Dêw: Taybetî û Tezahurên wan

Dêw di Avestayê da weku “Daeva” û di Hindiya Kevin da “Deva” hatiye binavkirin û berî Zerdeştiyê herçiqas weku Xweda û xwedavend hatibin pejirandin jî piştre bi piranî weku temsîlkarên xirabiyê hatine zanîn (Fesaî, 1379, r. 393). Carinan hin ji wan bi xirabî radibin bes paşê vediguherin ser başiyê. Ew bi piranî mexlûqên dirinde, mirovxwir, sêhrbaz in. Ew weku cin, hût, şeytan û perî jî hatine pênasekirin.

Dêw ji aliyê qilafetê xwe ve gir û mezin in, carinan yekçav, sêçav, şeşçav an jî sê serî, heftserî, bipirç, çavşîn, didantûj tên teswîrkirin. Ew bi bêhnê tiştan nas dikin û xisûsen bi bêhna mirovan zû dihesin. Ji rojê û roniyê aciz in. Bi piranî bi şev, di tariyê da tevdigerin û bi rojê radikevin. Cihê ku lê dijîn cihekî tarî ye û bi piranî bîreke bêbinî, heft tebeqe binê erdê, şikeft û cihên weku van in. Ew carinan xwediyê bajêr, keleh û artêşan in. Ji hesinî ditirsin. Ew weku şerûd û şerker jî tên pênasekirin. Ew dikarin xwe veguherînin dilqê mexlûqên din yên weku hesp, mirov, şêr, ejdîha û hwd. Rengê wan spî, reş, zer û sor in. Carinan dikevin xizmeta însanan da û wê çaxê yan guhê wan tê daxkirin, jêkirin an jî nîşankirin.

Gelek caran însanan dixapînin an direvînin û xisûsen qîz û keçên xama direvînin an jî bi zorê dest datînin ser wan. Gelek caran ruhekî wan ê temsîlî di qutîkekê de, di nav hinavê ajelekê da û li derva veşartî heye. Bi piranî divê bi yekderbî bên kuştin. Di Erebî da navê Ifrît li wan hatiye danîn (Şemîsa, 1387/1, r. 521-525; Chevalier & Gheerbrant, 1386/3:, r. 296; Yaheqqî, 1386, r. 371-373; Omidsalar, 2011/7) ku em ê di hin vegêranên gelêrî yên Kurdî da weku dêw rastî vî navî jî bên.

Esil ji bilî vî navî gelek cure nav û nûçikên dêwan di nav vegêrana gelêrî ya Kurdî da hene. Hin ji wan weku Ingûrî Dêw, Dêwê Qirik, Dêwê Mezin, Dêwê Heftçev, Babir Dêw, Dêwê heftserî, Dêwê Perende, Urfût, Irfît an jî Erfût, Canpola, Hûtê Binbehrê, Dêwê Spî, Reş, Sor, Dêwê Hov, Dêwê Firinde, Kutekî Dêw hatine binavkirin. Dîsa ji van binavkirinan jî dîyar e weku rengê dêwan di nav vegêrana gelêrî ya Kurdî da weku spî, reş û sor hatine veguhastin.

Çavkanî:

Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî da – Kenan Subaşi – Kovara Nûbihar Akademî – hejmara 17an – 2022 – rûpel 73

Derbar Çand Name

Check Also

Vladimir Propp – Morfolojiya Çîrokê

Jiyana Vladimir Propp (1895-1970) Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an …

Leave a Reply