xwend. Ji bo ku di biçûkiya xwe de min pirtûkên zarokan ên bi kurdî nedîtibû û nexwendibû, xwendina pirtûkên zarokan ên bi kurdî gelek li xweşa min diçe û ez pirtûkên zarokan dikirim û dixwînim.

Di biçûkiya min de bapîra min ji min re çîrokên zarokan ên pir xweş digot. Çîroka Gur û heft karik, Kêzxatûn û gelek çîrokên din ên ji bo zarokan ên gelêrî ku bapîra min digot hêj jî di bîra min de ne. Piştê ku min pirtûka Xecê Xanimê xwend, paşê min wê ji neviyê xwe re jî xwend. Û min pirtûkê diyariyê mamosteyekî kurd ku li dibîstana Stockholmê bi fermî dersa kurdî dide zarokan kir. Ew jî dê di dersê de ji zarokan re bixwîne.

Bi hêviya ku Xecê Rêdûr çîroknivîsîna xwe a ji bo zarokan bidomîne û hêj gelek berhemên hêja biafrîne.

 Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply