Îskana kurdan li Anatoliyê

Ew 20 salî zêdetir e, em di kovara Birnebûnê da li ser sedem û tarîxa hatina kurdan a Anatolya Navîn dinivîsin, lêdikolin û nivîsa belavdikin.

Piranîya wa belgenameyana ji lêkolinvanên tirk, osmanî yan jî ji gerok û lêkolinvanên û ewropî ne.

Bi derketina medya sosyal û internetê ew lêgerîn û lêpirsîn hîn jî bi lez bû û avakî nû hilgirt. Pir tiştên ku me jî nedizanîn û haya me jê tunne bûn, di wir da tên weşandinê.

Ew zanînên di vir da jî pir caran çewt û şaş in, hewcedariya hilbijartinê ne. Lazim e em wana di bêjingê da derbas kin û dû ra pê bawerbinûbiweşînin.Lêdîsajîheta nika tarîxa hatina me şêwlî mawû, zelal nebû bû. Gelo çima? Ji ber çi ew eşkere nedibû? Kê pêşi li vê girtî bû? Yan jî me nedikarî xwe bigîhîjinîn ew zanistiyana, agahîyana?

vil-ankara

Vilayeta Ankarayê, 1907

Gotinek mezina heye, diwê; ku wext nehat, tiştik nabe!

Erê, me pê dizanî yan jî tehmîn dikir ku di arşîv û odayên tarî û nedihat zanîn ya devletê da di derheqa me da, ew koma bi sedhezaran, milyonan de hîn tişt veşartî bin, yan jî çi belge, nivîs, destnivîs hene ji holê hatine rakirin.

Lê derfeteka kete destî me, ra me da ku, devletên mezin û kevn pirr cara tiştekî navêjin û wenda nakin!

Tenê di destî xwe da digrên, vedişêrîn û ku wext, dem hat eşkere dikin, ji kesên wek me ra jî vedikin.

Dereng jî be, nika di derheqa hatina me da hendu hertişt zelal bûn.
Hûn ê niha bipirsin gelo çi bû, çi qewimî ku, ew nika bû?

Guhê me hertim ji bo vê pirsgirekê vekirî bûn. Di nav internetê da em rastî hîn kom û kesan hatin, ku bi esl û koka xwe, binyata xwe va pirr mijûl in. Ji wana hîn kesan bala min kişandin ser belgenamêyên “Başbakanlık Arşivleri Genel Müdürlüğü”.

Li ser vê ez ketim wê arşîvê. Ew wek derya bû, xezine bû ji bo me.

Wek minak;

Te peyva rişvan, cihanbeyli yan jî mikaili dida wan û di vê malperê da çiqas belgename di derheqa wana da, di dema osmanîya û Komara Tirkîyê da hene, dida me.

Wana orijinala vê belgeyê wek wêne/resim kirine wir û li ser jî bi kurtî, kinî çi di tê da heye, le ser çi ye, nivîsandibûn. Me bi vê riyê qasi 200 rûpel ji arşîvê kirrî û daxist ser komputera xwe. Lê pirsgerêkek nû derket ber me!

Tenê kurtenasandina wan belgeyena bi tirkîya nû, bi herfên latînî hatibûn nivîsandinê. Belge bi xwe bi herf û elfebeya osmanî bû.

Gelo kî yê vana ji tirkîya osmanî bizivrînda tirkîya Latînî?

Em bi mehan lê geryan, ji dost û hevalan pirs kir, ji çend kesan ra wek mînak hîn rupel şandin. Lê ew bê encam man. Ên ku digotin; baş e, em ê bikin, nekarîn. Ji ber ku osmanî zimanekî tevlihev e! Ji erebî, farsî, kurdî, tirkî û hîn çend zimanên balkanî çêbûyî.

Li qederê mêze kin, kesên ku Bîrnebûnê ji sêrî da heta nika dixwînin û dişopînin yê rind nas bikin, bizanin; lêkolinvanê herî kevn ê kurdên Anatolya Navîn birêz rehmetî Osman Alabay bû. Canbegekî ji gundî Sînayê Şuşê (Sinanli) bû. Di kovarê da wek Curukî pir nivisên wî hatin weşandinê.

Keçika wî pispora zimanî farsi, osmanî, erebî, kurdî û tirkî bû.

Me xwe gihand wê û jê rica kir. Xwadê jê razî, wê dilê me neşikênand, lê soz jî neda ku ew ê baş bizivrîne yan na! Ji berku ew karekî bi vî avayi qe nekiri bû. Lê me wek numune çend rûpel ji zimanî osmanî ji wê ra şandin. Û wê ji me ra zivirand, tercûme kir û dîsa şand.

Bi rastî tenê çend navên taybet yên gund, bajar, kesayet an jî êla, nekanî bû, ji xencî wana ew bi serkevtî bû.

Em ê di vir da çend tiştên ku wê heta nika ji me ra tercûme kirine, pêşkeşî we bikin. Lê karê mezin hîn amade dibe. Ku ew qedîya, xelas bû em ê giştika bi hev ra wek kitêbekê bidin çapê. Ez omidwar im ku bi vê jî çîroka lêgerîna koka me hendi zelal dibe. Hendi çîrok û dîtinên xeyalî, yan jî şaş ji holê radibin.

Ji va belgenameyana ya herî kevn ku qala sirgûn û îskana me dike, di sala 1692an da hatiya nivîsandin.

Di vir da padişahî osmaniya ferman ji beg û mirên Diyarbekir û Rakkayê ra şandiye ku ew kurdên canbegî (Cihanbeyli) û hîn tûrkmenan rakin Rakkayê û li dorberî çemî Feratê bi cîh bikin, ji ber ku ew eşkiyatîyê dikin û nerehetîyê didin gund û bajaran.

Wêngê valiye Diyarbekirê Ali Paşa ye û mutasarrif (mir, sancak begî) jî Rişvanzade Mehmet Paşa ye. Reşîyan (rişvan) e. Yanê sirgûn û iskana canbegan bi alîkariya begekî kurd, begî Rişvana dane kirinê.

Ew sirgûn hetanî 1855an dajo. Ew piranî bi destî sultanî osmanîya Sultan Mahmud II (1803– 1839) va hatiye meşandinê.

Sultan Abdulmecid jî ew temam kiriye.

Sultan Mahmud II bi reformên xwe va tê naskirinê. Wî xwestîye hukumeta navendî xurttir bike û quvveta mîr û began, ayan û voyvodayan kêm bike.

Sultan Mahmud II kurdên ku hatine sirgunkirinê li Konya, Ankara û sancaxa Viranşehirê li dorberî Çerkeşê bi cîh dike. Navende sancaxa Viranşehirê wêngê bajarê Safranbolu ye. (1811– 1870)

Safranbolu wênge wek Tarakli Borlu tê naskirin û di belgenamêyan da jî wekîna derbas dibe.

1900 – Sancaxa Bolu

Husrev Paşa û Îbrahîm Paşa ji bo osmanîyan li wir ew kar kirine.

Ew kes û êl bo pir caran ji cîhê ku hatine surgun kirin direvin û di derheqa wana da jî pirr ferman hene, em ê ji wana yê herî balkêş û zelal ji we ra pêşkeş kin.

Kopya va belgenameyana jî em ê wek numune di vir da biweşînin. Piştî ku iskana canbegan û êlên bi wan va girêdane, di bin îdara wana da ne, li dorberî Ankara û

Qonyê qediya, xelas bû, îcar jî reşî û êlên bi wan va girêdayîne tên bicîh kirin, iskan kirin.

Ew iskana Reşîyan jî dîsa bi alîkariya mîrê canbegan Alişan begê û valîyên Ankara û Qonyayê tê meşandin.

Ew êlên kurd ku bi canbegan va hatine surgun kirin ev navana tê da derbas dibin;

Şeyh Bezeni (di arşivê da bi vî avayî hatina binavkirinê, ne weka îro; şeyhbızınlı!).

Di belgenameyan da pir cara navê wana şaş hatine qeydkirin.

Wek numune;
Canbegî: Cihanbeyli,
Hêcibî: Hicvanli, hîcanli, hecvanli Têrikî: Türkanli, tiriganli, tirkanli Drêjan: Diricanli, viricanli Şêxanî, Şêxkî: Şeyhanli, şehanli, şeyanli, şığanlı
Sînanli: stanli
Sêfikî: Seyfikanli
Keykilli: Geygelli (türkmen)

Navê hin êla jî di arşîvan da qet derbas nabe. Wek; vatmanlı, zeyveli, ziveli

Hin êl îro li Anatolyê hene ku di arşivan da tu navên wan derbas nabin. Weka; zirikî, rutî, nasirî, sewêdî, bazikî, modan.

Lê di belgenameyan da tiştekî din jî bala me kişand; ji kurda ra kurd yanê bi zimanî osmanî, erebî ekrad hatîbû nivisandinê, ne wekî em ji tarixa resmî ya li Tirkîyê heta nika nasdikin, wek tirk û turkman!

Mesela hin êlên turkmena ku bi canbegan va hatine surgun kirin, ji îdara canbegîyan nerazîbûna xwe nişan didin û sultanî osmanîyan wana li Bilecikê bi cîh dike, wek geygela.

Ji ber ku me hîn pirraniya wan belgeyana nedane zivirandinê, tercûme kirinê, em ê kurtenîvîsa wana ya bi tirkîya nû û bi kurdîya kurmancî li jêr ji bo we rêz kin.

Me bi zanitî ew navên ku çewt hatina qeydkirin, wek xwe hiştin.

1– Belge Tarihi: H–10.10.1125/ M– 1709 Belge özeti: Rakka’da iskan olunan Kürtlerin iskan mahallerini terkedip eşkiyalık yapmalarının önlenmesi.

Kurdî: Gere pêşî li kurdên ku li Raqqayê hatine iskan kirinê bên girtin ku, bila eşkiyatîyê nekin û disa nerevin derên din.
2– Belge Tarihi: H–10.07.1130/ M– 1714 Belge özeti: Çorum ahalisinden gerek veririz, gereksede ekrad, türkmen versin diyerek ödemediği imdadi seferiye bakiyelerinin eksiksiz olarak tahsilatı.

Kurdî: Alikariya seferiyê ya mayî hewce ye ji gelê Çorumê bê stendin. Xelkê soz dane ku wê bidin, yan jî dibêjin em nadin bila kurd û tirkman bidin.

3– Belge Tarihi:
H– 25.06.1133/M– 1717 
Belge özeti: Rakka’ya iskan edilen Cihanbeyli Ekradı cemaatinden ve Umranlı Ekradından birkaç şahıs Malatya sancağına tabi Şureeli kazasında bir köye göçüp haneye taaruz ve mevali gasp ile zarar ika eylediklerinden ve asari şeriyelerini de vermediklerinden Rakka da cemaatlerı arasında iskanları.

Kurdî: Ji ber ku ji kurdên canbegî û Imranli çûne li Malatya Şureeli û destavêtina mal û milkîê xelkê û zirar dane wana, gere ew ji şûna xwe bên rakirin û li Raqqa’yê bên iskan kirin.

4– Belge Tarihi: H–29.02.1173, Miladi: 1757 Belge özeti: Şekavetleriyle halka zarar veren Çorum sancağındaki Ceymeli grubu, Dosno ve Selmanli Kürd aşiretlerinin Çorum Kürdünden maadasının eski makarları olan Kirşehir, Çukurova ve Mecidöz’ünde iskanları hakkında hüküm.

Kurdî: Ji ber ku komên kurdên ceymeli, dosno, selmanli eşkiyatîyê dikin û zirarê didin xelkê, ji sancaxa Çorumê bên rakirin û dîsa bişînin cihê wan a berê ya kevn li Kirşehir, Çukurova û Mecidözüyê.

Ji vê belgenameyê jî em jê derdixin, tespit dikin ku kurd sala 1757an da hendi li Anatolya Navîn in.

5– Belge Tarihi:
H– 02.01.1189, Miladi: 1773 
Belge özeti: Ankara, Kengiri (Çankırı), Çorum, Bozok (Yozgat), ve Kayseri sancaklarında bulunan göçebe Türkmen ve Ekrad taifesine nizam verilmesine dair defterdar takriri.

Kurdî: Defterên Takrirê ya di derheqa nizamdayîna türkmen û kurdên koçeber li sancaxên Ankara, Kengiri (Çankırı), Çorum, Bozok (Yozgat) û Kayserîyê da.

6– Belge Tarihi:
H– 10.02.1198,Miladi: 1782 
Belge özeti: Imam Bakırı evladindan ve Şeyh Bezenli aşiretinden Es– Seyyid Molla Ahmed ve oğullarının konar göçer olduklarından bahisle Ergene kazasında Kafir dağı

denilen yerde hayvanlarının otlatılmasına engel olunmaması.

Kurdî: Ji êla şeyhbezenli, evladê Imam Bakirîyan Es-Seyid Molla Ahmed û lawên wî yên ku koçber in, gere rê li ber wana neyê girtin û astengî kirin û bila ew li bajarê Ergenê li cîyayî Kafir keriyên pezî xwe biçêrînin.

Jêrenot: Wek em dizanin İmam Bakir kesayetekî piroz î musulmanên Şia ye.

Gelo ji şêxbezenîyan hin kes wêngê şia bûn?
Wek em nika pê dizanin, şêxbezeni ji dewera Xanekîn û Kerkukê hatine û wek zarave kurdîyeka nêzikî kelxur û feylîya deng dikin.

7– Belge Tarihi:
H– 13.04.1198, Miladi: 1782 
Belge özeti: Erzurum ve Kars Çıldır tara arındaki Badilli (Badilî) ve tevabii Cihanbeyli (canbegî), Tacirli ve Pirebadilli aşiretlerinin mukataatının Rakka’ya ilhakı.

Kurdî: Êlên Badilî û êlên ku tabîyî wana wek canbegîyan, tacirli û pirebadilîyên ji alîyê Erzurum û Çildira Qersê bên rakirin û mukataatawanaliRaqqayêbêbicîhkirin.

8– Belge Tarihi:
H– 10.07.1203, Miladi: 1787 
Belge özeti: Ekraddan Cihanbeyli Aşiretinden Alişan nam şakinin Kengiri (Çankiri) ve çerkeş kazaları ahalilerine vaki olan taaddi ve hasaratı hakkındaki telhis üzerine Rumeli ve Anadolu’ da zuhur eden eşkiyanin izalesi.

Kurdî: Ji ber ku ji êla Cihanbeyli (canbegan), kesî ku bi navî eşkiya Alişan li bajarên Kengiri û Çerkeş zirar ziyan dane xelkê û herweha eşkiyayên ku li Anadolu û Rumelîyê derketine, bên binkontrol kirinê.

9– Belge Tarihi:
H– 29.05.1228, Miladi: 1812 
Belge özeti: Muharebe münasebetiyle Anadolu tara arına dağılmış olan Tatarların Karasu vadisinde iskanları takarrur eylediğinden Karahisari– i sahib dahilinde Barçınlı kazası ve nevahisinde bulunan Tatarlar hareket etmek üzere olmalarıyla Cihanbeyli Aşireti beyi Halil Bey’in Tatarlardan gasbeylediği emval ve eşyalarının veya bedelinin tahsili için Karahisar mutasarrıfına yazılan hüküm.

Kurdî: Hukma ji Mutassarifî Karahisar ra hatiya nivîsandin, ji êla canbegan Halil Begê mal û milke teterên ku ji ber şer reviyane û

hatine Anadoluyê li derberî Karasu da iskan bûne, mal milke wan yên ku hatine gasp kirin û dizîne, bedela zirara wan disa bê tehsilkirinê.

10– Belge Tarihi:
H– 29.12.1229,Miladi: 1813 
Belge özeti: Haymanateyn kazasındaki Mikaili, Vatmanli, Sinanlı vesair Kürt aşiretlerinin Istanbul’a koyun sevkiyle meşgul olduklarına vesaireye dair.

Kurdî: Êlên kurd weka mikailî, vatmanli, sinanli yê li Heymanê bi şandina pezî ji bo Stenbolê mujil in.

11– Belge Tarihi:
H– 21.04.1230, Miladi: 1814 
Belge özeti: Cihanbeyli Aşireti’nden Alişan Bey’in Haymanateyn kazası sakinlerinden Şeyhbezenli aşiretinden bazı kimselere tecavüzü.

Kurdî: Tecavuza begî êla canbegan Alişan begê li ser hîn kesên êla şêxbezenliya li bajarî Heymanteynê.

12– Belge tarihi:
H– 29.01.1237, Miladi: 1821 
Belge özeti: Cihanbeyli Aşireti halkı, yaylak resimlerinin ve miriye ağnamlarını aynen verdikten sonra Ankara, Çankırı, Bolu ve Viranşehir sancaklarında yaylaya çıktıklarında birşey taleb edilmemesi.

Kurdî: Piştî ku êla Canbega, bedela kiraya zozanan dan, ji wan tiştekî din neyê xwestin û ji wan ra bê musaade kirin ku ew derkevin zozanên Ankara, Çankırı, Bolu û sancaxa Viranşehirê.

13– Belge tarihi:
H– 07.06.1240, Miladi: 1824 
Belge özeti: Cihanbeyli Aşireti’nin vatanı asileleri olan Harput’a nakl ve iskanları işinin Tirkanli (Têrikî) usati gailesinin definden sonraya taliki hakkında.

Kurdî: Di derheqa karî disa vegerindana êla canbega ji bo welatî wana ya esil, ji bo Xarpetê, li dû çareserkirina pirsgirêkên diz û eşkiyayên Têrikîya.

14– Belge tarihi:
H– 30.03.1243, Miladi: 1827 
Belge özeti: Cihanbeyli Aşireti beyi Mustafa Bey ile amcası Ömer, aşireti arasına fesad sokarak İstanbul’a gönderilecek koyunlara mani olduklarından Tolcıya sürülmeleri hakkında Karaman Valisi Ali Paşa’ya hüküm.

Kurdî: Hukma ji bo valîyî Karamanê Ali Paşa di derheqa Sirguna begên canbegan Mustafa û Ömer begê ya bajari Tolci, yên ku fesadi di nav aşiretê da kirine û nehêlane pez ji bo Stenbolê bê şandinê.

15– Belge tarihi:
H– 28.06.1246, Miladi: 1830 
Belge özeti: Rışvan Aşireti’nin Sivas’da değil Konya ve Ankara’da iskan edilmek istediklerine, Cihanbeyli Aşireti reisi Alişan Bey’in tecziyesine dair.

Kurdî: Serlêdana Mirî êla canbegan Alişan begê di derheqa iskana êla reşîyan ku, ew dixwazin ne li Sêwasê, li Ankara û Qonyayê bên iskan kirinê.

16– Belge tarihi:
H– 25.07.1249, Miladi: 1833 
Belge özeti: Tirkanlı ve Şeyh Bezenli aşiretlerinin arasındaki katl ve yağmadan mütevellid nizain mahallinde halli için yapılan teşebbüsten, TırkanlıAşireti’ninRışvanAşiretince korunması ve katilin Gümüşgan Maden Emiri Abdurrahman Bey tarafından himaye edilmesinden müsbet bir netice alınamadığına dair.

Kurdî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera têrikî û şexbezenîyan da encameka baş derneket, ji ber ku têrikî ji hêla êla rêşiyan va hatina parastinê û mîri Gümüşgan Madenê Abdurrahman begê jî ew kujêr parastinê.

17– Belge tarihi: H–15.02.1256, Miladi: 1840 Belge özeti: Konya ve Kirşehir sancaklarında bulunan Cihanbeyli Aşireti beyliği ve tacirbaşılığı için Alişan Bey’e 1241 tarihinde verilen beratın tecdidi.

Kurdî: Disa dayina berata di sala 1241 da ji bo serbazirganî û mîrîtiya êlê canbegîyan ya Alişan begê li sancaxên Qonya û Kirşehirê.

18– Belge Tarihi:
H– 24.02.1259, Miladi: 1843 
Belge özeti: Cihanbeyli Aşireti beyi Alişan Bey’e istabl– i Amire (Saray ve Padişaha at yetiştirme kurumu) paye ve nişanı tahsis ve ita buyrulduğuna dair tezkere.

Kurdî: Tezkereya dayîna nişana Istabl– i Amire ya mîrî Canbegan Alişan begê.

19– Belge Tarihi:
H– 29.02.1260, Miladi: 1844 
Belge özeti: Mir Aşireti Müdürü Abdurrahman Bey ve Cihanbeyli Aşireti Müdürü Alişan Bey’in azliyle yerlerine müdür tayini.

Kurdî: Ji kar dûrxistina mudirî êla mir Abdurrahman begê û mîrî êla canbegan Alişan begê û tayîna mudirekî nû li şûna wana.

20– Belge Tarihi: H–01.12.1260, Miladi: 1844 Belge özeti: Cihanbeyli Aşireti’nden Alişan Bey’in aşiret müdürü nasb ve tayini.

Kurdî: Tayina Alişan begê ji êla

canbegan wek mudire êlê.
(Nota nivîskar: Ew Alişan Beg kurî

Xelîl Begê ye, yanê newîyê Alişan Begî mezin e. Malbata Alişanzade Kökten ji wi ra dibejin; Kel Alişan)

21– Belge Tarihi:
H– 08.03.1261, Miladi: 1845 
Belge özeti: Cihanbeyli ve tevabii aşairinin iskanlarını havi Alişan Bey’in tahriratının arzı.

Kurdî: Nivisa Alişan begê di derheqa iskana êlên canbegan û êlên bi wan va girêdayî ne.

22– Belge Tarihi:
H– 21.01.1262, Miladi: 1846 
Belge özeti: Şeyh bezenli ve Mikailli aşiretlerinin ağnam(koyun) bedeli olarak iddia eyledikleri mebaliğ.

Kurdî: Bedela baca pêz ya êlên Şêxbezenî û Mikailan ya ku soz dane.

23– Belge Tarihi:
H– 18.03.1263,Miladi: 1847 
Belge özeti: Cihanbeyli Aşireti’nden ahzolunmus olan neferatdan bazı firar ile Rışvan Aşireti’ne dehalet eden kesanın himayet olunacakları Triganli Aşireti Müdürü Dumanoğlu Mustafa Bey tarafından ifade olunduğundan men edilmesi.

Kurdî: Li gor agahdariyên serokî miduri êla têrika Dumanoglu Mistefa Beg, ew kesên ku ji êla canbegan reviyane, xwe avêtine bexta reşîyan, hewce ye pêşî li wana bê girtin û men kirin.

24– Belge tarihi:
H– 27.08.1263, Miladi: 1847 
Belge özeti: David Savalan’a Cihanbeyli Aşireti tarafindan verilecek akçeden dolayı kendilerinin mersuma verecekleri olmadığından hesablarının rüyet– i kati ve geride kalan akçelerinin itasi hususunu Zeyveli, Atmanlı (Etmanî), ve Siğanlı (Şêxikî) ve Hecyanli (Hêcibî) ve Mikailli ve Şeyhbezenli aşayiri müstedi olduğu.

