Divê em çima Kurdolojiyê bixwînin?

Kurd di demeke dirêj bê xwendin man û paşê hêdî hêdî bi saya koça bajaran dest bi xwendinê kirin û dibistanên seretayî, dibistanên navîn û dibistanên amadeyî qedandin. Di van salên dawî de jî gelek ciwanên Kurd zanîngeh xwendin û dest bi karên xwe kirin. Êdî di her beşê de ciwanên kurd dixwînin û hin Kurd jî li ser kurdî (zazakî/kurmancî) û kurdan xebatan dikin. Êdî keçên Kurd jî dixwînin û di her qadên jiyanê de cih digrin.

Bi pêşketina xwendinê hinek pirsgirêk jî derketin holê û divê em van pirsgirêkan bi xwendinê û bi zanebûnê çareser bikin. Lê çawa?

Ji bo çareseriyê gelek rê û rêbaz, derfet û fikr hene. Lê pêşniyaza min, xwendina kurdolojiyê, bi navekî din lîsansa bilind a bitêz an jî bêtêz e…

Niha li pênc bajaran beşa lîsansa bilind heye. ( Mêrdîn, Mûş, Çewlîg, Wan û Amed). Ku derfeta we li ku hebe hûn dikarin li wî bajarî lîsansa bilind a kurdî (kurmancî/zazakî) bixwînin.

Berî mijara kurdolojîyê em hinekî li ser pirsgirêkên xwe bisekînin;

👉Dema mirov kurdolojî nexwendibe jî dibe ku derheqê edebiyat, dîrok û zimanê kurdî de gelek agahiyên xwe hebin. Lê pir dema ew agahî tevlihevin û tu pergalekê wan tune ne.

👉Em pir zêde giringîyê nadin pergal û agahiyên akademîk. Lê jiyan û rastî ne wisa ye. Ji bo xebatên me rasteqîn bin û giraniyeke wan hebin divê xebatên me akademîk bin.

👉Pir dema em ji bo xebatekê demeke dirêj û enerjîyeke zêde xerc dikin. Lê dem hindik e û xebatên girîng gelekî zêde ne.

👉Pir dema nizanin ku em ê kijan xebatê li ku bikin û çawa bikin.
👉Pir dema jî em nizanin rê û rêbazên rastîn/akademîk divê çawa bin.

👉Ji bo van pirsgirêkan, hişyarên me yên netewî gelekî qels dimînin.

Niha jî em werin ser meseleya xwendina lîsansa bilind. Bi saya lîsansa bilind em ê çi hîn bibin/bi dest bixin?

-Hûn ê hişyariyeke netewî ya bingehîn bi dest bixwin
-Sîstema xebatên edebiyata kurdî (zazakî/kurmancî) hîn bibin.
-Kêmasîyên xebatên kurdî (zazakî/kurmancî) û kurdan hîn bibin
-Rêzimaniya kurdî (zazakî/kurmancî) hîn bibin.
-Çêja dersên kurdî, ezmûnên kurdî û mamosteyên kurdî hîs bikin. Hûn ê xwe wek mala xwe hîs bikin.
-Di we de dê hişyarîyeke giringîya folklora kurdan çêbibe û hûn ê hîn zêdetir û bilez li ser folklorê bisekinin. Çimkî folklor netewe û netew jî li ser folklorê ava dibe.
-Xebatên akademîk çawa çêdibin hûn ê hîn bibin û fêm bikin. Û hûn ê fêm bikin ku xebatên kurdî û xebatên akademîk çiqas girîng in.
-Hûn ê hevalên nû yên hişyar û kurdewar nasbikin.
-Bi saya spartek û xebatan hûn ê gelek pirtûkên nû yên kurdî (zazakî/kurmancî) bixwazin nexwazin bixwînin.
-Ji bo ku hûn di akademîyê de bilind bibin û di akademiyê de bimînin rê ji wê re vedibe.
-Di kurdolojiyê de ajîtasyon, hêvî şikestandin, hestiyarî, fikrên beredayî, şowenîzm tune ne. Tenê rastîn heye.
-Hûn ê nexweşî û  dewlemendiyên xwe bi çavekî rastîn binirxînin.
-Hûn ê li ser roman, nivîskar û ziman hûr û kûr bisekinin.
-Ku hûn bixwazin hûn dikarin bibin mamosteyê kurdî (zazakî/kurmancî) yan fermî yan jî ne fermî.

Gotina min a dawiyê; divê her kurd (çi zaza çi kurmanc) teqez beşa kurdî ya lîsansa bilind bixwîne.

 

Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply