ziman

Cotmeh, 2020

  • 14 Cotmeh

    Wateya Bingeh a Peyva ”Bal, Ben û Bendê”

    (Nivîs hinek dirêj e, lê sûdmend e, bi hêviya xwendinê) Di Kurdiya Kurmancî de wateyeke pir fireh di peyva BAL, BEN û ya BENDê de heye. Dema meriv li ser van sê peyvan radiweste, pirî ku wate kûr û hûr e, pir zehmet e ku meriv bigîje encamê. BAL: Dema meriv lê disêwire, nihêrtina bi şaqizbûnê, kişandina mêşkê meriv bi …

  • 10 Cotmeh

    Ji Folklora Kurdî: ÇÎROKA DARVANIYÊ JAR Û KEWÊ RIBAT

    Hebû tunebû, dibêjin li bajarekî malbateke pir jar û belengaz hebûye ku zilam zarûkên xwe bi piştiyên êzingan xwedî dikir. Mêrik her roj sibe zû diçû çiyê, bi dasê dar diçinîn û wek piştî dida pişta xwe, dibiri sûkê difirot û bi diravên ku werdigirt nan û pêxwarin dikirî, dibir malê zarûkên wî dixwarin. Cîranekî wê malbata jar jî hebûye, …

  • 7 Cotmeh

    NAVÊ CÛNÊN HESPAN

    Di kurdiya kurmancî de, navê cûnên hespan weha ye: Bi giştî navê vê famîleyê weke hesp tê gotin. Ji bo yê nêr HESP û ji bo ya mê jî MEHÎN tê gotin. Ji bo hespên ku ji bo bar, kar û cot têne bikaranîn, bi giştî ji wan re OLAQ tê gotin. Di nava olaqan de ji bo yekî tekê …

  • 4 Cotmeh

    RASTIYA PEYVA ”SPAS” Û YA ”BIHAR”Ê

    Vê sibehê biraderê me Seyid Mihemed Hezexî ku li Swêdê mamostetiya Zimanê Kurdî dike, pirsek li ser rastiya peyva SPAS û ya BIHARê bo min hinartiye. Îcar min jî xwest ku ez li gor zanîna xwe li vê rûpelê biweşînim, da ciwanên me sûd jê werbigirin. Seyidê me weha nivîsiye: ”…Mamosteyên Artuklu û hin mamosteyên din gotin, ji ber ku …

  • 3 Cotmeh

    Romana Şêrzad Hesen a bi navê “Hesar û Kûçikên Bavê Min” êdî bi kurmancî ye

    Romana bi navê Hesar û Kûçikên Bavê Min a romannivîsê ji başûrê Kurdistanê Şêrzad Hesen ji hêla Memê Mala Hine û Imad Shukur Mahmood ve li kurmancî hate wergerandin. Wergera kurmancî ya romana ku navê wê yê resen “Hesar û Segekanî Bawkim” e ji hêla Weşanên Darayê ve hate çapkirin. Berga pirtûkê ji hêla wênesazê Basim Elrassam ve, xwendina dawî …

  • 2 Cotmeh

    Dengê muzîkjenê Kurd Osman Xwafî li tevahiya Îranê belav bûye

    Osman Xwafî muzîkjenekî Kurdê Xorasanê ye. Kêm kes li Rojhilatê Kurdistanê û temamiya navçeyên Îranê hene ku Xwafî nas nekin. Bêtirî 80 salî ye dutarê dijene. Wek akter jî beşdarî çend fîlm û rêzefîlmên dramayê bûye. Niha temenê Osman Xwafî 91 sal e. Bi dahata muzîka xwe çend dibistan ava kirine. Dengê muzîka Osman Xwafî li tevahiya Îranê belav bûye. …

  • 1 Cotmeh

    Destana Memê Alan: Seyra Tarîxî

    Destana Memê Alan wekî ku me di beşên din de behs kir wisa xuya ye ku vedigere serdemên berîya îslamê û belkî jî berîya zayînê. Ji wan deman heta roja me ya îro hatiye. Lê di vê rêyê de, anku ji berî zayînê yan jî îslamê, heta roja me ya îro, çi guherîn tê de çêbûne, çi çênebûne ne dîyar …

Îlon, 2020

  • 28 Îlon

    Nameya Xwekuştiyek

    Mîhrîban! Çend roj berî niha min kurikek çavên wî ji çavên te li ber derê me dît, dilîst. Min jê pirsî bê ka navê wî çi ye, kurê kê ye? Gote ez “Mûsa me, kurê Xalis im,” Navê wî kotiyê mêrê te got, min nas nekir, navê min lê bû lê kurê yekî dî bû. Kurikê li ba wî ji …

  • 27 Îlon

    Şûjin be lê nehêle ku te Şûjin bikin

    Beşê yekemîn: Şûjinkirin Nayê veşartin ku di jiyana me de bi taybet li bajêr, ne nirx û ne jî cihê şûjinê di jiyana me ya rojane de heye, lê dema em di werza zivistanê de vedigeriyan gund û ji heyva 10 û pêşde gava dema çinandina zeytonan dest pê dikir şûjin derdiket meydanê û her gav di berîka cotariyan an …

  • 25 Îlon

    EDEBÎYATA BERAWIRDÎ

    Edebîyata berawirdî, berawirdîyê di navbera du dîsîplînan de dike anku qadeke multîdîsîplîner e. Emel Kefeli ji bo edebîyata berawirdî dibêje, edebîyata berawirdî, hunereke wisa ye ku lêgerînê li ser meseleyên nêzîkbûn, bandor û manendîyan dike.[1]  Em dikarin bibêjin ku herçiqas bingeha vê rêbazê kevntir be jî, ev rêbaz di sedsala 19an de di nav lîteratûra cîhanê de belav bûye û …