LI SER NEXWEŞIYA KORONAVÎRUSÊ (COVID-19) NIVÎSEK

Rojevên hemû welatên cîhanê ji vir heyvek ewil an jî heri zêde 40-45 roj berî niha pir cuda bûn. Lê a niha mirov bala xwe didê ku tenê rojevek heye û ew rojev jî li ser mijara man û nemanê dimeşe.

Nexweşiya Koronavîrusê(COVID-19) bi qasî 40-45 rojî ye rojeva aşkera ya herî girîng e. Lewra tu cudahiyê naxe navbera tu mirovan, bi heman şêweyî nêzî her kesî dibe. Ew qende sînsî û xedar e, bo kuştinê hewl dide ku ji yekî zûtir derbasî yê/a din bibe. Gava ku ev yek ango derbasbûn jî pêk hat, êdî rewş jî baş tê zanîn ku pir xerab e. Wisa kiriye ku êdî tu kes nikare bi rihetî nêzî kesekî din bibe.

Helbet hin kes an jî hin sazî, hin rêxistin, heta hin dewletên ku xêncî vê rojeva li holê; yên ku rojevên wan ên din an jî veşarî hene, li holê ne. Hin bixwedeketin an mijûlayiyan ji xwe re wek derfet dibînin û ji aliyekî ve jî li ser van rojevên xwe, xebatên xwe berdewam dikin.

Bi rastî jî girîngiya rojevan gor hişmendiya heyî derdikevin pêş. Wek berxa li ber kêrê; gel ketiye nav tengasî û xetereyeke mezin, hin hişmendî jî li pey hesab û bercewendiyên xwe ne. Her çiqas gor hesabên xwe yên veşarî tev bigerin jî helbet wijdan dê rojekê li xwe mikûr bê û xwe di lêpirsînekê re derbas bike. Ma qey wijdan qasî vîrusekî jî nabe…

Em vê gavê werin ser mijara xwe û rojeva jiyana aşkera ya tevahiya cîhanê. Belê, rewş pir xetere ye. Hemû mirov hema bê din av panîkekî de mane û li hêviyê ne ku demeke kin de bi awayekî serkeftî ji vê felaketê xelas bibin. Lewre ev nexweşî li tevahiya cîhanê belav bûye, her rojeke ku tê, ji roja derbasbûyî zêdetir mirovan ji jiyana wan dike.

Di vê cîhana global de tedbîr dê çawa bên girtin, dê çiqas kêr werin bi temamî ne diyar e lê dîsa jî her kes, her sazî û rêxistin, her dewlet divê gor berpirsyariya li ser milê xwe tedbîran bigire an jî girtibe.

Mixabin rastiyeke vê nexweşiya heyî heye, li holê ye û her kes gor derfetên xwe li ber xwe dide û dike ku rojekî zûtir ji vê bela û felaketê xelas bibe.

Di vê rewş û rojeva heyî de divê mirov bikaribe rastiya vê iletê jî qebûl bike. Lewre em wek mirov, bi hemû giyanewerên li ser rûyê erdê, bi hevdû re dijîn. Ango em gerstêrka (gezegen) xwe bi hemû giyandaran re parve dikin. Di nav van giyaneweran de bakterî, mîkrop û vîrus jî hene. Hin ji wan dibin alîkar û di çêkirina hin xwarinên me de cih digirin. Lê belê hin ji wan jî hene ku dikarin dawî li jiyana me ya li ser rûyê dinyayê bînin û koka me biqelînin.

Mînak; dibetiya ku em bakteriya xedar û kujer a bi navê “stsfîlokok” a dibe ku em li ser xwe yan jî bi xwe re digerînin, ji sedî 25 e. Dîsa dibe ku ev bakterî her tim bi me re be û zerarê jî nede me. Lê belê ger em vê bakteriyê ji kes an jî giyandarên din bigirin, dibe ku dawiyê li jiyana me jî bîne.

Pergala bexşandîbûnê ya bedena me û derfetên tipa roja îroyîn gelek caran têra parastina bedena me dikin. Lê belê ev mikroorganîzmayên heyî, ji me ango ji mirovahiyê gelek zêdetir dem e li ser rûyê erdê dijîn. Di heman demê de pir zexm in û di derheq domandina nîjada xwe de jî ji me bibiryartir in û biîstikrartir jî xuya dikin.

Mirov hebûneke wisa ye, cehd û xîreta wî ya ku dixwaze li jiyanê bimîne pir mezin e. Ger windabûnên mezin dabe jî, mirovahiyê heya roja îro qedandiye xwe ji perokên (salgın) hêwilnak ên hatine sêrî bifilite û xwe li ser rûyê erdê bide jîyîn.

Ez dixwazim hin lêkolînên derheq perokên xedar ên ku teşe dane dîroka mirovahiyê, bi we re parve bikim. Da ku em karibin girîngiyên vîrusên xedar bibînin û li ser bifikirin ka bê em di çi rewşê de ne. Em bibînin ka di serê mirovahiyê re çi derbas bûye û mirovahî bi çi felaketan re rû bi rû maye…

  • Peroka(salgın) Antonînûs(Galen)

Piştî bûyîna Îsa di navbera salên 165 û 180î de li Împaratoriya Romayê çêbûye. Di her rojekê de bûye sedema mirina 2000 kesî. Du Împaratorên Romayê jî bi vê nexweşiya perokê mirine. Di dawiya vê nexweşiyê de Împaratoriyê ji sedî 30yê nifûsa xwe winda kiriye.

  • Webaya Jûstînyen

Sala 541ê, dema li Kostantînopolê Împarator Jûstînyen li ser text bûye dest pê kiriye. Ji wir derbasî Misirê, ji Misirê derbasî Filistînê, ji Filistînê derbasî Sûriyê, ji Sûriyê jî derbasî Anatoliyayê bûye.

Li gel hemû karantîna û pêgiriyan dîsa jî nexweşî belav bûye û ji sedî 40 nifûsa Împaratoriyê hatiye windakirin.

  • Webaya Reş

Di vê Webaya Reş a ku di navbera 1346 û 1353yan de derketiye holê, tê texmînkirin ku di navbera 75 û 200 milyon kesî de mirov mirine. Hatiye diyarkirin ku vê nexweşiyê nifûsa Avrûpayê ji sedî 30 û 60 kêm kiriye.

Çawa  tê gotin ev qirbûna ku li Avrûpayê çêbûye di civakê de bûye sedema lêpirsînên hemberî Xweda û Kilîseyê. Bi vê yekê re di olê de “reform” û di her hêla jiyanê de jî “ronesans” hatine destpêkirin.

  • Rûbirûmayîna Cihnişînên Amerîkayê Yên Hemberî Nexweşiya Xurîsorikê

Di sedsala 15’an de Avrûpayiyan Cîhana Nû ango Amerîka keşf kirine. Bi cihnişînan re ketine nav têkiliyan û bi vî awayî vîrus û bakterî gihandine cihnişînan.

Bi vê nexweşiya xuresorikan a ku ji aliyê Avrûpayiyan ve derbasî nav cihnişînên Amerîkayê bûye; bûye sedem ku nifûsa Cihnişînên Amerîkayê ji sedî 90 tune bibe.

  • Peroka(salgın) Cocolîztlî

Di sedsala 15’an de li Meksîkayê hatiye dîtin. Bi derketina holê ya çend nexweşiyên cuda çêbûye. Di navbera 1520 û 1576’an de bûye sedema mirina 15 milyon mirov. Pê re jî bo Şaristaniya Maya bûye destpêka dawîlêhatina wan. Pişt re ev nexweşî derbasî Venezuelayê bûye. Tê texmînkirin ku heya Kanadayê çûye û li wê derê jî belav bûye.

  • Peroka Zikêşê Ya Heft Celeb

Di dîroka şaristaniya me de heft perokê navêşê hatine dîtin. Ji van nexweşiyên dilêşê ya 3’yemîn di navbera salên 1852 û 1860î de hatiye xuyakirin. Ev perok di sedsala 19an de hatiye jîyîn. Piştî belavbûna li temamî Hindistanê, derbasî Afganîstanê bûye. Ji wir jî derbasî nav Rûsyayê bûye û lê belav bûye.

Gor hejmarên fermî, tenê li Rûsyayê bûye sedema mirina milyonek mirov.

Ev nexweşî gihîştiye Avrûpayê, ji wir derbasî Afrîkayê bûye, ji Afrîkayê jî derbasî Amerîkayê bûye.

Di dawiyê de tê texmîn kirin ku çend milyon mirov di vê peroka zikêşê ya salên 1852 û 1860î de mirine.

  • Peroka Sêyemîn A Webayê

Di navbera salên 1855 û 1859’an de li Çînê dest pê dike. Di dawiya vê peroka ku li Hindîstanê jî belav dibe de 12 milyon mirov dimirin. Dawiya vê perokê de antîbîyotîk tên dîtin û di dermankirina nexweşiyan de tên bikaranîn.

  • Peroka Tîfusê Ya Salên Şerê Yekemîn Ê Cîhanê

Di navbera salên 1914 û 1918’an de li Asya û Avrûpayê hatiye dîtin. Van çar salan de 25 milyon kes bi vê perokê nexweş ketiye. 3 milyon kesên bi vê nexweşiyê ketibûn mirine.

  • Peroka Bahora(grîp) 1918an Ya Îspanyolan

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn vîrusa bi navê “H1N1 Înflûenza” gihîştiye 500 milyon mirovî û mirov bi tayê xistine. Tevahiya cîhanê de bûye sedema mirina derdorê 50 û 100 milyon mirovî.

  • Peroka Bahora 1957an A Asyayê

Vê nexweşiyê li Çînê dest pê kiriye. Tê gotin ku vê vîrusa bi navê “Înflûenza-A” di werdekan de mûtasyon derbas kiriye û ji werdekan gihiştiye mirovan. Bûye sedema mirina 4 milyon kesî. Bi vê perokê re li hember perokan derzîkirinên (aşî) bi girseyî dest pê kirine û hatine kirin.

  • Vîrusa HIV(AIDS)

1959’an de li Kongoyê hatiye dîtin. Teşhîs û navê vê nexweşiyê di 1980yî de paşê hatiye dîtin û lêkirin. Di çil salên borî de bûye sedema mirina 36 milyon mirovî û hêj jî çareseriyeke misoger ya vê nexweşiyê tuneye. Nexweşê/a vê vîrusê neçar e heya dawiya jiyana xwe dermanan bi kar bîne.

Xêncî van 11 perokên ku li ser rûyê cîhanê derketine holê û mirovahî bi karesatên mezin ve rû bi rû hiştine; bahora çûkan(çivîk), bahora berazan û hwd. jî di demên cuda de bûne sedema mirina mirovan û mirovahî kirine nav tengasiyan…

Qasî ku min karîbû ez li jor bînim ziman, di dîroka mirovahiyê de gelek caran nexweşiyên wek nexweşiya îroyîn “Koronavîrus(COVID-19)” bûne bela serê mirovahiyê û mirovahî kirine nav xetereyên mezin.

Helbet nexweşî jî, windakirina hezkiriyan jî tiştên pir zor û zehmet in. Lê disa jî wek ku dîroka mirovahiyê jî pir baş nîşanî me dide; ev nexweşî jî dê rojek zû yan dereng, ji nav me derê û here. Mirovahiyê dîsa li xwe vegere û birînên xwe yên çêbûne derman bike. Wek hemû carên derbasbûyî…

Piştî van hemû agahî û gotinan, a girîng ew e ku; gelo sazî û rêxistinan an jî dewletan çiqas karîn berpirsyariyên xwe bînin cih? Çiqas dikarin ji gelên xwe re bibin bersiv? Çiqas dikarin birevin hewara gelên xwe û gelên xwe bê cudahî hembêz bikin? Pirsa herî girîng a ku hewceye bê pirskirin; gelo çiqas karîn û dikarin bi empatî nêzikî hemû mirovahiyê bibin? Gelo ji vê felaketê dê dersek bê derxistin ku hêz an jî yên li serê hêzan bibin xwedîempatî û bi vî awayî dîroka mirovahiyê bidomînin? Kê dibe bila bibe, li ku dibe bila bibe…

Ez bawer im hiş jî, wijdan jî dê li ser van pirsan bisekine, dê lê hûr bibe û rastiyên jiyana xwe, rastiyên divêtiyên jiyana hemû mirov, gel û mirovahiyê baştir bibîne.

Bi hêviya xelasbûna vê COVID-19ê û hemû nexweşiyên hiş û hişmendiyan; bi tedbîr bin, bi hezkiriyên xwe re bin û heya encameke erênî derbikeve LI MAL BIN!…

 

Ahmet SALXIN

25.03.2020

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply