ziman

Tebax, 2020

  • 3 Tebax

    Îskana kurdan li Anatoliyê

    Ew 20 salî zêdetir e, em di kovara Birnebûnê da li ser sedem û tarîxa hatina kurdan a Anatolya Navîn dinivîsin, lêdikolin û nivîsa belavdikin. Piranîya wa belgenameyana ji lêkolinvanên tirk, osmanî yan jî ji gerok û lêkolinvanên û ewropî ne. Bi derketina medya sosyal û internetê ew lêgerîn û lêpirsîn hîn jî bi lez bû û avakî nû hilgirt. …

  • 1 Tebax

    Binefşa Narîn

    Binevşa Narîn keça Faris Beg e. Faris Beg yekî feqîr e. Derwêş Begê mîrê êlê yê dewlemend, çav bi qîza wî Binefşê dikeve, dil berdidiyê. Dixwaze ku pê re bizewice. Derwêş Beg, pîrekî nod salî ye. Binefş û malbata wî Derwêş Beg qebûl nakin û ji tirsa wî direvin. Derwêş Beg, wan rehet bernade û ji sê birayên Binefşê diduyan …

Tîrmeh, 2020

  • 30 Tîrmeh

    Sîyabend û Xecê

    Yek ji destanên gelêrî ya herêma Farqînê ye. Lê ji bo cihê qewimîna destanê nîqaş hene. Li gor Samur çend delîl hene ku dibêjin ev destan li Farqînê qewimîye.[1] Lehengê sereke yê destanê wek “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Di hin guhertoyên di nav gel de jî ev destan bi navê “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Celadet Bedirxan ev destan bi navê …

  • 21 Tîrmeh

    Zembîlfiroş û Gulxatûn

    Cihê qewimîna serpêhatîya Zembîlfiroş herêma Farqînê ye.[1] Îro jî keleha Zembîlfiroş li Farqînê heye. Di vê destanê de behsa çîroka mêrikê Zembîlfiroş ê ku debara xwe bi firotina zembîlan (selikan) dike tê kirin. Bi navê Gulxatûn jineke dewlemend a zewicandî dil dikeve Zembîlfiroş û dixwaze ku Zembîlfiroş jî bersiva evîna wê bide. Lê Zembîlfiroş, mirovekî xwedî zar û zêç e. …

  • 21 Tîrmeh

    Mirov û Mirin (Xutbeyên Kurdî)

    E’ûzû bîllahî mîneş-şeytanîr-recîm, Bîsmîllahîr-rehmanîr-rehîm. Wes-selatû wes-selamû e’la Resûlîna Muhemmedîn, we’ela alîhî we sehbîhî ecme’în. (Amîn) Hemd û sena ji bo Xwedayê vê a’lemê be ku ew Xaliqê  kaînatê ye. Selat û selamê bê hed li ser Resûlê Xweda Hz. Muhemmed salallahû  e’leyhî wesellem be. Mûmînên Ezîz! Qisedana  me ya îro li ser mexlûqê herî şerefdar insan û li ser mirinê …

  • 13 Tîrmeh

    Destan û Merhaleyên Destanan

    Destan, bi carekê û ji nişka ve dernakevin holê. Ji bo peydabûna wan a di nav miletekî de demeke dirêj divê. Ev pêvajo, bi awayekî spontane di nav erdnîgarîyeke sînorên wê nedîyar de tê pê. Destan piştî ku ji çend merhaleyan derbas dibin kamil dibin. Hejmarên van merhaleyan bi giştî sisê ne. Ev her sê merhale li gor rêzekê pêk …

  • 11 Tîrmeh

    Destanên Kurdî

    Kurd, civakeke wisa ne ku di nav xwezayê de, bi xwezayê re jîyane û ji ber çandinî û ajalvanîyê demên xwe zêdetir li derve derbas kirine. Çend dehsalên dawî ne tê de, kurd heta îro zêdetir li gundan mane û ji bo kar û barên xwe carinan ji gundên xwe dûr ketine û bi vî awayî kêm zêde haya wan …

  • 7 Tîrmeh

    Rêwî – “Romana zimanê bê xwedî!?”

      Min bi sedan pirtûkên zaniest(î) bi zimanê biyanî li ser mijarên cewaz xwendin e. Bi dehan pirtûk û romanên di derbarên dîroka (=mejû) gel û kêmîna de guftûgo kirin e. Sîyaset ya dewletên rojhilat, zagon û bi taybetî jî ya Komara Tirkiyê û pê re jî ya navdewletî beşekî pêzanînên min in. Dîsan jî kêm pirtûk û romanên naskirî …

  • 5 Tîrmeh

    FOLKLOR

    1.1. Pênaseya Folklorê “Folklor ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet lêdikole, berhev dike, disenifîne, tehlîl dike û dinirxîne.”[1] Peyva folklorê bi rayeka xwe ji du peyvên îngilîzî, ji “folk” (gel) û “lore” (zanyarî, zanîn) tê û cara pêşî ji hêla lêkolînerê îngilîz William John Thoms ve hatiye bikaranîn.[2] Bi kurdî …

  • 4 Tîrmeh

    Xesû û Bûk

    Dinya bi dor e! Dibêjin carekê bûkek û xesûya xwe hebûne. Xesûya wê nexweş ketiye. Mehdê wê çûye goşt. Ji kurê xwe re gotiye; “Kurê min ka here Xana Hawêl* ji me re kîloyek bî du kilo bî goşt bîne, çiqas mehdê min diçe piçikek goşt.” Ew jî diçe, tîne û tê. Jina xwe re dibêje; “Ka bipêje, bide diya …