Tenêtiyên Dûr

Germahiya çola cihê min e. Lihêfa qûmê diavêjim ser xwe. Payî me, berbayî me. Nêzê kesî nabim. Nikarim rûyê xwe ber bi kesî ve bikim. Bi hevokên kin, pêşwaziya têkçûn û mirinan dikim. Bi peyvên dest û ling şikestî, ji bihuşta xwe derdikevim û dikevim dojeha yên din. Ne pêşiya ezmûna min heye, ne jî dawîya wê xuya dike.

Tûrê helbestên min vala ye. Hatin û bi awirên jahrîn dilê min diqulqulîn.

Niha di bin sîya hespekê sêwakî de payî me, bêbayî me, berhewa me.

Evîna min xwe di gora yekî din de vedişêre, dayîka min wê dibîne, lê denga xwe nake. Nizanim ji bo çi dayîka min denga xwe nake. Lê kujerên min pirr in, celadên min gelek in, çîrokên min bêhejmar in.

Mehînek wer dibe di çavên min de, kes nabîne, kes nizane. Ez ji xwe re goristanekê ewle digerim, lê nabînim. Hemû goristanên welatê min xeternak in, bîzotek agir in, dişewitin di sing û berê min de. Ne jiyan bi min dike ne jî mirin min paqîj dike. Lê mehîn can didin, di canê min de. Mehînên ku mizgînîya biharan. Mehînên ku bênal tên û bênal gêr dibin. Mehînên ku xewnên rengareng dibînin, lê di jiyanên reştarî de tên xware. Ewil xwîna mehînê dikeve erdê, piştre morikên çavên min. Ewil koz dikeve hewayê, piştre xwîna min dikeve axê. Ewil zimanê min qut dibe, piştre kok û rehên min. Niha tenê kuliyekî li deryaya xwe,

tovekê li sedema xwe û helbestekê li tûra xwe digerime. Tim tenêtiyên dûr benda min in. Yan jî ez xwe, hebûna xwe, sir û razên xwe, rastî û heqîqeta xwe di tenêtiyên dûr de dibînim.

Ba bi zimanê Feqîyê Teyran diaxive. Melayê Bateyî dilê min digire, diguvêşe, diguvêşe û bernade. Ez peyvên xwe berê çolên germ û bêserûber didim. Dizanim Ebûzer nayê û min nabîne, ji min re gorekê nakole. Xwezî Ebûzer bihataya û ewil ez elimîya mirine kirima, piştre ji min re gorek bikolaya.

Her ku dem dibihûre, mirinên min zêde, jîyanên min kêm dibin. Min denga xwe nedît, peyvên min nîn in. Tim di navbera yên din de divejînim.  Bi bêr û bivirê yên din goran ji xwe re dikolim. Bi eşq ketibûm çolê û bêeşq mabûm. Evîn peyva yên din bû. Bi bîzotek êgir ketibûm rê, niha dilê min bû xwelî. Gêhiştin, tevgera yên din bû. Kozekê sê halî ketibû kefa destên min. Bihar destpêka yên din bû.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply