Xesû û Bûk

Dinya bi dor e!

Dibêjin carekê bûkek û xesûya xwe hebûne. Xesûya wê nexweş ketiye. Mehdê wê çûye goşt. Ji kurê xwe re gotiye;

“Kurê min ka here Xana Hawêl* ji me re kîloyek bî du kilo bî goşt bîne, çiqas mehdê min diçe piçikek goşt.”

Ew jî diçe, tîne û tê. Jina xwe re dibêje;

“Ka bipêje, bide diya min bila bixwe, eva nexwaşe…”

Xwaymira bûkê jî diçe devê avê beqek digre, tînê û tê, dixe qazikê, dipêje û datîne ber xesûya xwe. Goşt nadê. Xesûya extîyar jî dikeve serî dixwe… xesûya wê dimire.

Bûka xesûyê jî kurê xwe dizewicine, bûka wê jî çedibe, ew jî eynî weka xesûya xwe nexweş dikeve, dikeve nav ciya. Ji kurê xwe re dibêje;

“Kurê min, xweska piçikek goşt hebûya, min jî ji xwe re p’eta û bixwara. Çiqas mehdê min diçê…”

Kurî wî jî diçe jê re goşt tîne, bûka wê jî goşt hûr dike, dixe qazikê, dipêje û agir dide binê qazikê. Senik û kevçî tîne, dibêje;

“Ez ê henek ji xesûya xwe re vala bikim, deynim berî”

Çaxê diçe ku goşt bixe senikê, difekire ku ew goşt tev bûye beq. Ji xwe re dibêje;

“Ya rebbî ez ê çi bikim? Eva min goşt xiste qazikê, ew goşt çima hewa/wisa bû beq?”

Xwedê Teala gotiye, “Tu çi bikî tu yê bibînî.”

“Neyne serê kesa, tê were serê pisê pisa”

Radibe wê qazikê dirêje û carekê dinê diçe malê, goşt dixe qazikê, dîsa datine li ser tifikê, agir dide binî. Lê dîsa, carekê din ê ew goşt dibe beq. Bûk dibêje:

“Ya Rebbî ez ê çi bikim?”

Xesûya wê jî di nav ciya de bang bûka xwe dike, dibêje;

– Keçê ka te gezek nan ji min re nanî, eva ez ji birçiya mirim.

-Heyra ez çi ji te bi veşerim ji Xwedê nahê veşartin, eva ez goşt dixime qazikê, ew goşt dibî beq, ez ê çi bikim, eva nikarim bînim û deynim li ber te.

-Keçê  bîne, dayne ber min, Xwedê min çêkiriye daye hevalê xwe, tê Xwedê jî bîne pêşiya min.

Xesû herdu desta li xwe dixe, dibêje;

“lawww law, mirov çi bike, mirov xwelî li xwe bike, mirov çi bike wê wî bibîne. Tu başî bikî, tê başî bibînî, tu xirabî bikî tu yê xirabî bibînî. Te se nekiriye dibêjin, tu xiyara daynî, tu yê xiyara jê bixwî, tu sorika daynî, tu yê sorika ji lema wê bixwî.”

Mirov çi dike ji xwe re dike…

 

Çîrokbêj: Gulê Etmanekî (Dêya min)

Amedekar: Qesîm Etmanekî

 

—————–

*Xana Hawêl, navê bajarokeke Sêrtê ye.

Derbar ziman

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply