Helbesta Çilesrî

Min Helbesta Çilesrî bi stûnekê şikestî girê da û berda. Niha nema tiştekî aîdê min. Rûyê min tim ber bi rojê bû, bi êş û janên xwe ve dimeşiyam.  Zanayek di serê min de dimir, wêda diçû, piştre vedigeriya vira.  Dudilî bû zanaya min. Dilekî wî tim li wir diavêt, yê din jî lu vir diavêt. Yekî mîna xwe bû Zanaya min. Mîna Gilgameş li nemiriya digerîya zanaya min,  lê tim destvala vedigeriya ji seferên xwe.

 

Porê min bêhtir dirêje, bêhtir spî ye, bêhtir çilmisî ye. Her ku sîya min dirêj dibe, jîyana min biçûk dibe. Di kortikên çavên min de baranên çilesrî kom dibin. Piştre bi êşên çilesrî dest bi Helbesta Çilesrî dikim:

“Em bi hev re mezin bûbûn,

bi hev re jibîr bûbûn.

Niha her yekî me li derekê ye,

benda mirina xwe ye,

benda qetandina dawî ye.

Niha kes denga kesî nas nake,

her kes bi peyvên biyanî tevlî jiyanê dibe,

bi peyvên xerîb dest ji jiyanê ber dide.”

 

Dilopên bi xelekên xemrî û pelên bi xwêyê pezî hatibûn pîroz kirin dibarin di ser min de. Bareş dîsa bi ya xwe dike: Nişke ve tê û nişke ve diçe. Li ser kavilên goman nivîsandina Helbesta Çilesrî didomînim.

“Ewrên reştarî li derîyê dilê min dixin.

Ewrên rûpoş pêşwaziya min dikin.

Çavên min tim şil in.

Kelekeke nexuyayî ketiye bin çavkanîyên min.

Kelekeke nexuyayî, êşekê nepênî ye.

Bi êşa xwe yî nepênî hizna xwe radikim û datînim.

Qetîya rehên çavên min,

qetîya benê hêvîyên min,

qetîya ezana guhên min.”

 

Tazî bû tenêtîya min. Tî û birçî bû xeribîya min. Bêmal û bêkes bû çîroka min. Ne kes dihat ne jî kes diçû. Bê werz bûn gulên min, bê mîraz bûn hêsirên min. Bê şîn bûn behrên min, bê bender bûn qeraxên min. Jiyanê ez avêtim nav kulmek ax. Ji bo we hemû hebûna min qasê axîneke hebû yan tune bû û dawîya Helbesta min a Çilesrî wisa bû:

“Min tenê mirin dît.

Min bi tenê, serê xwe mirin jîya.

Kes tune bû.

Kesî nedîtî bû.

Her kes di jîyana xwe de aciz dibû,

her kes di jîyana xwe bi tenê dimir.”

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply