Bi projeyên pêk tîne Bîlal Korkut dihêle ku mirov qala wî bikin û herwiha fîlmê xwe yê dawî “ÇI BIKIM” (Nasıl Yapmalı/What is to be done) tekûz kir û gihand ber destên sînemahezan. Kurtefîlm li Nîsêbînê hatîye girtin û 5 xulekan didome û ew di fîlm de behsa çîroka Hiseynê di navbera moderbûn û çanda xwe ya berê de mayîye …
Sibat, 2020
-
6 Sibat
Xweşbext im
Di bin ezman ê xwezînê li ser ax a Mem û Zînê bi cancoş a dil lerzînê Pêrgî te hatim lê dînê Di hewl a li xwegerînê bi canşikest û girînê bi êş û jan a birînê Pêrgî te hatim lê Zînê Bi hest û çavê geşbîê ger û bizav a xwezbînê bi zengînî ya bengînê Pêrgî te hatim Nisrînê …
-
6 Sibat
ELIYÊ PURTO Û DEWAZÊ PÎRMUSÎ -1
Şerê Eliyê Pûrto û Dewazê Pirmûsi em li benda kilamê binhêrin û du re şiroveya wê bikin.ê pûrto û Dewazê Pîrmûsî her du jî ji herêmekî ne. Dewaz ji Bişêriyê Elî jî ji Xerzan, Bilîsê bûye. Dewaz kurdek Yezidî ye, di heremê de mirovek bi nav û deng bûye . Li cerda û di nava şer de bûye . Eliyê …
-
5 Sibat
Yekemîn simatnameya bi Kurdî: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
Pirtuka Şêx Muhyedînê Hênî ya bi navê “Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” ku di wêjeya klasîk a kurdî de tekane simatiyyeya hatiye nivîsandin e, nivîskar Mela Birhanê Tarînî pirtûk latînîze kiriye û ew dibêje mînakên vê pirtûkê di çandên din de bi hêsanî nayê dîtin û wê di wêjeya Kurdî de cihekê xwe yê gelek girîng heye. Di wêjeya klasîk …
-
3 Sibat
‘Em dikarin bi kilameke tenê jî kurdî ji qirkirina çandî rizgar bijin’
Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar, got: “Heger em zarokê xwe bi kilameke kurdî û bi rihekî wiha perwerde bikin û stranên xwe ji wan re bêjin, em ê karibin vê civakê ji qirkirina çandî rizgar bikin”. Çend roj berê Akademiya Ma Musîcê, ji bo zarokan ji Amedê çû Edeneyê û atolyeyek li dar xist. Koordînatorê Akademiyê Şêrko Kanîwar, diyar …
Rêbendan, 2020
-
31 Rêbendan
Razên rengan
Navên rengan di her zimanî de hene. Navên rengan herwiha hinek ji peyvên herî bingehîn yên her zimanî ne. Sebeb ew e ku piraniya rengên bingehîn – eger ne hemû – li her dera dinyayê hene. Reng ne tenê bi sinayî / pîşesazî tên çêkirin lê ew herwiha di tebîet û xwezayê de jî peyda dibin û herdem hebûne jî. …
-
29 Rêbendan
Xebatên Komelayetî û Perwerdeyî di Komara Kurdistanê de
Di hengameya îlankirina (ragehandina) Komara Kurdistanê de, di nav demeke kurt de hinek saziyên civakî û kulturî yên girîng hatin avakirin; ji alîyê weşan, çapemenî û perwerdeyî ve pêngavên girîng hatin avêtin. Ev cûre xebat û çalakîyên rewşenbîrî, di bernameya PDKê de jî weha hatine destnîşankirin: “Ji bo armanca pêşxistina dereceya xwendewarîyê û jîyana şaristaniyetê, dê gelek merkezên zanistî, kitêbxane, …
-
28 Rêbendan
Li Komeleya Nûbiharê Semînera “Hetê Nasnamayê Etnîkî ra Edebiyatê Kirdkî”
Li navenda Komeleya Nûbiharê ya Amedê bi sernavê “Hetê Nasnamayê Etnîkî ra Edebiyatê Kirdkî” semînerek hat lidarxistin. Nivîskar û lêkolîner Roşan Lezgînî semîner da û behsa nasnameya etnîkî ya berhemên edebî yên bi kurdîya zazakî kir. Ji ber ku beşdarên semînerê hem kurdên kurmanc hem kurdên zaza bûn lewre Roşan Lezgînî jî axaftina xwe bi her du zaravayên kurdî kir. …
-
25 Rêbendan
Google zaravayê Soranî jî li ser beşa wergerê zêde dike
Piştî zaravayê Kurmancî Kurdî ku li ser zimanên Google hate zêdekirin niha jî amadekarî tênekirin ku zaravayê Soranî jî li ser beşa Google Translate (Wergera Google) de bê zêdekirin. Xortekî xelkê Helebçe ji aliyê kompanya Google ve bi awayeke fermî hatiye vexwendin ku li destpêka meha şûbatê da beşdarî li konferansa lûtkeya salaneya Google da li Singapurê bike. Bokan Hesen …
-
24 Rêbendan
Li Amedê ‘Komeleya Wêjekarên Kurd’ hat avakirin
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi armanca pêşxistina wêje û zimanê Kurdî “Komeleya Wêjekarên Kurd” hat avakirin. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hogir Berbir ji Rûdawê re diyar kir ku her çiqas komeleya ku niha hatiye damezrandin, weke li dewsa Komeleya Nivîskarên Kurd ku hatiye girtin bê xuyakirin jî, lê di eslê xwe de komeleyeke nû ye ji bo nivîskar …