Kurdî: Serlêdana êlên zeyveli, etmana, şêxika, hêciba, mikaîla û şêxbezenîyan li ser deynî êla canbegan ya David Savalan de.

Ew hemî êl dibêjin ku tu deyne wan ya David Savalan tunne ye.

25– Belge Tarihi: H–27.10.1263, Miladi: 1847 Belge özeti: Cihanbeyli Aşireti’nden Kel Hasan ve kaynı Demir’in Ankara’daki hırsızlık davalarının görülebilmesi için adı geçen hırsızların, Dersaadet’deki aşiret reisi Alişan Bey’in Konya’daki davacı vekillerinin bu tarafa gönderilmesine dair Ankara ValisiVasıf’intahriri.

Kurdî:Teblixa valîyê Ankarayê: Ji bo ku dawaya herdu dizan; Kel Hasan û jinbirayê wî Demir ji eşîra canbega dizîya ku li Ankareyê kirine were ditîn divê dewavekilîyên dawekarên ji eşira Alişan Begê ku li Qonyayê ne bişînin hêla me. Alişan Beg li Stenbolê ye.

26– Belge Tarihi: H–27.11.1263, Miladi: 1847 Belge Özeti: Harput eyaletine bağli Çermik, Ergani ve Siverek kazalarındaki Şeyh Bezenli ve İzoli Aşiretlerinin maktuan Diyarbakırlı Kasım Ağa’ya tahsis kılındığı.

Kurdî: Ew êlên Şêxbezeni û Izolan ku li bajarên eyaleta Xarputê wek Çermik,Ergani û Siwerekê ne, ji bo Qasim axayî Diyarbekirê hatine tehsis kirin.

27– Belge Tarihi: H–30.12.1263, Miladi: 1847 Belge özeti: Cihanbeyli Kürt Aşireti’neilhakedilenGeygelTürkmen Aşireti’nin Bilecik Kaymakamlığı’na bağlanıp, aşiret beyinin müdür tayin olunması niyazina dair, zikrolunan aşiret ahalisinin mahzarı.

Kurdî: Xwesteka xelkê êla Geygel ya Tirkmena; Ew êla ku bi êla Canbegan va hatibû giredan, bi kaymaqamiya Bilecikê va bê girêdan û begî êlê jî wek mudire êlê bê tayin kirin.

28– Belge Tarihi: H–06.02.1264, Miladi: 1848 Belge özeti: Ankara’nın Cihanbeyli tevabiinden Hicanli Aşireti Müdürü Hasan ve diğer arkadaşlarının, Rusyalı David Sovalana fazladan ödedikleri paranın tahsil edilmesi hususunda Ankara Şer-i Mahkemesi’nin ilami.

Kurdî: İlama Dadgeha Şer-i ya Ankara’yê di derheqa pereyî ku mudurî êla Hêciba Hasan beg ku girêdayî êla Canbegan li Ankarayê ye û ya hevalên wî zêde dane David Savalanî ji Rusyayê, disa ji wî bê hilgirtin.

29– Belge Tarihi: H–13.01.1265, Miladi: 1849 Belge özeti: Taraklı Kazasında hazineyi yağmalayan Mikailli Aşiretinden Abdullah Bey’in takımı Haymana’ya gittiğinden tutuklama emrinin Ankara Kaymakamı’na bildirilmesine dair İzmid Muhassılı Şerif Osman’ın yazısı.

Kurdî: Ji ber ku ji êla mikaila Abdullah begê û hevrêyên wî xezina Tarakliyê (Safranbolu) dervekirine û ji ber bajari Heymanê reviyane, emîrnameya binçavkirina wana ya Muhassili İzmidê Şerif Osman ji bo Kaymakami Ankarayê.

30–BelgeTarihi:

Belgeözeti:CihanbeyliAşiretiMüdürü Alişan’inaşiretleriniskanınamemurolan Vecihi Paşa’nin kethüdası Halim Bey’in bazı kişilerden mal ve hediye almasından dolayıkendisinindehaksızyeretedipedildiğinden bahisle Dersaadet’te istihdam edilmesi talebi.

Kurdî: Serlêdanan mirî/ mudirî canbegan Alişan Begê ji bo Dersaadet’ê, ji ber ku berpirsyarî iskana êlan, Kethuda’ye Vecihi Paşa, Halim Begê bêheq ji hîn kesan xelat û rüşvet vergirtîye, gendelî kiriye û ew (Alişan beg) jî bêheq ji vê tê sucdar kirinê.

31– Belge Tarihi:
H– 29.12.1265, Miladi: 1849 
Belge özeti: Çerkeş kazası cıvarındaki yaylaklarda bulunan Cihanbeyli, Mikailli, Hicvanli Aşiretleri’nin kaza ahalisine yaptığı zulüm ve baskınların önlenmesine dair Çerkeş kazası Meclisi’nin mazbatası.

Kurdî: Mazbataya meclisa bajari Çerkeşê di derheqa pêşilêgirtina zulm û tedaya êlên canbeg, mikailî û hêciban ku li zozanên Çerkeş û li dorberî wê dimînin da.

32– BelgeTarihi: H–14.02.1266, Miladi: 1850 Belge özeti: Ekecik Aşiretinden Hüseyin ile Ruşen (Reşî) Aşireti’nden İbrahim’in, Cihanbeyli Aşireti’nden Kaideci oğlu Arap Ağa’dan zorla aldıkları hayvan ve paranın geri alınmasına dair Ankara valisine şukka

Kurdî: Tezkere ji Waliyî Ankarayê ra di derheqa, disa hilgirtina pere û heywanên ji êla Canbegan Kaideci oglu Arap Axa, ji êla Ekecikê Hüseyin û ji êla Reşiyan Ibrahim, ên ku bi dari zorê heywan û pere ji wî hilgirtine.

33– Belge Tarihi: H–29.10.1266/M– 1850
Belge özeti: Paşadağ ve Konya’da bu

lunan Reşvan Aşireti’nin iskanıyla uğrasan Halim Bey ve Cihanbeyli Aşiret Müdürü Alişan Bey, garazkarane davranarak aşiret mallarının telefine sebeb olduklarından sahip oldukları makam, rütbe ve nişanların geri alınmasına, ayrıca Cihanbeyli Aşireti’ne kaymakam olarak Ali Ağa’nin tayin olunduğuna dair Ankara valisine şukka.

Kurdî: Tezkere ji bo Waliyî Ankarayê, ji ber ku berpirsyare iskana Reşîyan li Paşadax û Qonyê, Halim Beg û Midure êla Canbegan Alişan begê bi qerezan bûne sebeb û mal milke êlê telef kirine, maqam, rütbe û nişanên herduyan disa ji wan bê hilgirtin û li şûna wana ji bo êla Canbegan wek kaymakam Ali Axa bê tayinkirinê.

34– Belge Tarihi: H–25.11.1266/ M– 1850 Belge Özeti: Ankara sancağına dahil Cihanbeyli Aşireti’ne Rikab-i Hümayun (Padişahın Korumalarından) kapıcıbaşılarından Ali Ağa’nın kaymakam olarak tayin edildiği.

Kurdî: Di derheqa tayina Qaymaqamtiya Kapicibaşiye Rikap-i Hümayunê Ali Axa ji bo êla Canbegan li Ankarayê

35– Belge Tarihi: H–12.10.1267/ M– 1851 Belge Özeti: Cihanbeyli, Atmanlı, Şeyhbezenli, Mikailli, Emirler(Şexika), Keykil, Ziveli ile Tabanli (BALA) kazasının adet-i ağnam rüsumunun, adı geçen aşiretlerin kaymakamı Rıza Bey’e ihalesi.

Kurdî: Dayîna ihaleya baca keri û pezî êlên li Ankarayê canbeg, etman, şêxbezenî, mikaila, emirler (şêxika), keykil(geygel-türkmen) ziveli û bajarokê Tabanli (Bala) yê ji bo kaymakami ew êlana Riza begê.

WERGERA ÇEND BELGENAMEYÊN JI OSMANÎ BO TIRKÎYA NÛ
Belgenameya herî kevn di derheqa sirgun û iskana Kurdan ji bo Anatolya navîn û derdorên din.

Hicri: 1108, Miladi 1692
Belge Özeti:
Türkmen ve Ekrad kabile ve aşiretlerinden herbirlerinin nehir sahiline iskanla tekalif– i miriden muafiyeti hakkında Rakka vali ve kadısına emirname.

Kurdî;

Emirname Ji bo vali û qadiyên bajarî Raqqayê; Êlên tirkmen û kurdan li dorberî çemî Firatê bên bi cîhkirin û ji wan bac neyê hilgirtin.

Bi zimanî Osmanî, tîpên latînî;

Rakka Beylerbeyine ve makamlarına hüküm ki;

Aşair ve kabailin Türkmen ve Ekradın emir vermesini muafiyet şartiyla birer mahalleye iskana ferman olunmasını rahili aşairi Türkmeni ikamet içun… ubur eyledikleri mahalleri iskan mahalline salim ve… üzere olduklari i’lam olunup mezkur aşair dahi Rakka havalisine nehir yoluyla konarlarsa ve Rakka havalisine avdetleri dahi… sair Ekradlar ve Türkmen aşairi sakin oldukları vecih üzerine ol havalilerin kati -u tarik (Yolkesen) ve eşkiya taaruzlarından emin idup… ubur edenleri aman(emin) ve mutmain edilmek üzere getirdikleri eşya ihtiyaçlarının Kethuda intisab edip içlerinde eşkiya hududlarından musavi zemin(kefil) olurlar ise kendileri iktida edip taayüt ve hakem teslih eylemek üzere mukabele istese resum… u raiyet davalar dahi terki salahiyet virene muavin ve musellem olub ancak ziraat ve haraset (Çiftçilik) eyledikleri arazide hasil-i irade dahi alamadıkları mahsulleri ve sair bağ ve bahçe ve bostan eyleyib teriyyesine tahammülüne köy tahakkukları istihkak üzere serd ve mezkure ikamet olsa. İttirilmeli deyu emr-i şerif yazılmak ilave tezkeredir.

Di nav ew nivîsanada ji tê derdikeve ku, pirranîya va êl û eşîrana ji sirgunê reviyana û dîsa vegerîyane cî warên xwe yên berê.

Le mîr û begên ew derana ew tişt dîsa ji Stenbolê ra xeber dane û li ser vê ew emirnameyên li jêr dîsa derketine ku, ew êl û kesên ji Raqqayê reviyane, li derberên din û bi pirranî jî li Anatolya Navîn û Rojavayê Anatolya bên bi cîwarkirin.

Hicri: 29.03.1157, Miladi: 1744

Belge Özeti:

Malatya`nın Şutili kazasındaki Cihanbeyli aşiretinin Rakkaya iskanlarına ve Malatya ́nın eşkiyadan temizlenmesine dair Diyarbekir Valisi Ali Paşa ve Malatya Mutassarıfı Rışvanzade Mehmet Paşalara hüküm.

Kurdî:

Ji bo Valîyî Diyarbekirê Ali Paşa û Mutassarifî (Mîre Sancaxê)Meletîyê Rişvanzade Mehmet Paşa ra hüküm;

Êlê Canbegîyan ku li Şutîlî ya Meletyê ne, ji wir bên surgunkirin û li Raqqa yê bên iskan kirin, Meletye ji eşkiya bê paqij kirinê.

(Têbinîya Nivîskar: Şutilî îro nave kuderê ye, em baş nizanin. Lê li bajarokê Pötürgê çemê Şiro heye û li vir Canbegî dijîn.)

Rupel 1, bi herfen Latînî:
Katl olanlarına vakıa teslim olanları mudafi olabilecekler hakolunmak carh-i sadır olunarak ol maraştan birerlu icabeleri mümkün olmadığına dair ayrılan aşiret-i mezkurdan Mehmet oğlu Hallo olub dahi Ibrahim ve Musa bey oğlu Osman ve kardeşleri… Karabey oğullari Rızo ve kardeşleri ayrilub Osman veledi Abbas icabet ve Sarı Mehmet oğlu Alo Ramo bir diğeri olub karar-i icabe… oğlu Hacı olub, kulları… Teyi oğlu Hamo kardeşleri olub kullar ve Ferman oğulları Hallo olub kullar.

Said oğlu Mehmet olub dahi Cevher oğlu Çaksuvar olub dahi Kürd Hüseyin ve kardeşleri Afra ve Hüseyin ve Karabey oğulları olub dahi Haso oğlu Ibrahim ve Ömer oğlu Ibrahim ve Nebioğlu Hacı Mustafa olub kullar.

Ve Sarı oğlu Mehmed ve kardeşi oğlu Kör Hüseyin eşkiyasından… binaenaleyh… kazalarına atasınız. Nefer olmalarıyla bi gayri katlolmalarıyla teferruatlarına maarruz ve katletse mazur olanlar bi karar kalib dahi babaları ve babalarına cebren ve kahr ile götürdüklerine gayri azınlıklar emellerine mua ak… ata(şan) olunan… kötektir.

Rişvan ve… halleri nihayeti almadığınıza zalimlerine icabet etdikte muavenet etmeyib… ve perişan oldukca iyalleri ve bilahare asayiş ve sukut ola ve zinhar mağdur olmalarına müsaade edilmeyip hallerine merhamet ederek şuru etmek. Ve eğer hak aramış muazib edildikleri umulan danışıb dahilleri görülünce yine arzuladıklarina… kendileri… olmak miyaş mua akati ve… Diyarbekir dolayları… mahur seraskeri ve Tiranşar(Piranşar?) alayi mukızınca Rakka,ya iskan ve götürüb Rakka mutalimi mucibince teslim olduğu musarun devle(ileyh) daisine olunub şuru firar olunmalarına müdafi olunmak.

Paşa hükmü caiziyeti istirham eylemelerine vechi müsharun ileyh emel olunmak Paşaya ferman arz olunmuştur.

Rupel 2, kopya orijinal a osmanî Rupel 3, bi osmanî
Rupel 4, bi osmanî

Bi herfen latînî:

Merbuteyi mutasarrıfı Rişvan Al-i Mehmet Paşaya hükm ki ;

Rakka Ahalinize, mahalli askerlerinize huruca ve merbut-i sancağınıza vaki şunları kazanıza tavattur ide Cihanbeylu aşiretinize Ömeranlu cemaati eşkiyası cihetlerine mermuz olarak karar-i şekavetlerine icabe-i iptila ve kulları riayete isaliniz ve mazarratlarına zinhar… ilam ve ihbar olundukları şahi Mir Miran mumaileyh sen eşkiyayı merkumeleri ve Kürd Havza Hükümetine sair zahirlerin bilmezlerin fakr ul üzerlerinize defa ve refa şer ve mazarratlarına ewlad u iyalleri tayin ve tatmin imha içun bilrefan ol emr aliyenle sana tembih ve teksir olunmağa.

Havza hükümetini ol makbul ol sehvadan Paşadan… tathir lüzumu halleriyle şer kusur bulduk.

Ol emr-i aliyeme mugayir ve rizayi halveti huzuraneme muhalif… yaramazlara şer ve şekavetlerinize ağmaz (Göz

yummak) ve tevehhi eyledüklerinden… eşkiyayı merhume ferce bulub an hüsnümüze… kolay riayet olunarak zipal isaliniz ve hasarın altın ve diyete çevrildikde gittikçe terki olmak hasebiyle ekseri Türk olanları mahalli olanları mahalli ahire perişan ve ilhate hazihi eşkiyayi salif elbisenize müsreib (Muhtac) olarak otuz kırk neferi kimseler iyal ve evladlariyla hal aliyeme gelib nizam-i hal etmeleri bu makul emr ma’mur ve bahane izhar eden kes ve rehavete cesareti-i heyecan arz hayurlularına bağış vebali olub müstehak azb ve itab olunmağa…

Kaza-i hafete mübaşireten eşkiyayı merkumeyi ola istihal-i kaza hah nahah kaldırıp mahalli iskanları üzere Rakkaya nakl ve tavattun ittirmek şartıyla bu def’a oluncak… tahrir ile berfa ve harkah malum Kapıcıbaşlarınızdan,Diyarbekir ahalisinden olub bu hususa mübaşir tayin olunun Molla Ali Dallam Mehire ile muatiyeten fikrinden şekavet pişeleri sayi ve cihetin kah mahal erkanlarını sevk ve tesyir(gönderme) ile şer ve mazarratlarından kaza, mezbur ahaliyi önderlerine defan ve refan me’mur ve tayin eylemeyi hususen hatacını mezbur seralay vezirim Ali Paşa olamasın.

Ahaliyeye başka emri şerifi usulleri ile irsal olunmuşdur.

Imdi şeyhi Mirmiran mumaileyhin ber vechi muharrer saikai merkume-i fi mahalli erkanlarına tagayyur ve tavattun eylemek hususunda serasker ile tarafınıza iskana… tavsiye ve tenbih olunurlar.  

Teve uk emr -i şeri erine amel ve harekete kıyam ve… mübaşir mumaileyhin marifeti ol şekavetin pişeleri ola irhalden oldukları mahallere acemistanın mecmuu ve bilcema… mal şeyleri ile kaldurub mahalli iskanlarına nakl ve tesyir ve Rakka… ..erkan ve takrir ile keyd ve mazarratlarını evlad u iyal üzerlerine defa ve refa sarf mahsusen vesa… olmayıb… sahavet ve Terkan izharınıza ziyade hüner ve mecanin eylesin.

