Nexweşîya Alzheimerê; bi kêmbûna erkên mejî re bi jibîrkirin, xurifîn (demans), hilweşandina kar û tevgerên rojane xwe eşkere dike. Alzheimer, nexweşîyeke kalbûnê/pîrbûnê ye lê kêm be jî di temenên ciwan de jî ji ber lêdan û hwd. dikare derkeve.
Alzheimer, cara yekemîn ji alîyê bijîşk Alois Alzheimer hatîye pênase kirin.
Nexweşîya Alzheimerê, mirov hêdî hêdî ji derdorê dûr dixe. Di dawîyê de êdî tiştek nayê bîra mirov û xwe jî êdî nema nas dike.
Sedemên Alzheimerê hîna misoger nebûne lê li ser hinek pêkerên xeternak tên rawestandin. Sedemên biguman ev in:
- Temenê dirêj
- Di malbatê de hebûna Alzheimerê (Zikmakî/genetîk)
- Nîşankoma Downê (Down Syndrome)
- Lêdanên li dijî serî
- Pirsgirêkên xewê
- Bêtevgerî/kêmtevgerî
- Qelewîya Zêde (Obezîte)
- Bikaranîna çixareyê
- Hipertansiyon
- Nexweşîya şekir
Xuyanîyên/Nîşanên (semptom) Alzheimerê
- Kêmbûn û windakirina hiş, jibîrkirin
- Hilweşandina çalakî û tevgerên rojane
- Astengbûna axaftinê, kirina peyvên çewt
- Pirsgirêkên derûnî, bîrayî, tevgerî
- Tevlihevkirina dem û cî
- Di nirxandin û biryardayînê de dijwarî
Başkirin/Terapî
Ji bo başkirina Alzheimerê rêbazeke berbiçav tune ye. Armanca başkirinê kêmkirina pêşveçûyîn û nîşanên nexweşîyê ye. Herwiha rêbazên wekî fîzyoterapî, ergoterapî, piştgirîya derûnî jî tên bi kar anîn.
Hevkarîya malbat û pisporan divê bi hev re hebe. Li vir karekî mezin dikeve ser milên malbatê.
Fzt. Mustafa Önal