Rêzehevpeyvînê Jina (29) – Gulê Can Ronahî

Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Kê ye Gulê Can….

Gulê Can di sala 1977an de, 7ê meha berfanbarê li navçeya Ceyhanê ya bajarê Edenê hatîye dinê. 5 sal dibistana seretayî xwendîye û piştî wê ti dibistan nexwendîye. Heta 18 salîya xwe li Edenê maye û piştî wê hatîye bajarê Stenbol û hê jî li wir dijî. Zewicî ye û dayika 3 zaroka ye. Mixabîn hinekî dereng xwendin û nivîsandina kurdî hîn bûye.

2 – “Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî” kengê hatîye damezrandin? Navenda wê li ku derê ye?

Gulê Can – Komelaya Hereketa Zimanê Kurdî di sala 2020an de hat damezirandin. Navenda wê li Stenbolê ye.

3 – Komele ji bo çi hat damezrandin? Hedef û armanca wê çiye?

Gulê Can – – Sedema damezirandina Komeleya Hezkurd’ê ew e ku rê li ber pişaftin û helandina zimanê kurdî bigre û xala sereke ew e ku bi rêya tevger û tekoşîna ji bo zimanê kurdî xebatan bide meşandin û ji rayedarên dewletê û wezareta perwerdehîyê daxwaz bike ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê her weha bi rêya perwerdehîya ziman helandina ziman bê rawestandin .

4 – Tu parêstvan û çalakvaneka zimanê kurdî yî. Ji bo kurdî bibe zimanekî fermî û li dibîstanan bi fermî bibe zimanê perwerdeyê hûn têdikoşin. Dikarî behsa hinek xebatên xwe yên ji bo ziman û perwerdeya bi kurdî bikî. Hedef û armancên çalakiyên we çine û xebata we di çi radeyê de ye?

Gulê Can – – Xebatên me yên jibo ziman û fermîyeta ziman cara yekem li qadên medyaya civakî hat belavkirin bi vê hewldanê me xwest kesên dildarên zimanê kurdî piştgirîya me bikin jibo ku em xwe bigehînin asta têkbirina pişaftinê û vî zimanê ku bi salane bendav li pêşîya wî hatîye girtin êdî bibe xwedî statuyekî fermî.

Tevî ku komeleya me hê nû hatîye damezirandin jî me gelek çalakîyên jibo ziman lidarxist. Ji bo serîlêdana dersên bijare yên dibistanan, me li qadan pirtûk û belavok belavkirin û me di çapemenîyêde jî daxûyanîyên girîng dan. Niha jî em hewl didin ku di rojên pêş de bi rêya komeleyên deverî bi gel re rû bi rû bên ba hev armanc û mebesta xebatên Komeleya Hereketa zimanê kurdî bidin naskirin û daxwazîya piştgirîyê bikin .

5 – Tu bawerî ku desthilatdariya niha zimanê kurdî bike fermî û li dibistanan kurdî bibe zimanê
perwerdeyê?

Gulê Can – – Ku hewldan û daxwaz zêde bin dibe ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî jibo fermîyeta zimanê kurdî divê em bêhtir xwe bigihînin dildarên zimanê kurdî. Ji bo ku em bikarîbin xwe bigihînin merheleya bidestxistina fermîyeta zimanê kurdî ku hêvî hebe xebat bi piştgirîya gel bê kirin bawerim ku emê di warê fermîyeta zimanê kurdî de biser bikevin .

6 – Min bihîst di hinek Zankoyên/Unîversîteyên li bajarên ku kurdên ku bi zaravayê zazakî diaxifin lê pirin de, hinek mamosteyên perwerdeyê, karmendên dewletê û kesên din herweke ku zaza ne kurd in û zazakî ne kurdîye dîtin û raman pêşkêş dikin. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Gulê Can – – Jixwe gelek zaravayên kurdî hene di bingehê de koka hemûyan jî digihîjin hev wekî zimanê kurdî tê pênasekirin. Ne gengaze ku mirov zazakî ji kurdî biqetîne. Ev tiştên ku diqewimin tevlihevî, jihevxistin û dubendîyan çêdike. Em van hewldanên ku zazakî ji kurdî diqetînin napejirînin û divê bi zaravayê zazakî jî perwerdehî bê dayîn wekî çawa niha zarok tv bi zazakî jî weşana xwe dide meşandin û gelek tv yên kurdî heta TRT kurdî jî cîh dide zaravayê kurdî zazakî .

7 – Digel pirs û pirsgirêkên zimên, gelo tu bi edebiyata/wêjeya kurdî re jî mijul dibî?

Gulê Can – -Belê wekî ku hûn jî dizanin em di serdemek dijîtal de dijîn. Di vê dewrê de dunya di çenka mirovan de ye û gelek weşanxaneyên kurdî hene, ez jî bi hindikî be jî liser wêje û edebîyata kurdî dema xwe mijûl dikim.

8 – Tu kurdek çalakvan, xebatkarek zimanê kurdî yî, loma jî dîtinên te ji bo min û herweha ji bo civakê girîng e. Ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê kurdî divê kurd çi bikin?

Gulê Can – – Ez vî pirsa te wekî ji ruhê gelêrîya kurdî dihesibînim yanî wekî çîrok dengbêjî hwd, divê em rojên xwe yên borî û rengê tevgera bav û kalên xwe jibîrnekin û divê em hertim çanda xwe ya devkî biparêzin û ji bilî wê divê hertim bê nivîsandin jibo nifşên ku bên. Liser vê bingehê divê kurd di herwarî de xwedî li ûrf, edet ziman û bingeha ku jê hatine xwedî derkevin ev hemû edebîyat û wêjeya kurdî tê hesibandin her weha ev hemû jî bi ziman û axaftinê pêkane û divê kurd li zimanê xwe xwedî dekevin û daxwaza hebûna zimanê xwe bidin pêş .

9 – Hinek kurdên nivîskar bi tirkî dinivîsin. Ew kurdên nivîskar in lê ne nivîskarên kurd in. Berhemên wan bi tirkî ne û ne aîdê edebiyata kurdî ne. Tu derbarê nivîskarên kurd ku bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, çi difikirî?

Gulê Can – – Di yekem xalî de fikirandinekî nijtiman hezî û ziman hezî ku tune be an jî mirov nirxên xwe yê ku bi zimanê dayîka mirov şirîntir dibe nede pêş hemû berjewendîyan wê têk herin digel vê wê nifşek rabe nerazîbûna xwe bide dîyarkirin û wê ev nivîskarî û nivîskarên te di xala xwe ya pirsê de destnîşankirîye zêde neyên ecibandin jiber ku pişta xwe didin civaka ku digel wan bi heman zimanî axivîye û tiştek din pêşkêşî wan dike ev jî dibe armancê pişaftinê.

10 – Zimanê kurdî yê axaftinê û edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa ziman û
edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Gulê Can – Zimanê kurdî zimanê edebîyatê ye. Ez dikarim bibêjim ku zimanê kurdî weke behrek e û her cure masî tê de hene. Divê mirov ewil vî zimanî baş bixwîne û ji edebîyata klasîk bigre heta ya modern tiştek din derdixe ber çava. Divê mirov xwe bigihîne rengê peyvsazîya kurdî ya dewlemend.

10 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend
e?

Gulê Can – – Li gor nêrîna min a sereke li pêş helbeste jiber ku helbest hê bêhtir lezgîntir digihîje civakê û di warê xwendinê de jî hêsantir e. Lê belê roman li pêş çîrokê ye û mixabîn civaka me de hê şano baş nekemilîye

11 – Ziman û debiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe? Û heger kurdî bibe fermî û bibe zimanê perwerdeyê li dibîstanan dê rewşa wêjeya kurdî çawa be?

Gulê Can – Wekî te di xalên pirsyarîyê de jî daye nîşandan ku divê nivîskar û edebîyatnasên kurd bibin pêşengê pêşketina civakî û bi civakê re hevrû bibin, civîna li dar bixin û guh bidin civaka xwe. Bi hev re bidin û bistînin, wê demê ev tişt pêkane ku pêş bikeve û dewlemend bibe. Dîsa bi van xalên ku min qal kirî ve girêdayî divê nivîskar û rewşenbirên kurd ji niha de hêza pêşengtîya xwe bidin nîşan ku tesîra xwe li fermîyeta ziman û perwerdehî yê jî bikin. Mirov dikare bêje bi fermîyeta ziman wê hertim pêşketin çêbibe û wê pirtûkên kurdî bêhtir bên xwendin wê di nav civakê de şewq û ronahîyek zanistî xwe bide nîşan .

12 – Tu wek çalakvan û xwendevanek kurd ji berhemên kîjan nivîskarên cîhanê û nivîskarên kurd hez dikî?

Gulê Can – -Wêjeya kurdî ya klasîk wekî Ehmedê Xanî ,Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, wekî din jî Hesenê Metê, Jan Dost, Mehmed Uzun hwd. Gelek nivîskarên ku niha nikarim navê wan yek û yek bijmêrim hene ku ji wan û nivîskarîya wan hez dikim. Di nav nivîskarên cîhanê de jî Tolstoy û Dostoyevskî hez dikim.

13 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Gulê Can – – Belê min pirtûkeke te yê li ser nirxandina romanên kurdî ’40 Romanên Kurdî’ xwendîye. Min destpê ‘Çîrokên Rengîn’ kirîye lê ew hê neqedîya ye.Mixabin min hê derfet nedîtîye ku pirtûkên te ên din
bixwînim.

14 – Gotina te ya dawî..

Gulê Can – -Di dawîyê de dikarim vê bibêjim; Zimanê me li ber tunebûnê ve diçe. Divê em xwedî lê derkevin. Divê em zimanê kurdî biparêzin ji bo nifşa piştî me tê. Her wiha zimanê kurdî bidin hezkirin. Bi dîtina min pêşîya ku mirov zimanê kurdî bide hînkirin, zimanê kurdî bide hezkirin baştir e. Dema ku mirov hez zimanê xwe bike her wiha xwedî lê derdikeve.

Lokman Polat – Spas ji bo bersivên te.

Gulê Can – – Ez jî ji bo hevpeyvînê, ji bo van pirsên giring û di cî de spasîya cenabê te dikim.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply