Destar

Destar, du kevirên pan in, di danî- ne ser hev û dibe aş; ew aşê destî ye. Jixwe peyva dest+ar, yanî arê bi dest tê çêkirin. Wateyeke wiha ji vê peyva hevedudanî derdikeve. Yê serî di nîvekê de kunkiriye û aliyekê wî darkekî wekî destkî pêve zevtkiriye ku li ser yê din bihête zelandin. Her du kevir jî gilover in. Yê binî sabit e û yê ser bi hêza destê mirovî bi alîkariya wî destkê li ser tê zivirandin. Bi vê zivirandinê tiştên den, dane bin dihêne hêrandin.

Ez dibêjim niha we bihîstiye, strane- ke Tehsîn Taha, ya bi navê “Bihêre destar bihêre” heye. Dibêje;

“Bihêre destar bihêre bihêre

Xemê’d me gelek giran in giran in

Bihêre destar bihêre bihêre

Xemê’d me gelek giranin bihêre

Dengê destarî girîn e û hewar e

Ah û fîxan û hewar in bihêre…”

Û wiha dewam dike diçe… Lewra des- tar amûrê hêranê ye. Yanî yê bişaftinê ye. Dema tiştek wekî den di wê kunka des- tarî de kete nav herdu kevirên destarî, êdî ne gengaz e ku ew den wekî xwe bimî- ne. Di destarî de dexl û dan û garis û xace û şilêl û tale û genmok û kuncî û tiştên wisa den/dane dihêne hêran. Dema tiştekî wiha kete nav çerxên destarî diguhure. Mîsoger, jixwe pê ve dibe tiştekî din. Eger destar zû bihête rawestandin jî ew den qenebît birîndar dibe.

Dan dihêrin dibe danhêrk. Danîkan dihêrin dibe savar. Tale, xace, garis û şilêl jî wekî ar hûr nebin jî dibine arê tale, xace, garis û şilêlî. Zemanên berê bab û bapîrên me ji van xwarinan hemiyan îstîfade dikirin. Lê vê gavê dexil zêde bûye, ji ber hindê tale, xace û garis kêmtir in. Bes şilêlê ku berê bara pitir ji bo tomkê mirîşkan dihate çandin gelek bi qedir ketiye; bi tirkî dibêjinê “çavdar” û vê gavê nanê bi qîmetirîn û bihatirîn e.

Destar, di kelepor û jiyana kurdî de gelek girîng e. Hema bêje destar û conî li hemî malên kurdan de heye. Bes ev destar dîtbarî yê ew qas di jiyana me de girîng, bi awayê nedîtbariyê xwe ve girîngtir bûye.

Lewra min ev çîroka destarî hemî ji ber hindê gotin ku, em nemaze em kurdên Bakur ketine nav dev û didanên destarê bişaftinê/asîmîlasyonê. Destar me dihêre û dihêre. Vêca ya nexweştir ew e ku em bi kêfa xwe ketine nav devê destara bişaftinê. Di roja îroyîn de, miletê me bi rêzan û rêveberên xwe, bi zana û nivîskarên xwe ve yekcar li ber hêran û bişaftinê ne. Ji ber hindê pêwîst e em zûtirîn roj li xwe bizivirîn.

Nexwe dê wekî deneyeke dexlî bibîne ar û biçîn.

Destarê danî bila bihêre, lê divêtin em nebîne den ku kes me nehêre!!!

Çavkanî: Diyarname 29 Reşemî r.14

Nivîskar: M. Xalid Sadînî

Derbar Çand Name

Check Also

Vladimir Propp – Morfolojiya Çîrokê

Jiyana Vladimir Propp (1895-1970) Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an …

Leave a Reply