Folklorîst, berhevkar û lêkolîner Seyda Goyan piştî berhevkariya bi salan a kelûpelên kevin li gundê xwe Repinê yê bi ser navçeya Qilabana şirnexê ve muzexaneyek etnografîk vekir. Seyda Goyan ji bo cîhê muzexaneyê mala xwe veguhestiye û li muzexana wî zêdetirî 1000 berhem tên pêşandan. Berhevkar Goyan beşek zêde ji van berheman bi peretî ji welatîyan kirîye û ew niha …
Hezîran, 2021
Sermawêz, 2021
-
18 Sermawêz
PAŞAYÊ ADIL Û DIZÊ MALA XWEDÊ
Hebû tunebû, dibêjin paşayekî pir adil û rasgo hebûye. Xelqê bajêr gelek ji Paşayê xwe razîbûn û Paşe jî ji wan razî bûye. Di wê navê re sal û zeman bihurîn, Paşê kal bû, kete ser gopalan, êdî nikaribû paşatiya xwe berdewam bike. Rojekê Paşa xwe bi xwe fikirî û got: Ez im, ez im, tenê ez heme û keçeke …
Cotmeh, 2021
-
22 Cotmeh
Mesela Habîl û Qabîl
Adem û Hewwa li bihuştê jiyanek kamran didomandin. Nizanîbûn tirs çi ye; westabûn çi ye. Xweda ji ber ku Hz.Adem û Hewwa îmtîhan bike her tişt helal kir tenê darek mêwe ji wan re qedexe kir ku nêzê vê darê nebin. Şeytên wan xapand nêzê darê bûn. Ji ber wê Xweda lwan daxist rûerdê. Zemînê bi darên bilind û giya …
-
19 Cotmeh
Hezkirina Welat û Tewika Qeranî
HERÊM: Gundê Eynê/Herêma Mişara Bohtanê /Navçeya Dihê/Sêrt Min ev çîrok an jî serpêhatî di zarokatiya xwe de (ji beri 40-45 salan) gelek caran ji temen mezinên wê demê sehkiribû(bihîstibû) û ji beriya çend rojan camêrekî qala wê kir û min jî biryara nivîsandina wê da. Vaye bi vegotin û nivîsandina min serpêhatiya Hezkirina welat û Tewika Qeranî (Kurdjan Sorî) TEWIKA(1) …
-
15 Cotmeh
DESTAVÊTINA ROVÊ LI ŞEPALÊ
Hebû tûnebû, dibêjin roviyekî pûrtweşandî bû. Rojekê Rovî hema wisa çolebirr diçe ku here gundekî bibîne, da xurekê ji xwe re bi dest bixe. Rovî li dareke koxel rast hat, dît ku wa ye şepalek li binê siha darê veketiye û ketiye xewa şêrîn. Rovî li Şepalê niherî, li xwe niherî, li bedewî û ciwaniya wê niherî, xwe bi xwe …
-
13 Cotmeh
GELO KURD DIKARIN ÇANDA XWE LI TIRKIYE BI BANDOR BIKIN?
Sernav wek îddîake gir e. Ne hewce ye ku hûn li ser vê mijarê lêkolînek cidî bikin, li sî salên dawîn binihêrin. Ger hûn çavdêrek baş bin, sernav dê we qet şaş neke. Li vir tiştê ku hûn dikarin bixwînin ev e. Di salên 90î de, bi koçkirina bi darê zorê ya ji bajarên Kurdan raya ku em ê pirsgirêka …
-
12 Cotmeh
Li Gundikê Melî kevneşopiya 300 salî
Li Gundikê Melî ya ser Şirnexa Bakurê Kurdistanê kevneşopiyeke 300 salî heye ku îro hêj zindî ye. Her sal pênşema yekemîn a meha cotmehê de hemû gundî berê xwe didin ser Ziyareta Mele Derwêş û li goristana gund dua dikin. Di vê ziyaretê de ligel dua û xwendina quranê, xwarinên herî xweş têne çêkirin. Ev kevneşopiyeke wisa ye ku mirov …
-
11 Cotmeh
ŞEWITANDINA GUNDAN
Sal hezar û nod û çar; roj çardehê Gulanê bû… Licê, li gundim. Leşkerên Tirkiyeyê ji bo şewatandina gûndan êrîşên ser gundîyan kirin. Ez jî li wî gundî mele bûm… Min bala xwe dayê, leşker agir berdan xaniyan. Min xwe berda û çûme ba leşkeran. Min ji fermandarên leşkeran re got: -Hûn çima van gundan dişewitînin? Serleşker: -Ferman ji jor …
-
1 Cotmeh
Mûzîka Kurdên Xorasanê – Sadi Kêstey
Her kurdek li Xorasanê taybetmendiyeke mûzîkê û denbêja wî heye: Li Evxanistanê madê bêhûşker zor dit , ast gihîşte heta zarok jî wî karî dikin , li ciha xelkêgunda hemû vî karî dikin û karekê minasib dibînin ew kesê vî karî neke li ba wan şerme , bêgoman dewlet li pê vê rewşe ye , piraniya xelkê Xorasnê zaravê kurmancî …
Îlon, 2021
-
29 Îlon
Ji kelepora çanda Bohtanê çîrokek; Peyayê Sivik
Ji kelepora çanda Bohtanê çîrokek Dibêjin; wextekî, li welatekî koseyek(*) hebû. Lê kose, tobe kiribû û ji dev kosetîyê berda bû û li gundê xwe rûniştibû. Wî jî weke gundiyan cohtyari dikir, sewal xweyi dikirin û ka çi karê gund hebûya ew dikirin û jiyana xwe didomand. Kurek yê kose heye, emre wî bûye nozdeh-bîst, xorteke delal û çeleng û …