Gelo Ez Şîzofren im

Ez li Amedê mamosteyekî dilgerm im , her roj berê sibehê diçim dibistanê dersê didim şagirtên xwe. Navbera min û şagirtên min gelekî germ e. Ez mamostatîya derûnnasîyê(psikoloji) dikim. Navê min jî Kawa ye, di dibistanê de jî dibêjin Evdile.

Her roj di riya malê de pêşî diçim ser Sûrên Amedê û dikim hawar û gazin. Diçim ser dîwarê herî mezin û dibêjim ez ê xwe di vir de bavêjim. Yekî din dibêje kuro ma te hişê xwe xwariye?

Ez li derdora xwe dimeyzênim û kesî nabînim. Yekî din jî dibêje lawo xwe bavêje were cem min û ji derdê xwe xelas bibe?

Ez navbera du Kawa’yan de dimînim. Paşê dikevim ser riya malê de dîsa, li ser rê dikana çekan de derbas dibim.
Li wir şeytanê bi tepik dikeve hişê min de,

Dibêje: here çekekî bikire û çekê bike devê xwe û biteqîne, dê mêjîyê te bela bibe. Ez şaşo maşo diminîm, ji bo ku ev deng ji serê min derkeve ez dibêjim ez ê di serê xwe de biteqînim ku bila deng bisekine!

Berê xwe didim malê, li malê destgirtiya min li hêvîya min maye û ji min re xwarin anîye.
Paşê bi destê wê digirim û dibim ber rûyê xwe. Ez çayekî dadigirim û li pişt xwe dimeyzênim ku ne destgirtiya min li cem min e, ne jî xwarin aniye. Paşê ji nû fehm dikim destgirtiya min miribû!.
Destgirtiya min eslê xwe ji Qamişlo bû, navê wê Xanimê bû, ew hatibû zaningeha Dîcleyê, bêrîya 8 salan me hev nas dikir, ku niha saxbûya wê bibûya bijîşk, lê anha bûye melkemota dilê min.
Xanima min di qezeyekê de miribû û ez jî ji wê wextê ve mirîme.

Carinan nizanim ez bi rastî dijim an jî najim, vê ji hev cuda nakim..
Gava ez vê fehm dikim çeka xwe siwar dikim û di serê xwe de diteqînim. Gava min teqand ji xew şiyar dibim. Ez dimeyzênim ku tev xewn bûn. Radibim diçim ber şibakeyê û li nav bêxçe dinêrim.
Li nav bexçê jî gorek heye, dîsa hişê min li nav hev dikeve. Bi rev û bez xwe davêjim ji derve û dimeyzênim ku li ser kêlê:

Nav:Xanim
Zayîn:1985
Mirin:2010
Paşê tê bîra min ku ew di qezeyê de miribû. Lê tiştên din jî tev, min di xew de dîtibûn.

Kurdolog Beg  

Derbar Çand Name

Check Also

Mirov û dîrok

Fehmdarî ye ku pêvajoya çêbûna mirovekî, jiyan û mirina wî, rêza bûyerên vê pêvajoyê “dîroka …

Leave a Reply