Çand

Rêbendan, 2024

  • 30 Rêbendan

    Dûvkê rûvî

    Hebû tunebû pîrek hebû. Bizineke wê hebû. Pîrê her roj bizina xwe didot, şîr dadanî sivderê û diçû malê cîrana. Heta vedigheriya, dahat dinhêrî şîr tune. Carekê ji bizina xwe dot, şîr dani ciyê her roj, da balte û xwe li pij dêri da teland. Hew nêherî rûvî tele/tel hat kete sivderê, devê xwe kire dîzikê, şîr gişk çelpand, ew …

  • 25 Rêbendan

    Mîh û Şêr û Gûr

    Hebû tunebû, carekê ji caran êleke koçeran bar kir, mîhek li şûna waran ma. Mîhê jî rê girt ûçû, çû rastî mêrgekê hat; mêrgeke pirr xweş. Mîhê di mêrgê de warê xwe çekir û za; du berxên mê anîn. Rojekê mîhê dît ku vaye şêrek bi ser de hat. şêr jê re got: -Tu çima li vê derê yî? Mîhê …

  • 20 Rêbendan

    Zembîlfiroş (Şano)

          Şanoname: Qasim Lîstikvan: Çîrokbêj, Gulxatûn, Zembîlfiroş PÊŞGOTIN Li gorî dîroka kurdan, Zembilfîroş ji Feqiye Teyran ve hatiye gotin.  Wexta ku Feqiye Teyran di serî de zembîlfiroş devki gotîye, ê tabî çîrok jî her tim bi devkî belav bûye, veguherîye, veguherîye (wekî guh bi guh hatîye gotin) û hatîye wextê me. Vêca îro jî dîsa hat guhertin. Ji …

  • 10 Rêbendan

    Çanda Bîranînê

    1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û cihekî xwe yî saxlem heye. Cara yekem B.Z sedsala 6an Sîmonîdes ev têgeha bi lêv kiriye. Wateya Sîmonîdesê ev e; ‘Tiştên xeyalî bi mekanan re têkîldarkirin û rêzkirine’. Hunera hafizeyê, bingehê hafizeya “çêkirî” ye. Bi alîkariya wê, takekes dikarin gelek agahdariyan biparêzin û bigirin. Hunera …

  • 9 Rêbendan

    Vladimir Propp – Morfolojiya Çîrokê

    Jiyana Vladimir Propp (1895-1970) Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an li St. Petersburgê de hatiye dinyayê. Di xortaniya xwe de li hawîrdora bahoz a Rûsyayê di 1913-18an de, li zanîngeha St. Petersburgê wî fîlolojiya rûsî û almanî dixwend. Di dibistana navîn de dest bi mamostetiya van zimanan kir. Paşê li zanîngehê bû mamosteyê almanî;  sê …

  • 6 Rêbendan

    Li ser Teorîyên Folklorê Hinek Nîşe

    Bi giştî ekola dîrokî-erdnîgarî her çend rastî pir rexneyên tund bûye jî, di pêşxistina folklorê de û di geşedana teorîyên folklore de roleke wan a pir girîng heye. Dîsa hemî lêkolînerên folklorê ji bo têgihên mîna “varyant, ûrform, qanûnên epîk û motif” deyndarê vê ekolê ne ku îro jî derbasdarîya xwe ya metodolojik winda nekirine. Her çiqas dirok û folklor …

  • 4 Rêbendan

    Folklor û Hafize

    Folklor têgehek e ku tevahiya hêmanên çandî yên civakê yên wekî kevneşopî, urf, bawerî, adet, muzîk, dans, hunerên destan û vegotina devkî îfade dike. Folklor mîraseke çandî ye ku bi kevneşopiya devkî nifş bi nifş tê veguhestin û di bîra kolektîf a civakê de cih digire. Berhemên folklorî bi ronîkirina dîrok, nirx, bawerî, kevneşopî û adetên civakê, alîkariya parastina bîranîna …

  • 3 Rêbendan

    Hafizeya Kolektîf a Malbatê û Olê

    DESTPÊK Ol û malbat du faktorên girîng in ku di teşekirina hafizeya civakî de rolên girîng dilîzin. Ol bi destnîşankirina nirx, bawerî û kevneşopiyên hevpar ên civakekê, bingeha hafizeya civakî ava dike. Nirx û baweriyên hevpar ên ku ji hêla olê ve têne peyda kirin, endamên civakê bi hev ve girêdide û ji wan re dibe alîkar ku hestek hevpar …

  • 2 Rêbendan

    Têkilîyên Di Navbera Xewn û Çerçoveyên Bîra Civakî de

    KURTE Xewn, di jiyana me de xwedî cîyekî taybet in . Balkêş, bêsînor, tevlîhev, şelû  û efsûnî  ne. Ev taybetmendiyên wan jî dibe sedem  ku em di bin bandora wan de dimînin û li pey şopa wan digerin. Em dixwazin wan fêm bikin û wateyekî li wan bar bikin. Ew efsûna ku xewn di nava xwe de vedihewînin  bala gelek …

Hezîran, 2023

  • 13 Hezîran

    Motîfên Çîrokên Kurdan

    Motîfa keftar, di çîrokên bi berf û bager da zehf tê bikaranîn. Keftar, sembola “tirs û xofê” ye. Di wextên berê da çîrokên keftar, ji teref mezinan ve ji zarokan ra dihatin gotin. Çîrok cureyeke edebiyata gelerî ye ku ji senteza pexşan û helbestê pêk tê. Orîjîna çîrokan şîfahî ye lê çîrok bi neqilkirina navnişan ji wextekî derbasî wexteke din …