Eşkiyayi merkumenin her ne tarik olur ise olan makari iskanlarına nakl ve takrirleriyle sakin ve yerlu ve Türk ahalilerin iyal iktizayi meram hayr-i il cam-i mulukaneme eylesin bundan sonra dahi hususi merkume tevan mehazi ve terahiye cevaz-i hassa misullu bir hareketin sudur eylemeli.

Şemi-i Hümayuna ilka olunur.

Fermanima gelubler, buraya özr ve itab-i kati… olunub mazhari ikab ise öyle cemiyet muakrer ve muhakkak olmak ikanin incam kari muhaza ve sana sordum, Kala… emr-i şerif-i tenfiz ve icabeye ihtimam Rakka tahsis-i riza-i humayun buyurur.

Rupel 5, bi herfen Latini: Şah(Padişah) tarafından görüldü. Diyarbekir vilayeti… mezbur Seraskeri vezir Ali Paşaya mutasarrıf Rişvanli Mehmet Paşa,ya ve dergah merfu Kapıcıbaslarımızdan olub halen Diyarbekir… hassaten mübaşir tayin olunarak Molla Ali mecrayi hükm Rakka erkanınızdan iken… ukde-i mahallerinizden huruc ve firar ve haddi merbutesini iderek… Cihanbeylioğlu aşiretinizin Ömeranlı cemaati eşkiyasi kendi hallerinde olmayıb Humayunca Rakka,ya Rakka eşkiyayı mezbure kaldırılsın.Mahalli iskanları olarak mahalli nakil ve tavattunları şer ve mazaratlarının fukara, zuefa tayin olunmakla adalet için terk.

Vezir masur ve mirmiran mumaileyhine hassaten mefhar ve meşru ol emr-i şerife sadir olmagla eşkiyayı sabık aynıyla sadir olarak emr-i şerifi alileri vechine had oldukları yerlerden kaldırılarak mahalli iskanlarına sevk olunmalarına temin. Yerlu Zeriki kalıb iyale azik ve canlar u cehr… ve kati olan nüfüsun muadasını… mir miran mumaileyhin Kürd eşkiyayı mezkurenin Kürd havza hükümetine zuhur eden şekavete pişeleri dahi… alınmayacak.

Eşkiyayı merkume havza hükümetinden zuhur eden şekavete pişmanları Rakka Kebir ve kızanlarına eklenecek. Bilrefan ol emr-i şerif… şikayetine tekid ve eşkiyayi merkume havza hükümetine… olmak takriri tenfizi ve icray-i emri Alişana meşairden ziyade takyirve almağa imkan olsa fukaraların ademi takyid ve askerin… mazmun emri şerif tenfiz… gayri bazi hususlarin Kaza-i mezbur fıkrasını ekber… şekavete pişmanların fakir ve zaifanlarınız ağmaz ve tevbih edildikten sonra eşkiyayı merkume ferah bulub fakirleri raiyet olunduktan ziyade isal kendu hasarin sarf eylesin. Denir ki Mirmiran ve Kapucubaşı mumaileyhine siz muşarun ileyh tarafından size ne guna tavsiye ve tenbih olunursa edulen emri derk üzere azm u harekete ve halife merkumeyi had olundukları mahberin mecmuaları ve bilcümle olarak şeylerin kaldurub mahalli iskanlarına nakl idileler ve muttali muma ileyhe ve tekrir ile seyr u seferinize evlad ve iyalleri tahliyenize ve kararın sırf mahsur mekena olmayib.

belge-71

Belge 71- Malatya Sutili ilçesinden Rakka ́ya iskan edilen Cihanbeylilerin iskanı Rişvanzade Mehmet bey ve Diyarbekir valisi Ali ́ye emir-1157

Ew belgenameyên ku li jor bi tirkî û kurdi ji we ra pêşkeş bune, birreke ji tarixa sirgun û iskana kurdên Anatoliya Navîn in.

Ew paşayên osmaniyan ku ew iskan kirine, mîrên kurdan ku bi wan re karkirine û piştî îskanê li Ankara, Qonya, Kirşehir û dorberên din li Anatolya Navin wek berpirsyare Êlan hatine tayin kirinê ew in:
Padişah: Sultan Mahmud II, Sultan Abdulmecid

belge-72

Belge 72- Cihanbeyli iskanı S. 2 1157

belge-73

Belge 73- Cihanbeyli iskani S. 3.1157.

Memur û paşayên dewletê;

Waliyê Diyarbekirê Ali Paşa Vehbi Paşa
Kethudaye wi Halim Paşa Kaymakam Abdurrahman beg Kaymakam Riza beg

Ali Axa, Kapucubaşi

Mîr û begê Kurdan:

Mehmet Paşa, Mirê reşîya li Sancaxa Meletyê.
Alişan begî I, Mirê Canbegan
Alişan bege II, kure Xelil Begî Alişan Begê

Mustafa begî Alişanzade
Xelil begî Alişanzade
Omer begî Alişanzade
İshak Lütfü Efendi Midure êlê şêxbezenîya.

Ali Riza Efendi Midure Nahiya Şêxbezenli(Sindiran, Gökgöz) H.1320, M: 1904
Dumanoğlu Mustafa Beg, Midure êla Têrikan
Mustafa beg, Midure êlê Reşiyan. Hasan Beg, Midure êla Hêciban.
Alişir Beg, reise êla Mikailan

belge74-75

Belge 74- Cihanbeyli iskanı S. 4-1157 (biçûk) – Belge 75 -Cihanbeyli iskanı S. 5- 1157

(T.C. Başbakanlik Arşivleri Genel Müdürlüğü 

Çavkanî: Dr Mikaîlî-birnebun.eu

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply