Mirîşka me hêkekê dike

Mirîşka me hêkekê dike, heft gundan bi xwe dihisîne.

Ne mirîşk doşanî ye ne dara xoxê sotenî ye ne jî xezûr bi zavan xenî ye.

Sê tişt hene bi êş; mirtib û mirîşk û mêş.

Sê tişt hene bi çêj: rez û pez û hurmet.

Li dinyayê sê tişt hene bi serêş; mêş, mirîşk û kermêş, tu çiqas dibêjî “kiş” ew xwe didin pêş.

Çar tişt hene, serhişk; mirîşk û mişk, mar û dûpişk.

Mirîşk qelew dibe, qûn lê teng dibe.

Gotinên pêşiyan
Ji rûpela facebookê ya Brahim Alici hatiye wergirtin

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

Kerkê Kerajo Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *