Ders û Şîretên Ku Divê Em Ji Vê Vîrûsê Bistînin

Ders û Şîretên Ku Divê Em Ji Vê Vîrûsê Bistînin

1-Vîrûsa bi navê Coronayê ayetekî ji ayetên Xweda, anjî belakî ji belayên wî ye. Ji bona mexloqên wî li Xaliqê xwe vegere şandiya ku pê wan hişyar dike.

2-Divê em her kes muhaseba nefsa xwe bikin ka çi şaşî û kêmasiyên me hene.

3-Ev bela û musîbeta ku alem tev zeft kiriye û xas û ´am daye ber xwe bi mirinê tehdîd dike, bi îzn û îrada Xwedê ye. Ger Xwedê vê hêzê nede wê, ew nikare tu zirar û ziyanekî bigihîne mexloqên wî.

4-Xwedê bi vî askrê xwe yê bi çavan nayê xwiyakirinê, derî li her tiştî girt, tenê deriyê tobê vekiriye.

5-Ji ber zulm, fesadî, bê exlaqî û fîr´ewntiya mirovan Xwedê ev eskarê xwe şand ku me hişyarbike. Em mexloq bûn sebebê vê ya û Xwedî ji em musteheqê vê tirs û nexweşiyê kir.

6-Divê em her kes li xwe varqilin, hişyar bibin û xwe biguherînin.

7-Lê ez bala xwe didimê tu kesekî ji posisyona xwe nayê xwarê û her kes dibêje; ez rastim û yên din şaş in.

8-Gava baweriya me, kar û ´emelên me, siyast û rêveberiya me rasba, çima Xwedê ev eskerê xwe berda ser me û em her kes ji tirs û xofa wê katine tayê?

9-Divê em li qanûn û nîzama Rebbê xwe veger in, gava ne wisa be, wê Xwedê ji vî bela hanê mezintir di ser me da bîne.

10-Lê ji her kesî zêdetir, divê Serok û Serwerên dunyayê bizanibin: “La Xalîbe Îlellah” Ji bilî Xwedê tu kesekî serkeftîn nîne. Di gel me, gunehkarê herî mezin serok û serwerê dunyayê ne.

11-Lewra zulm û zordarîya wan gihîşt ´Erşê ´Ela.

12-Zorkek 8 salî li Sûriyê digot: Gava ez werim kuştin, ez ê şikayeta we gişta bi xwedê da bikim. Piştî çend rojan hate şehîd kirin. Zarokek jî digot: Ev çend rojên min xwarin nexwariye, qene ez bimirim terim çinetê li wê birçî namîn. Ev tev ji ber zulm û ordariya wan serok û serwerên ku para wan şerê Suriyê da hebû, wih li wan zarok hatin.

13-Ev gişt nifir û afirên kal, pîr, jin zarokên m´esûm in di ser me da hat û sedem ê vê jî bipiranî hûn in ey serok, şah û paşayên li dunyayê hukimdarin.

14-Bê exlaqî fuhuş,bê edebî, îsrafa millet xwe gihandibû xela herî bilind.

Divê em her kes xwe biguherînin, muhaseba nefsa xwe bikin, an na, wê hin musîbetên hê mezintir di ser me da were..

Feyzullah Yalçın 

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply