Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye. Êşa masûlkeyan û westîyayîbûn 2 taybetîyên sereke ên vê nexweşîyê ne. Ji ber ku sedem nayê zanîn bi gelek nexweşîyên din re tevlihev dibe. Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye lê ba çî ye? Ba ango bi navê zanistî “romatîzma”. Romatîzma bi girekî (yûnanî) ji peyva “rheuma” bingeha xwe distîne. Rheuma tê wateya “herikînê”. Ev jî bi kurtasî …
Sermawêz, 2020
-
25 Sermawêz
LI SER NEXWEŞIYA KORONAVÎRUSÊ (COVID-19) NIVÎSEK
Rojevên hemû welatên cîhanê ji vir heyvek ewil an jî heri zêde 40-45 roj berî niha pir cuda bûn. Lê a niha mirov bala xwe didê ku tenê rojevek heye û ew rojev jî li ser mijara man û nemanê dimeşe. Nexweşiya Koronavîrusê(COVID-19) bi qasî 40-45 rojî ye rojeva aşkera ya herî girîng e. Lewra tu cudahiyê naxe navbera tu …
-
20 Sermawêz
Duchenne Muscular Dystrophy – DMD (Duchenne Muskuler Dîstrofî)
Duchenne Muskuler Dîstrofî (DMD), nexweşîyeke masûlkeyan e. Ji nav nexweşîyên masûlkeyan ya herî zêde çêdibe DMD ye. DMD, zikmakî ye û bi lawazbûna masûlkeyan pêşve diçe. Ji alîyê zayendê ve bi giştî li zarokên kurîn (law, kurik) dîyar dibe. Zarokên keç jî pir pir kêm bi vê nexweşîyê dikevin. Her ku diçe nexweş astengîyan dijîn û hewcedarî alîkarîyê dibin. DMD, …
-
10 Sermawêz
Derizandin û Şikandina Hestîyan
Hestî (bi latînî: Os), di laş da karê hilgirtina giranîya laşî dike. Di laşê mirovên gihaştî da kêmzêde 206 hestî hene. Hestîyên mirov çiqas tendurist û zexm bin jî gelek caran ji ber ketin, çerixîn, lêdan û hwd. diderizin, dişikên û ji cî derdikevin. Hestîyên diderizin, ji hev belav nabin û hevgirtî dimînin lê hestîyên dişikên pir caran ji hev …
-
3 Sermawêz
Ankîlozan Spondîlît (AS)
Ankîlozan Spondîlît (AS), nexweşîyeke ba (romatîzma) û movikan e. Bi êş e, domdar (kronîk) e, pêşve diçe, sedem nayê zanîn. Bi kurtasî “kulbûna hestîyê piştê (stûna bi movik)” ye. Ankîloz, “bi pevkelîna movikan re hişkbûna hestîyê piştê” ye. Spondîlît jî “kulbûna movikan” e. Sedemeke taybet ji bo ASyê tune ye lê pêkerên rakendî (genetîk/irsî) kartêker e. Ji nav pêkerên rakendî …
Cotmeh, 2020
-
28 Cotmeh
Nexweşîya Alzheimerê
Nexweşîya Alzheimerê; bi kêmbûna erkên mejî re bi jibîrkirin, xurifîn (demans), hilweşandina kar û tevgerên rojane xwe eşkere dike. Alzheimer, nexweşîyeke kalbûnê/pîrbûnê ye lê kêm be jî di temenên ciwan de jî ji ber lêdan û hwd. dikare derkeve. Alzheimer, cara yekemîn ji alîyê bijîşk Alois Alzheimer hatîye pênase kirin. Nexweşîya Alzheimerê, mirov hêdî hêdî ji derdorê dûr dixe. Di …
Tebax, 2020
-
10 Tebax
EV DER WELATÊ KORONA YE!
Li welatê korona, jan û êş û keder heye, nexweşî heye, zor û zehmetî, xemgînî, dijwarî û kişandin heye; zarok bê dê, bê kal û bê kes dihêle. Li welatê koronayê sela hene….mirin hene. Alîyek mirov dinalin, li alêyek din dîlan û şahî..li nêzê nexweşxanê.Li welatê dîlanê/dawetê şahî heye. Haya wan bi koronayê tune! Hingî hinga wan e. Yên ku …
Hezîran, 2020
-
2 Hezîran
Gelo Ez Şîzofren im
Ez li Amedê mamosteyekî dilgerm im , her roj berê sibehê diçim dibistanê dersê didim şagirtên xwe. Navbera min û şagirtên min gelekî germ e. Ez mamostatîya derûnnasîyê(psikoloji) dikim. Navê min jî Kawa ye, di dibistanê de jî dibêjin Evdile. Her roj di riya malê de pêşî diçim ser Sûrên Amedê û dikim hawar û gazin. Diçim ser dîwarê herî …
Nîsan, 2020
-
7 Nîsan
Ders û Şîretên Ku Divê Em Ji Vê Vîrûsê Bistînin
Ders û Şîretên Ku Divê Em Ji Vê Vîrûsê Bistînin 1-Vîrûsa bi navê Coronayê ayetekî ji ayetên Xweda, anjî belakî ji belayên wî ye. Ji bona mexloqên wî li Xaliqê xwe vegere şandiya ku pê wan hişyar dike. 2-Divê em her kes muhaseba nefsa xwe bikin ka çi şaşî û kêmasiyên me hene. 3-Ev bela û musîbeta ku alem tev …
Tebax, 2019
-
20 Tebax
Çend pêşniyar ji bo nexweşiya ‘Diltengiya Panîk’
Çend pêşniyar ji bo nexweşiya ‘Diltengiya Panîk ‘ (Panic Disorder) 1- Li ser kursiyekê rûnin û lingên xwe di binê erdê ve bidewisînin ta hûn wan hîs bikin. 2- Tiştê ku niha diqewime binav bikin(di serê we û bedena we de) 3- Destûr bidin ramanên xwe bila biherikin di mejîyên we de. 4- Destê xwe bide ser zikê xwe û …