ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Kartolên mor berxwedana bedenê xwurt dikin

Li bajarê Sêwasê li navça Hafikê li gundê Goydinê kartolên mor tên çandin û niha cotyar dest bi derxistina kartolan ya ji bin erdê kirine. Kartol li ser navê gund hatine qeydkirin an ku tescîlkrin. Li gor ragihandina parêzgehê, gundiyên Goydina navça Hefikê bi sedema destpêka civandina kartolan bernameyekî amade …

Read More »

Çiqas şînayîke xweş bû…

“/… Çiqas şînayîke xweş bû ya ku xwe ji reşaya çavên te didizî. Min dil heye, navê te yê şîrîn di kulma xwe de binivîsînim û dû re jî hemû dengan bikuskusînim. Paşê jî çiqas gazinên tûj û qirofek hene li zimanê xwe birêsim û diyarî te bikim vê şeva …

Read More »

Navên Segan

Nivîsa min a bi tarîxa 22/ 07/ 2021ê, li ser navê hespan bû. Ev jî li ser daxwaza biraderê me Mamed Cimo li ser navê segan e. Bi rastî giringiya ku Kurd didin segan, ji ya hespa ne kêmtir e. Bêguman diyar e ku seg, heywana herî rast û dirust …

Read More »

Rastîyên Şerê Melazgirê û ji hêla bûyêrnivîsên Bîzansî ve pênasekirina Kurdên Merwanî wek MED

Ehlaqê zanistê bêehlaqiya metîngerî Xerzî Xerzan Berîya vê nivîse de me gelek caran behsa mijara “ berovajîkirina dîroka  gelê kurd ji hêla biyanî û dagirker-mêtîngeran ve “ kiribû û her diçe, li gel bidestxistina çavkanî û agahîyên balkêş û kêrhatî, baş e ku mafdarbûna  me a bikaranîna vê gotinê dertê meydanê. Lewra, …

Read More »

Civaknas Alî Gurdilî: Gelê ku felsefe neke, kêm e

Berhema civaknasê kurd Alî Gurdilî ‘Ferhenga Felsefeyê’ di Weşanxaneya Nayê de derket. Di ferhengê de, ji hezaran zêdetir têgehên felsefeyî hene. Gellek feylesof û felsefeya wan jî hatine danasîn. Di dawiya nasandina têgehan de têgeh bi zimanê ingilîzî, fransî û tirkî hatine nivîsandin. Ferheng, ji 529 rûpelên pêk tê, bi …

Read More »

Mesela Habîl û Qabîl

Adem û Hewwa li bihuştê jiyanek kamran didomandin. Nizanîbûn tirs çi ye; westabûn çi ye. Xweda ji ber ku Hz.Adem û Hewwa îmtîhan bike her tişt helal kir  tenê darek mêwe ji wan re qedexe kir ku nêzê vê darê nebin. Şeytên wan xapand nêzê darê bûn. Ji ber wê …

Read More »

Modernîzm, Postmodernîzm û Despotîzma Aqil

Modernîzm, di sedsala 19an de li Fransayê wekî tevgereke ramanî derketiye holê û di gelek warên mîna felsefe, aborî, avahîsazî, huner û hwd. de pirsiyarkirinekê nû diparêze. Di şûna Xwedê de, mirovan wekî navendê dibîne û dinirxîne. Di zanistê (science, bilim) de toklînê (deney, experiment) diparêze û rasyonalîst e. Xwestiye …

Read More »

Hikayetêd Kurmancî

Mela Mehmûdê‌ Bazîdî zanayekî Kurd ê dîrokzan, zimanzan, kulturzan, wergêr û berhevkar e. Ew xudan xizmeteka mezin e di warê‌ nivîsîn û darêjtin û parastina berkar û berhemên Kurdî de. Wî hejmareka baş ji berhemên klasîkên Kurdî û vegêranên gelêrî û babetên zimanî û ferhengî û dîrokî li dû xwe …

Read More »

Di rêyên Colemêrgê de heta bi Gûzereşê

Gava ez ber bi geliyê Colemêrgê ve daketim, bendên strana “çûme cihkên serhedan Colemêrg di geliyê kûr de” di korta zimanê min de dikir zimzim. Payîza Colemêrgê ya honik bi xweşkûkiya xwe ya sermedî pêşwazîyeka germ li min kir. Wexta ez gihîştim Colemêrgê çend dilopên baranê darêtin lê hin nebû …

Read More »

Pirtûkek Nû: Eqîdeya Kurdî

Ev pirtûka bi navê SEBÎLUSSELAMê, di 1967an de ji aliyê bavê min Mele Ebdulah Bîşêrî (1933-2001) ve hatiye nvîsadin. 54 sal piştre ez bi vê pirtûka bavê xwe hesiyam ku wî ev nivîsiye. Roja 31ê Adara 2021ê jî min dest bi veguhaztina tîpên pirtûkê kir. Di vê pirtûka 66 rûpelî …

Read More »