1.1. Pênaseya Folklorê
“Folklor ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet lêdikole, berhev dike, disenifîne, tehlîl dike û dinirxîne.”[1] Peyva folklorê bi rayeka xwe ji du peyvên îngilîzî, ji “folk” (gel) û “lore” (zanyarî, zanîn) tê û cara pêşî ji hêla lêkolînerê îngilîz William John Thoms ve hatiye bikaranîn.[2] Bi kurdî ji folklorê re zargotin jî tê gotin. Zargotin ew tişt e ku çîrok, helbest, stran û govendên gelêrî hwd. di nav xwe de dihewîne, ji mêj ve heye, lê afirînerên wê nayên zanîn. Bi tirkî li zanîngehan wek “halk bilimi” (zanista gel) tê binavkirin. Ferhenga TDKê jî li hember peyva folklorê dibêje “halk bilimi”.[3] Özkul Çobanoğlu dibêje objeya vê zanistê mirov e û mebesta wê ew e însanan baştir fehm bike û di heqê wan de xwe bigihîne agahîyên kûr.[4] Propp dibêje folklor, berhema teşeyeke taybet a hunerên devkî ye.[5] Folklornas Erman Artun jî dibêje “Folklor; ji zayînê heya mirinê, hemî hêmanên çanda maddî û manewî yên di jiyana mirovan de, bi rengekî zanistî berhev dike, li ser wan lêkolînan dike, wan dinirxîne û bi rengekî sîstematîk şîrove dike û bi vî rengî serencama pêşketina çanda gel nîşan dide û di navbera çandên dî de cudahî û hevbeşiyan dibîne.”[6]
Ji bo pênase û çarçoveya têgiha folklorê fikrên curbicur hene. Li Rojava fikrekî wisa derdikeve pêş ku her lêkolînerek dikare li ser folklora miletê xwe lêkolînê bike, lê heke li ser folklora miletên din bixebite ew nabe folklor, dibe etnografî. Propp, vî fikrî beletewşî dibîne û dibêje “Zanista folklorê hunera hemû gelan di nav xwe de dihewîne, ne girîng e ku kî li ser wan dixebite. Folklor fenomeneke enternasyonal e.” [7]
1.2. Folklor û Teorî
Berhemên folklorîk di dîrokeke nedîyar de şîn tên û ne di bin kontrola tu kesî de ne. Bi awayekî serbest belav dibin, pêşî dikevin nav lîteratûra neteweyekê û carinan ji wir jî belav dibin ber bi cih û warên nû ve. Berhemên folklorîk, di destpêkê de ji alîyê kesekî ve tên vegotin. Wek mînak, çîrokên ku di nav gel de tên vegotin serê pêşî ji alîyê mirovekî/ê ve herçiqas mirov nikaribe biçespîne jî li cih û demeke dîyarkirî tên vegotin. Bedran Hîkmet dibêje gava ku veguhêzerê desta yekem ji holê rabe careke din çespandina rêya belavbûna vê çîrokê ne pêkan e.[8]
Di lêkolîna varyanteke folklorîk de mirov dikare li gor çavkanîyên berdest heta jê were deqên (metin) heyî şîrove bike, jê analîzekê derxe û piştî wê jî li gor xwe guhertoya herî maqûl hilbijêre û li serê bixebite. Hîkmet dibêje hewldana dîtina varyanta orijînal an jî bi îfadeya Krohn ‘ûrform’, di dîroka folklorê de mijara herî bigengeşe ye ku li dora wê nîqaş peyda bûne.[9] Zanyarê fînî Kaarle Krohn, ku yek ji teorîsyenên folklorê ye û damezirînerê ekola fînî ye, li ser analîza berhemên folklorîk dixebite û rêbazekê dide ber xwe. Krohn, di berhema xwe ya Rêbaza Folklorê de, ji bo xebatên folklorê behsa girîngîya bertengkirina cografyayê dike û dibêje ji bo ku em karibin rasterast li geşedana hêmanekê temaşe bikin, divê em mînakên pêşî yên varyantan peyda bikin.[10] Ji bo ku varyantên berhemên folklorîk ji hev werin qetandin Krohn dibêje berîya ku ez di heqê çavkanîyên straneke gelêrî de bigihîjime encamekê, varyantên wê li gor kronolojî û erdnîgarîyê li dû hev rêz dikim û bi tenê bi vê rêyê yên orijînal û yên paşê daxilbûyî ji hev vediqetînim.[11] Gelo ev tiştê ku Krohn dibêje ji alîyê pêkanînê ve gengaz e? Gelo mirov dikare yek bi yek erdnîgarî bi erdnîgarî li pey varyantên berhemeke folklorîk bigere û paşê wan bisenifîne û bibeje va ye ev varyant, a orijînal e û ev beş paşê daxilî berhemê bûye? Jêderka folklorê saha ye û wek tê zanîn saha jî bêserûber in û têra xwe berfireh in. Ji ber vê hindê bicihanîna rêbazeke bi vî rengî gelek dijwar e. Heke xebateke bi vî awayî were kirin jî ji bo ku mirov varyanta orijînal bi dest bixe divê varyanta herî kevn bi dest bixe. Hêmanên folklorîk, di demên nedîyar de vedijin. Mirov dê çawa bikaribe biçespîne ku kîjan varyant kevntirîn e? Herçiqas Krohn bibêje ez varyantan didim ber hev û parçeyên paşê daxilî metnê bûne tesbît dikim jî ev karekî dijwar û bi zehmet xuya ye. Wek mînak, mirov bihesibîne ku bûyerên di berhemeke folklorîk de li cihekî û di demekê de qewimîne, gelo piştî ku cara ewil ew bûyer ji alîyê vegêrekî (yê/ya ku vedibêje) ve werin vegotin rasterast çawa ku bûyer qewimîbin hatine vegotin? Anku dema cara pêşî jî ev bûyer tên vegotin ji orijînalbûna xwe dûr nakevin? Em ji ku dizanin ku vebêjê wê berhema folklorîk li gor hizir û texeyûlên xwe tiştin lê zêde nekirine yan jî pirole (mibalexe) nekirine? Ji ber vê yekê çawa ku Hîkmet dibêje “Ji bo vegotinên gelêrî gerîyana ûrformê (varyanta orijînal), hewleke bê wate ye.”[12] Em jî wek Hîkmet vê hewldana varyanta orijînal wek hewleke bêwate dibînin.
Berhemên folklorîk zargotinî ne anku bi devkî tên vegotin û bêserûşûn dibin. Wek mînak, yek ji her du çavkanîyên me yên sereke ya vê xebatê, Memê Alan, bi awayekî nivîskî cara ewil di serê sedsala 20î de ji alîyê hin kurdologên biyanî ve hatiye tomarkirin. Qinyata giştî ew e ku berîya nivîsîna Mem û Zîna Xanî jî destana Memê Alan hebû. Em li dîroka qeydkirina van her du berheman binêrin tê dîtin ku Mem û Zîna Xanî di sala 1695an de ji alîyê nivîskarê wê ve hatiye qeydkirin, lê Memê Alana folklorîk digel ku ji Mem û Zîna Xanî kevntir e jî cara ewil kurdologê rûs A. Socin, varyanteke vê destanê berhev kiriye û di sala 1890î de derbasî nivîsê kiriye.[13] Em nizanin ku ev destan ji kengî ve heye. Memê Alan berîya Ehmedê Xanî sedsalan, belkî hezarsalan hatiye vegotin. Lê agahîya teqez ew e ku piştî ku bi salan hatiye vegotin û li gelek deverên curbicur belav bûye û gelek guhertoyên wê çêbûne, hê hatiye tomarkirin. Lewre îro jî li ber destê me gelek varyantên vê destanê yên ji herêmên curbicur peyda dibin.
1.3. Zanista Folklorê
Folklora miletekî, beşek ji çanda wî miletî ye. Ji ber ku çanda miletan bi qasî mirovahîyê kevn e, folklor jî ji serdemên antîk ve heye. Di vî warî de wiha tê gotin: “Afirandina çandê wekî çalakiya mirovayiyê bi çêkirina aletên seretayî yên keviran dest pê dike. Li gorî lêkolîn û çavkaniyên arkeolojîk ev afirandin cara yekem beriya 3 milyon salan li Rojhilata Navîna Efrîqayê dest pê kiriye. Lewra wan kevir bizanebûn bi kar anîne.”[14] Di sedsala nozdehan de zanista folklorê bi pêş dikeve. Tê gotin ku heta dawîya sedsala 19an folklor wek qadeke zanistê ligel komele û weşanên xwe kongreyên xwe li dar dixe û bi van çalakîyan jî di nav civaka zanistê de cihê xwe qewîn dike.”[15] Piştî ku folklor bi pêş dikeve tê dîtin ku ji zanistên din jî sûd werdigire. Têkilîya folklorê bi gelek şaxên zanistên din ên wek etnografî, antropolojîya çandî û civakî, arkeolojî, mîtolojî, aborî, dîrok, tib, erdnîgarî, gîyannasî, dînnasî, zimannasî re heye.[16]
Armanca folklorê ew e ku baştir bê fehmkirin ku însan mexlûqatekî çawa ye; hal û tevgerên wî, edetên wî û nerîta wî çawa ne. Folklora miletan ji berê de hebû, lê kifşkirin û tesbîtkirina vê qadê ya wek zanistekê, piştî şoreşa fransî ye. Di vê kifşkirinê de bandora şoreşa fransî xurt e, lewre şoreşa fransî di nav miletan de qîmeta çanda gelêrî zêde kiriye. Folklor, piştî ku wek zanist li Rojava derketiye pêş, lêkolînên li ser vê qadê dest pê kirine. Piştî Rojava, di dawîya sedsala 19an de, wek zanist li Rojhilat jî folklor derketiye pêş. Çobanoğlu dibêje du dîrokên destpêka xebatên folklorê hene. Yek ji wan dîrokan derketina berhema Birayên Grîm a “Çîrokên Zarokan û Malan” e, dîroka din jî ji hêla William John Thoms ve cara ewil bikaranîna peyva “Folk-Lore”ê ye.[17]
Wek miletekî Rojhilatî, kurdan hêdî hêdî di dawîya sedsala 19an û di destpêka sedsala 20î de berê xwe daye vê zanistê û arasteyî folklora kurdî bûne. Li gora ku S. Azad Aslan îdia dike, ji ber ku kurd piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bûne neteweperwer, girîngîya folklora kurdan a li cem elîtên kurdan bi awayekî eşkere xurt bûye.[18] Tê dîtin ku di destpêka sedsala 20î de entelektuelên kurd piştî ku bi neteweperwerîya xwe hesîyane ji folklor û mîtolojîya kurdî sûd wergirtine û xwestine miletê xwe bispêrin dîrok û çanda wan a qedîm. Kovara Jînê, ku ev kovar wek weşana nefermî ya Komeleya Pêşketina Kurdistanê (Kürdistan Teali Cemiyeti) dihate dîtin, bi nivîsên xwe yek ji mînakên vê hewldanê ye. Di jimareya pêşî ya Jînê de Kurdîyê Bitlîsî di gotareke xwe de dibêje ku kurd li gorî dîrokê ji Îranê hatine û di nav wan de kevntirîn milet in.[19] Ji vir tê fehmkirin ku di serê sedsala 20î de têkilîya neteweperwerên kurd bi folklorê re çêbûye û kurdan bi rêya zanista folklorê berê xwe daye çanda gelêrî.
1.4. Folklor û Heqîqet
Folklor, miletan dide nasîn. Bi rêya xebatên folklorê; hizir, bawerî, fikirîn û jîyana rojane ya di nav miletan de xuya dibin. Lê rengvedana van tiştan a di folklora miletan de çiqas heqîqetê nîşan didin, ew tiştekî din e. Wek mînak, rastbûn û nerastbûna bûyerên di berhema Memê Alan de pêkan in yan na? Anku di jîyana rastî de ev bûyerên di Memê Alan de li derek û demekê qewimîne yan ev tenê wek destanekê di nav gel de hatiye vegotin? Propp, dema behsa têkilîya folklor û heqîqetê dike, vê têkilîyê di bin sîwana sê teşeyê de dinirxîne. Di yek ji wan teşeyan de ji tiştên ku Propp dibêje tê fehmkirin ku ev teşe bi destana me, bi Memê Alan re jî têkildar e. Propp wiha dibêje: “Folklor, ji heqîqetê welidîye, lê şopên serdema xwe yan jî ya heqîqeta şênber di xwe de nahewîne. Wek hêmayên ku bawerîya me pê nayê; yên wek ejderhayên ku agir ji devê wan diçe, hespên ku bi baskan ketine, dotmîrên efsûndar ku yek ji van jî di jîyana rasteqîn de qet nebûne. Ev, hêmayên honakî ne.”[20] Di destana Memê Alan de jî hêmayên bi vî rengî yên wek hesp, efsûn hwd. hene
Oryantalîstên Rojavayî hatine Rojhilat, karên folklorê kirine, keresteyên folklorîk berhev kirine. Bi rêya van tiştên efsûnî û mîtolojîk ên di folklora miletên Rojhilatî de xebatên xwe bi rê ve birine. Yek ji armancên wan ew e ku karakterên miletên Rojhilatî nas bikin. Hinek jî ji bo ku xebatên mîsyonerîyê bikin hatine Rojhilat û keresteyên folklorîk berhev kirine. Yek ji van keresteyên folklorîk, destaneke kurdan Memê Alan jî carên ewil ji alîyê van lêkolînerên bîyanî ve hatine tomarkirin. Heke mirov dêhna xwe bide berhemeke folklorîk, tê dîtin ku ew berhem li gor jîyan û nirxên wê civakê teşeya xwe girtiye. Mesela, çîrokek ji herêma latînîyan derbasî herêma Rojhilatê Dûr bibe teşeya xwe li gor dîn, bawerî, erdnîgarî, dîrok û kevneşopîyên wê dîyarê digire. Rastîyên wê civakê têkelî nav wê çîrokê dibin anku ev çîrok ji rastîyên wê civakê ne bêrî (dûr) ye. Lewre her civaka ku berhemeke folklorîk diafirîne yan jî bi rêyên têvel digire nava xwe, nirxên xwe jî tevî nava wê berhemê dike. Ji vir jî tê dîtin ku berhemeke folklorîk bi bingeha xwe qewimîbe yan jî neqewimîbe, hizir û bîrên xwe dixe nava berhemê. Wek mînak, yek ji serokên Sovyeta Bolşevîk Lenîn dibêje “Di her çîrokeke gelêrî de hêmanên rastîyê hene.”[21] Mirov dibîne ku di serdema Bolşevîkan de lehengên berhemên folklorîk kirasên xwe yên berê ji xwe dikin û li gor rastîyên serdema Bolşevîkan dibin neferekî/e sosyalîzmê û bi neyarên xwe re şer dikin. Serdema Bolşevîkan û têkoşîna wan a li dijî neyarên wan, wek rastîyeke wê serdemê sîrayetî berhemên wê demê dike. Wek mînak, hinek nivîskarên kurd ên wek Erebê Şemo jî lehengên berhemên kurdî vediguherînin ber bi lehengên sosyalîst ve û bi vê yekê propagandaya fikrê sosyalîzmê dikin. Erebê Şemo, ev fikrên xwe derbasî romanên xwe jî kirine. Erebê Şemo, di rûpela pêşî ya romana Şivanê Kurmanca ya otobîyografîk de dibêje, ez vê romanê pêşkeşî komsomolên (sosyalîstên ciwan) kurmancan dikim.[22] Mirov dikare bibêje ku Şemo, dixwaze jîyana xwe wekî modelekê pêşkeşî ciwanên sosyalîst ên kurmanc bike.[23] Wekî ku tê dîtin berhemên folklorîk ji rastîyên geşedanên serdema xwe ne bêrî ne û li gor hizra serdemê, rengê xwe diguherînin. Lê ev nayê wê wateyê ku hemû berhemên folklorîk rasterast heqîqetan dibêjin. Nexwe çima gel eleqeyeke mezin nîşanî tiştên folklorîk dide û carinan bi saetan, bê rawestan, berhemeke gelêrî guhdarî dike û jê aciz nabe? Gel dema çîrokeke gelêrî guhdarî dike, dizane ku tiştên di wê çîrokê de bûyerên dûrî aqil in û derasayî ne, lê dîsa jî ji wan hez dike. Propp dibêje ji ber ku ev çîrok teqabûlî heqîqetê nakin û zewqeke taybet didin; mirov, wan wek tiştekî efsûnî dibînin.”[24]
Wek encam, mirov dikare bibêje di vê xebatê de armanca me jî ne peydakirina rastbûn/nerastbûna Memê Alan a teqez e. Lewre rastbûn û nerastbûna bûyerên di berhemên folklorîk de ji qedir û qîmeta wê berhemê tiştekî kêm nakin. Ev berhem ne veguhêzerên dîroka berê ne. Fonksîyona wan ew e ku mirov dikare bi saya wan xwe bigihîne reh û damarên neteweyekê û rihê wê neteweyê nas bike. Mirov hîn dibe bê ka di van berheman de şopên çanda wî miletî çiqas hene, ev berhem çiqas xîtabî jîyana wan dike, di navbera jîyana wan a îro û ya berê de çi cudahî hene, taybetîyên karakterîstîk ên wî miletî çiqas tê de xuya dibin hwd. Ji ber vê yekê peydakirina varyanta herî kevn û resen a Memê Alan ji bo me ne girîng e. Lê mirov dikare li varyantên li ber dest vekole û li gor van varyantan şîroveyan bike û analîzekê jê derxe. Me jî tenê li gor varyantên li ber destê xwe û li gor konteksta metnê şîroveya xwe kir.
1.5. Têkilîya Folklorê bi Zanistên Din re
1.5.1. Folklor û Edebîyat
Folklor, wek wêneyeke çanda civaka xwe ye. Biwêj, gotinên pêşîyan, dûrik, mamik, pêkenok, efsane, mîtos û hemû bawerîyên gel hwd. dikevin kategorîya folklorê û folklor bi rêya van vegotinan, sûretê wî miletî digire û pêşkêşî cîhanê dike. Folklor çawa ku bi tiştên zimanî re têkildar e ewqas jî bi edebîyatê re têkildar e. Di navbera folklor û edebîyatê de têkilîyeke xurt heye, ji ber ku alîyekî edebîyatê jî wek folklorê, ji hunera zarekî ye. Jixwe Propp folklorê wek fenomeneke edebî dibîne.[25] Lê digel vê têkilîya xurt a di navbera edebîyat û folklorê de cudatîyeke berçav jî di navbera wan de heye. Hemû berhemên edebî xwedîyê nivîskarekî/ê ne, lê berhemên folklorê tev gelêrî ne, anku anonîm in. Dikare were gotin ku têkilîya folklorê bi beşa edebîyata gelêrî re heye. Pertev, di vî warî de dibêje xebatên folklorî yên pêşî bi piranî li ser edebîyata gelêrî ne, ji lewma jî folklor û edebîyata gelêrî di nav heman çarçoveyê de û digel hev tên nirxandin.[26] Her du berhemên xebata me jî bi edebîyata kurdî re têkildar in. Yek jê berhemeke edebîyata gelêrî ya bi navê Memê Alan e ku bi folklora kurdî re têkildar e, ya din jî berhemeke edebîyata klasîk a bi navê Mem û Zîn e.
1.5.2. Folklor û Ziman
Folklor, bi ziman re rasterast têkildar e. Lewre kana folklorê ziman e. Li gora ku tê gotin, folklornasê fransî Arnold van Gennep dibêje folklornasê ku zimanê civaka ku li serê lêkolînan dike nizanibe, dê çawa bikaribe bi wê civakê re li ser çand û kevneşopîyê têkilî deyne?[27]
Folklora miletekî, serê pêşî bi zimanê wî miletî tê îcrakirin. Lêkolînerên zimanzan, ji bo ku folklora miletekî nas bikin berê xwe didin nav gel û bi taybetî li gundan li pey zimanê resen û zelal a wî miletî dikevin. Dikare were gotin ku di zimanê gelêrî de peyvên bîyanî kêmtir in. Ji ber ku bêmidaxele ye, anku xwezayî ye. Ji bo folklora kurdî em mînakekê bidin, em dikarin behsa dengbêjan bikin. Lewre piranîya dengbêjan bi xwendin û nivîsandina kurdî nizanin, lê digel vê, zimanê wan ê herikbar teşeyeke xwezayî ya kurdî ye. Bi taybetî ji bo miletên wek kurdan ku derfetên wan çênebûne ku bi zimanê xwe binivîsin, xwe li zargotina kurdî girtine. Kurdan, gelek caran bi folklora xwe bala lêkolînerên Ewrûpî kişandiye û bi vê gencîneya xwe kiriye ku ew lêkolîner werin welatê wan û li pey folklora wan bikevin.
1.5.3.Folklor û Netewe
Folklor çawa ku bi zimanê miletekî re têkildar e, digel vê yekê bi neteweyê re jî têkildar e, ji ber ku yek ji hêmanên herî girîng ên netewebûnê ziman e. Yalçın İzbul dibêje ji ber ku folklor, bi awayekî serberdayî ne malê tu kesî ye û malê hevpar ê civakeke çandî ye, parçeyê bunyeyeke neteweyî ye.[28] Di avakirina hişmendîya neteweyî de folklor, ji alîyê rewşenbîrên wî miletî ve, yek ji amûrên herî girîng tê dîtin. Çeka herî girîng folklor e ku mirov xwe bi wê, dikare ji mirina neteweyî biparêze.[29]
Rewşenbîrên Osmanî, di dawîya sedsala 20î de piştî tevgerên ronakbîrîyê pê derdixin ku di navbera gel û elîtên tirk de ji hêla ziman ve valahîyek heye, berê xwe didin xwerûkirina ziman û qudsîyetekê didin folklora tirkî. Lewre wisa bawer dikin ku bêyî tevlibûna gel, şoreşeke çandî çênabe. Piştî vê biryardarîyê, hewl didin ku xwe ji peyvên zimanê bîyanî dûr bixin û di vê çarçoveyê de berhemên xwe ji bo fehmkirin û ronîkirina gel dinivîsin. Li gora ku Remezan Alan vediguhezîne li gor İlhan Başgöz eleqeya rewşenbîr û nivîskarên Osmanî ya ji bo folklorê bi hewcedarîya zimanekî ku bê fehmkirin rûdaye.[30] Li gor Başgöz di salên pêşî yên dewra Komara Tirkîyeyê de nijadperestîya fermî, folklor wek çavkanîya çanda neteweyî didît û qîmeteke cihê dida aşiqên ku zimanê tirkî li hemberî dejenerasyona erebî û farisî parastibûn û folklora ku berê lome jê dihat kirin jî di vê dewrê de bûbû eyneya ruhê neteweyî.[31] Di edebîyata kurdî de jî di wan salan de ev helwest xuya ye. Wek mînak, di kovara Hawarê de (1932) ku ev kovar yek ji hîmên edebîyata kurdî ya modern e, em dikarin vê tesbîtê raçav bikin. Lewre di vê kovarê de tê dîtin ku neteweperwerên kurd ên wek Celadet Bedirxan û hevalên wî beşeke berfireh ji bo folklora kurdî veqetandiye.
Ji ber têkilîya folklorê ya bi neteweperwerîyê re, xebatên folklorê di nav hin miletan de bi awayekî îdeolojîk wek xebateke pîroz hatiye dîtin. Wek mînak, ji bo folklorzanên bulxarî yên salên 1860î, ku ev kes di heman demê de şervanên azadîya Bulxaristanê bûn, berhevkirina stranên gelêrî karekî welatparêz bû.[32] Wek tê zanîn, rewşenbîrên kurd jî di nav dewleta Osmanî de bûn û hin ji van rewşenbîran, ji bo avakirina hişmendîyeke neteweyî têkilîya xwe û gel xurt dikirin. Lê em dikarin bibêjin ji ber bêstatûbûna kurdan, ev derfet tu carî bi awayekî xurt neketiye destê rewşenbîrên kurd, lewre îro jî em nikarin bibêjin ku folklora kurdî qîmeteke giranbiha dibîne. Gelek rewşenbîrên kurd ji bo pêşvebirina zimanê kurdî, girîngîyeke mezin didin folklora kurdî û îro jî em dibînin ku bi wan re telaş û endîşeya derengmayînê heye.
1.5.4. Folklor û Dîrok
Folklor, pêwendîya miletan bi dîroka wan re deytîne û dike ku ew milet bi rêya folklorê rabirdûya xwe zanibin û bîreke wan a kolektîf çêbe. Bi vê rêyê milet bi nifşên berî xwe dihesin û yekîtîya hestewarîyê ya kolektîf bi vî awayî ava dikin. Pê dihesin ku yên berî wan hest û ramanên xwe bi çi awayî rave kirine û çi cudatî yan jî manendî di navbera her du nifşan de heye. Bi vî awayî di rabirdûya xwe de çiqas tiştên zêde peyda bikin, li cîhanê ewqas xwe qedîm dibînin û bi rabirdûya xwe şanaz dibin. Wek mînak, di kilamên dengbêjan de, ji pelên dîroka kurdan gelek serpêhatî hene û îro em bi saya van kilam û stranan ji van qewimînên dîrokî bê par namînin. Di vî warî de B. Nikitin di analîzeke xwe de wiha dibêje: “Gava dengbêjekî kurd behsa biserketinên şerên Yezdanê Şêr yan jî Evdurrehman Paşa dike û li ser wan dibêje, hingê ew, di eynî wextê de, bi navê kurdayetiyê, behsa têkoşînên kurdî yên li dijî dijminan jî dike û di nav bîranînan de behsa doz û daxwaza kurdan dike û wan vedijîne.”[33] Wek tê dîtin, li vir fonksîyona dengbêjan ne tenê veguhastina bûyeran e, digel vê bi rêya van kilamên xwe hişmendîyeke kolektîf di nav kurdan de înşa dikin û netewetîya wan xurt dikin.
Dikare were gotin ku ji ber sedemên curbicur, edebîyata kurdan a nivîskî qels maye; lê folklora kurdî berovajîya wê gelekî xurt e. Folklora kurdî evqas ne xurt bûya, belkî kurd ji ber ku di edebîyata nivîskî de jî lawaz in, dê yekcar ji hafizeya xwe ya dîrokî bê par bimana. Folklor, wek bîra miletekî ye ku pêwendîya wî miletî bi dîrokê re deytîne û di navbera wan de dibe wek pirekê.
Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz “BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin
Çavkanî: https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/
********
[1] Kadri Yıldırım, Ramazan Pertev û Mustafa Aslan, Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, Mardin Artuklu Üniversitesi Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü Yayınları, İstanbul 2013, r. 11.
[2] Özkul Çobanoğlu, Halk Bilimi Kuramları ve Araştırma Yöntemleri Tarihine Giriş, Akçağ Yayınları, İstanbul 2015, r. 23.
[3] TDK Türkçe Sözlük, Türk Dil Kurumu Yayınları, Ankara 2005, r. 711.
[4] Çobanoğlu, h.b., r. 23.
[5] Vladimir Propp, Folklor, Teori ve Tarih, Avesta Yayınları, İstanbul 1998, r. 13.
[6] Hikmettin Attı, Lêkolîneke Folklorî li ser Destana Mem û Zînê, Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Teza Masterê, Mêrdîn 2013, r.3.
[7] Propp, h.b., r.12.
[8] Bedran Hîkmet, Teorîyên Folklorê, Weşanxanaya Lîs, Diyarbekir 2016, r. 33.
[9] H.b., r. 29.
[10] Çobanoğlu, h.b., r. 153.
[11] Hîkmet, h.b., r. 29.
[12] H.b., r. 33.
[13] Roger Lescot (berhevkar), Memê Alan, Weşanxaneya Avesta, Stenbol 2013, r. 8.
[14] Yıldırım, Pertev û Aslan, h.b., r. 15.
[15] M. Richard Dorson, Folklor û Teoriyên Folklorê yên Îroyîn, Necat Keskin (Wer.), Avesta Yayınları, İstanbul 2017, r. 9.
[16] A. Haydar Avcı, “Halkbilimi Konuları ve Araştırma Yöntemleri”, Kovara Berhem, Hejmar 9, Stockholm, Îlon 1990, r. 37.
[17] Çobanoğlu, h.b., r. 23.
[18] S. Azad Aslan, “Folklor û Netewetiya Kurd a Ewil: Guherînên Girîng ji Osmanîtiyê ber bi Netewetiya Kurd ve”, Edebiyata Kurdî ya Gelêrî, Dîrok-Teorî-Rêbaz-Lîteratur-Berawirdî 1, Avesta Yayınları, İstanbul 2015, rr. 120-21.
[19] Kurdîyê Bitlîsî, “Dehak Efsanesi”, Kovara Jîn, (Wergera ji tîpên erebî: M. Emîn Bozarslan), Stenbol 1918, r. 209.
[20] Propp, h.b., r. 80.
[21] H.b., r.31.
[22] Bnr., Erebê Şemo, Şivanê Kurmanca (Amadekar: Mistefa Aydogan), Weşanxaneya Lîs, Dîyarbekir 2016.
[23] Eyyüp Gürtürk, Bandora Rêbaza Realîzma Civakparêz di Romana Şivanê Kurmanca de, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, sal 2, Cîld: 2, Hejmar 3, r. 193.
[24] Propp, h.b., r. 34.
[25] H.b., r. 14.
[26] Yıldırım, Pertev û Aslan, h.b., r. 12.
[27] H.b., r. 35.
[28] Yalçın İzbul, Kültür Antropolojisinin Folklora Bakış Açısı II. Milletlerarası Türk Folklor Kongresi Bildirileri, Cilt I, Basın-Yayın Yüksekokulu Basımevi, Ankara 1982, r. 150.
[29] Zeynelabidîn Zinar, “Folklora Kurdî û Wêjeya Nifşên Nû”, Kovara Zend, Rêzepirtûk 9, Stenbol bihar-havîn, r. 51.
[30] Remezan Alan, Li Dor Texeyyulên Berê Rêçên Îroyîn Folklor û Roman, Weşanxaneya Peywend, Stenbol 2013, r. 45.
[31] H.b., r. 45.
[32] Yıldırım, Pertev û Aslan, h.b., r. 14.
[33] Mehmed Uzun, Destpêka Edebiyata Kurdî, İthaki Yayınları, İstanbul 2007, r. 31.